Zinarê Xamo

Van partîyan kurd perîşan kirin

pkk_Li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê rewşa gelê me û partiyên siyasî pir xerab û bêhevî xuya dike, xeberên her roj meriv dibihîze meriv qudûmşikestî dike.

Li hersê beşan jî partiyên mezin malik li kurdan wêran kirine. Hêvî dikim mûcîzeyek çê bibe, milet perîşantir ne.

Bi baweriya min di vî halê me yê kambax da sûcê pariyan gişan heye. PKK, PDK, YNK, PYD, ENKS giş sûcdar in, sûcê gişan ne bi qasî hev be jî, lê giş mesûlên vî halê me yê xerab in. PKK nikane bi dijmin bela xwe di kurdan dide. Ev yek rewş xerabtir dike.

Tiştê hatiye serê kurdan giş ji ruyê van partiyan e, çimkî ew desthilat in û ew li hev nakin, şerê hev dikin.

Heger li hev nekin tirk ewê başûr jî bikin Efrîn. Her dera PKK lê hebe tirk ewê êrîş bikinê. Gava êrîş dikin, dikujin jî kes dengê xwe nake, di şerê li hemberî PKKê da her kes ji wan ra dibêje destê we ji we ra, hûn serbest in.

Di şerê qendekan da 12 bajar wêran kirin, Efrîn û Serê Kaniyê dagir kirin dinyayê dengê xwe nekir.

Heger li başûr jî bi eynî hincetê, eymî tiştî bikin dîsa kesê dengê xw eneke. Û em jî nikanin bi wan. Lema jî PKK çiqasî xwe ji başûrê Kurdistanê dûrxe hewqasî baş e.

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu