XWEŞBÎNÎ

ez
bi pêpelokên rastî û zanastiyê
ber bi kamilbûn û arifbûnê ve
hildikişim
li ser rêya aqil û mantiqa felsefê
bêrawestan dimeşim
tûrikê pêşeroja nediyar
bi îlhama eşqa nûraniyê
dadigirim
rengê wêneya fazîlet û heqîqetê
li albûma qîblegeha derûniya xwe
dineqişînim
ez
tovên xweşbînî, dilovanî, aramî û wijdaniyê
bêhna çîçekên bax û bostanên rengîn
li ser axa giyanê sefîl
direşînim
hestên qencî, camêrî û destfirehiyê
nefsbiçûkî û hezkirinê pêşkeşî xêrnexwaz
û dinyaya derewîn dikim
nalîn û lorîna dengbêjên kezebperitî
şewq û şemala awirên zarokên bêxwedî
di qolincên berbanga rûken de
dihewînim
ez
wîzewîza bayê hêviyên geş
tîrêjên stêrka azadiya ramanê
feryad û fîxana bilbilê xemkêş
di paşila keskesora aso de
vedişêrim
tilîliya dîlana şadî û serkeftinê
germa silavên heval û dostên sadiq û dilpak
çirûskên finda rûmet û hurmetê
di qefesa sîngê kaniya baweriyê de
diparêzim
Xizan Şîlan
2022-05-05
Stockholm
Helbestek xwe û wateyî, lê li gor bawerîya min di rêzkirin û nivîsîna ristan da şaşî heye. Hozan, di destpêkirina hemû ristan da tîpa biçûk bi kar tîne, ku dîsa li gor bawerîya min ev şaş e, bibe ku ez şaş bim. Silav û rêz.