Kurdî

UBAR-TUTU Û BAXTÊ WÎ

Kecikeke pir xweşika Keça Înanna Îştar.Li ber Parastgahê sekinîya û Evîman li ber sekiniye û destê xwe li ber wê vekiriya weke ku berg bike jê re li ber gotinên xweş ji dil dibêje. Ew ji, li ber di kirase xwe yê pir xweşik ku tê de singên û paqên wê yên pir xweşik li ber çav in, û têne dîtin sekiniya û ji dil dikene. Evîman, jê re ji dil dibêje, di deme berêvarî ku stêrên li azmana derketine û pir xweşik li ber çavan têne dîtin, dilê mirov bi nerîne li xwe xweş dikin û azmana spahî dikin, li ber çavan a. Kudrete Anlîl pir mazin a. Ew, yazdanê yazdana ya. Hemû kifş kirin, iro di destê wî de ya.
Berê wî demê şaristaniyek ku li ber avê li halakê çûn baweriyaka mazin ji bo bawerkirina çêkirina. Hemû fêr û minaqên rê nşan in. Îştar, van hemûkan zane. Di serê wê de hiş û aqilekî mazin heya. Ew, zane ku li azmana hê gelek dinyên din hene. Ew, wan dibîne û li ser wan bihizir û têgihiştine. Anu, Aqilekî mazin kiriya serê keça xwe de. Amun, kudreteka mazin daye de li jiyanê.
Evîman deme ku lê dimeyîzend, ji dil tiştne pir bihest di dilê wê de çêdikirin.Wê ji, hêj evîman dikir.Narîna ji keçeka pir xweşik û rind bû. Hinekî li şûn di sekinî. Wê di dît ku Evîman li ber kecka mazin û bi Aqil Îştar sekinîya û jê re ji dil tê ser ziman. Dilê wê xweş dike. Ew his dike ku Evîman jê re wilo dibêje.His dike.Her ku his dike, dilê wê ji xweş dibe. Ew ji, deme ku his dike di dilê wê de ji weke ku tiştne xweş dibin. Avaka germ, di niqutê dilê wê. Dilê wê, germ dibe. Hestekê, pêre çêdike. Ew, bi wê hestek lê dimeyîzenê. Ew, bi dilê xwe wê meyîzendinê fahmdike. Dibîne. Her ku dibîne hê bêhtir ji dil dixweze ku li ber wî xweşikatiyê bêne ser ziman.
Îştar, weke qadarekê li ber Evîman sekinîya û jê re ji dil dibêje. Ew, xwe li ber wan gotinên wî yên ji dil ku jê re têne gotin nagirê û xwe ji dil dihêjene û dibe vî alî û wî alî. Dil, zimanê xwe bikar têne. Îştar, zane ku zimanê dilê wê heya. Pêre, di peyîvê. Jê re têne ser ziman. Ew, his dike. Dîbîne ji pê. Ew mazin a. Kudrete wê ya. Ti kesekî, dî weke nîn e. Ew, keça yazdanê mazin e. Enlîl ji, kudreteke mazin bi navê wê ve kiriya. Ew, bi wê jîn dibe. Ew gotina wê, mazine û herkesek weke gotina wê dikin.Ji ber ku yên ku lê dihênin fahmdikin û bifahmkirina xwe re zanin ku gotina wê gotina yazdanê mazin e ku wî kiriya serê wê de û bi wê têne ser ziman. Hiskirina lê, vê yekê dike seran de. Anu, li azmana li nêzîkî Nîbîrû dinyeke din avakiriya û li wir têde bi gelekên ku wî afirandiya û jê re hertimî berg dikin jîn dibe. Lê jîn bi wî re ji bo mêran “lîn” dibe û ji bo jinan ji “nîn” dibe. Bi Îştar ji, nîn bi ser ketiya di jiyanê de. Ev ji, kudrete wê ya mazin têne ser ziman.
Anrîka ji, mazina Keçeka wê ya. Jê re hertimî berg û merg dike. Îştar jê pir xweş a. Wê, her timî li cem xwe digirê. Ew ji, mazin bûya. Îştar, navê wê ji daya naskirin. Navê wê, kiriya ku herkesek his bike û jê re rêzê bigirê. Bi wê ji gotinên xwe têne ser ziman. Ew hertimî, li parastgaha wê ya û jê re agir pêdixe û zad dide hevdû. Deme ku Evîman, ji Îştar re weke ku berg bike li ber wê gotinên xwe dianîn ser ziman û dilê wê bi gotinên ku dihatina ser zimanê xwe xweş dikirin, wê ji didît. Dilê wê ji, bi gotinên li wê xweş dibû. Deme ku wê ji his kiribû, hingî, weke ku dilê wê hij kiribû. Evîman gelek caran hatibû wir û li ber Îştar gotinên xwe gotibûn. Wê ji, dîtibû. Wê carê ji, dîtibû û wê his kiribû ku wî çend gotinne xweş ji wê re anîn ser ziman. Dilê wê, xweş kiribû. Kelek kiribû dilê wê de. Ew kel kele dil bû. Bi wê dil germ bûbû. Weke ava germ pêde hatibû xwere bû bû.
Anrîka, keçeka delal e. Keçeke pir xweşika. Keçe Înanna ya. Dilê Evîman, li ser wê heya. Ew gotinên wî yên ji dil ne tenê dil xweş kiribûn. Hêstir, ji çavan anîbûn xwere. Deme ku wê Evîman wilo xweşik dîtibû ku diaxivê, tenê wilo hema guhên xwe dabû bû ser wî û gotinên wî. Bi çavên xwe, lê meyîzendibû û bi guhên xwe lê hisandibû û bi aqilê xwe fahm kiribû. Ew ji bi devê xwe axifitbû ji dilê xwe. Dem weke ku hinekî buhurtibû ji. Roj, hin bi hin ji ber çavan winda dibû. Wê êdî bubana reş. Dinye, wê êdî bûbana reş. Lê Yazdanê Mazin Enlîl, ew hizirî bûn. Azman, reş ne kiribû. Stêr dabûn çêkirin. Wan stêran azman dikire rahnî û bi xwe re ji dinye ji dikire rahnî. Ew stêr, her yek ji wan bawermendekî wî bû. Deme ku li dinyê bûn, pir bawerî pê kiribûn.Deme ku laşê wan miribû ji Enlîl ew hildabûn wir û li wir ew bi cih kiribûn. Kengî xwestibana, wê wan bi laş bike û li dinyê bicih bike. Ew mazin a û hemû tişt ji destê wî têt.Ew, keyê keyana ji.
Îştar bixwe ji, mazin a. Ew ji parastgaha wê mazin a. Li gor navê wê ya. Li ber destê wê, ku xwestên wê bicih bênin gelek keçikên pir xweşik û delal hene. Ew, dayika wan ji ya. Nerîne li wan ji, dilê mirov xweş dike. Îştar, di dilê wê de ji şivanê bizin û mihan û peyemnêrê yazdanan Tammuz heya. Tammuz pir mirovekî ku faqirî ji ya. Lê pir jê hatî û bi aqila ji. Îştar hertimî wî temaşa dike. Ubar-Tutu ji ji ve bûbû key. Nûnamnîr ji nû ve keyitiya wî erê kiribû. Nûnamnîr navê wî naqandibû. Ew pir mazin bû. Bi zane bû. Serê wî ji biaqil bû. Weke Ga´yê Anu yê ku karibû dinyê dêne ser stirhên xurt û bi hêz bû. Pir mazin bû.
Îştar, ew nasdikir. Hertimî, diçû cem wî li cem wî dirûnişt û pêre diaxift. Îştar, jê re bahsa gelek dever û cihan dikir. Jê re bahsa her 12 dinyên din yên ku di rex Nîbîrû de bûn dikir. Wî ji lê dihisand. Îştar jê re digot ku wê bi stêrên li azmana çawa rojê û şevê bihasibêne û wê çawa zanibe ji jê re digot. Lê berî ku Ubar-Tutu bibe key, wê ew biribu cem bavê xwe Antum. Wî, ew nas kiribû. Hêzeke mazin bizanebûnê kiribû serê wî de, da qana bi zanebûnê dadiyê bêne nav xalkê. Yazdan şutê Wer û yazdanê ardê Ereşkigal ji wî nas kiribûn. Wer, zanebûnaka mazin pêre hebû. Herder, nas dikir. Ubar-Tutu jê mabû acêmayî. Piştre bi nerîn û zimanê Îştar, Antum aqilekî wilo dabû wî ji. Ew ji bizanebûn bû.
Bi wê yekê wî wê dadî di nav mirovan de kiribana.Wê rêveberiyeke mazina ku hemû mirov têde dilê wan xweş bana wî meşandibana.Nûnamnîr ji pir kêf xweş bûbû ku mirovê ku wî naqandibû weha ji aliyê Îştar û bavê wê ve hatibû pêşwazikirin. Deme ku wî ji ev yek di dît pir kêfe wî dihat û dilê wî xweş bûbû.
Îştar û Ubar-Tutu ku demeke mazin li cem Antum dimênin, piştre Îştar wî têne cem Diya xwe Anu. Anu dayika hemû kesî bû. Wê herder û dever didît. Deme ku Nûnamnîr Ubar-Tutu ji ber keyitîyê naqand, hingî, ew ji li wir li cem wî bû. Lê wî, ew ne didît. Ji ber ku wê xwe ji ber çavan winda kiribû.Lê wê ew dîtin û wan çawa û bi çi awayî gavên diavêtin wê didît û li wan temaşa dikir.Şamaşê ku mêr û mazin ji bû ji wî xweş bû. Yê ku rê şanî wan dide û mazinati dikire dilê wan de bû. Wê mazinati kiribana dil û serê Ubar-Tutu de ji. Deme ku Nûnamnîr ew naqadibû, wî ji ji jor ve meyîzendibû û dîtibû ku ew dîtibû. Lê kenî ji bû. Lîlit ji yazdana bereketê bû. Lê demekê şamaş jê ne xweş bû û ew ji ber çavan reş kir. Kir ku mirov wê ne baş bi bîr bênin. Bi wê xuf û ne qanci ew kire dilê mirovan de.Lê ew ji vê yekê ne xweş bû. Bi qahr bû. Bi dil eş bû. Îştar, ew didît. Lê jê nexweş ne dibû. Lê bavê Îştar, nîzani bû ku ew hevdû dibînin. Ku dîtibana, hebû ku ew lê qaharî ji bana. Lê Îştar ya dilê Lîlit dixwand. Wê qahra dilê wê zanibû û êşe dilê wê ji fahmkiribû. Lê wî dise zanibû ku ew wê tiştekî xirab pê neke. Wê ji wê pê ne kiribana. Lê wê piştre Antum pê hisaha bana. Ew hertimî mazin bû. Ezman, dikete destê wî de. Enlîl, hê bilindtir dibû. Wî, derîyê Nîppurê ji zêr dabû çêkirin.
Îştar ji li Îşînê û li Urukê ji mazin bû. Li herdû deveran ji parastgah û keçên wê hebûn.Wê Sîne ji bi giyan û kiribû. Ew weke yazdanakê xweşik bi dil kiribû ber çavan. Ubar-Tutu bavê Utnapîştim bû. Wê pişt wî re ku yazdanên wî jê re bêjin erê, wê ew ji weke wî mazin bibe û dadiyê di nav mirovan de bide rûniştandin. Nahaka Yazdanê wê ew berpirsiyar dabû bû wî. Wê wî ev berpirsîya bicih bianiyana.Ubar-Tutu piştî ku ji cem Antum têne cem Anu û piştre ji cem wê ji divaqatihin, êdî têne mala xwe. Ubar-Tutu êdî key bû. Ew ji, vê yekê dilê wî xweş bû. Kêf xweş bû. Di serê wî de, hizreke mazin bicih bûbû. Ew êdî mazin bû. Ew êdî key bû. Li ber ava Degrê dima. Lê ew haya bi ava Aufrate wan deran çûbû bû û ewder hemû ji wî dîtibûn. Li ber Aufrate li kelden-Urê ji ew demekê li wir mabû. Li keyê wê derê Kelden naskiribû. Bi hev re çûbû bûn nêçîrê ji. Heya ber daristana måşû û wanderan çûbû bûn.Li ber wê daristanê rastî gelek tiştan hatibûn. Bi gelek giyan û cinan re ketibûn şer de. Lê di dawiyê de bi ser ketibûn. Ji ber wê daristanê têne haya bajarê Vaguşanê. Li wir ji xwe digihênin Amîde. Li wir ji li ber ava wê ye pir bilind dimênin. Li wir dikevine kiştê de û caraka din têne kelden-Urê.Deme ku divegerihine wir, êdî li wir demeke dî bi hev re dimênin. Piştre ew ji wir divegerihê mala xwe ye li ber ava Degrê ye ku ji ye Aufrate bilindtire. Ku divegerihê malê, êdî li malê bi dilê xweş tê pêşwazikirin. Êdî ew dike ku bibe keyê mazin. Ew, keyê ku Nûnamnîr naqandî ya.
Ubar-Tutu ku divegerihe malê, êdî weke keyekî tê pêşwazikirin. Li dewsa bavê de cih digirê. Ew piştî ku divegerihê mala xwe ya li ber ava Degre ya, êdî li wir vê carê weke keyekî cih dibe. Nûnamnîr ji wê di şopêne. Ew dibîne ku Îştar pêre ya. Nûnamnîr deme ku dibîne ku Îştar pêre ye, êdî rê digihê tê cem Enlîl û jê di pirsê “bavê min yê delal, Îştar hertimî bi Ubar-Tutu re ya. Ev ye tê kifş kiriya?”. Deme ku Nûnamnîr wilo jê dipirsê, êdî ew Enlîl ji bersive kurê xwe dide û her weha dibêje “erê kurêm, min kire dilê wê de ku ew bi wê re”. Nûnamnîr deme ku Enlîl wilo dibêje, êdî ew ji careka din weha jê dipirsê. Ne yê ku kifş dike Ez im. Ma çima min kifş ne kir ev yek”.Enlîl careka din berê da Nûnamnîr û weha bersive wî da, “tê wan bi hev re kifş bike, tê Ubar-Tutu kifş ku bibe keyekî mazin. Baxt ji ez kifş dikim”.Enlîl wilo got û ma sekinî Nûnamnîr ji ma sekinî. Lê Nûnamnîr weke ku tiştek çûbe dilê wî. Wilo ew dihata xuyakirin. Enlîl deme ku li nava çavên Nûnamnîr di meyîzendinê de berdewam kir, êdî ev yek pêre kifş kir. Deme ku wî kifş kir êdî jê re got ku li ser kifşkirina min ne hasida. Min, ti kirî kifşkarê mazin li ser mirovan. Li dore xwe meyîzenê. Te Ubar-Tutu kifş kir. Lê meyîzenê li pêşaroja wî ku ka wê çi bike. Wê ew keyetiyeke mazin bike. Weke navê wî ti carî newê ji bîrkirin.Lê min tiştekî ji kifşkiirya di baxtê mirovan de. Kurê qanc wê navê wan ji mazin li jiyanê bi yê xwe re qanc bihêle. Heya tê ji vê yekê heya?”.Deme ku Enlîl wilo got, êdî Nûnamnîr ma sekinî û piştre tii pirsên din ji Enlîl ne kir.
Piştre Nûnamnîr cem Enlîl vaqataha û hata mala xwe. Piştî ku hata mala xwe, êdî weke demekê li ser textê xwe rûnişt û hizirî. Li ser gelek tiştan hizirî. Nivîsvanê wî Belitsêrî ji li ber destê wî bû. Li ew ji bi bêdeng bû.Belitsêrî hertimî kevalbar di nivîsand in. Bi vê yekê re bi berpirsiyar bû. Baxtê wî bi wê yekê hatibû hunandin. Ew li gor wê yekê bizanebûn hatibû kirin. Enlîl kudreteke wilo dabû Ubar-Tutu ku pir mazin bibe. Wî ji weke kifşkarê xwe li ber destê xwe Nasun ji bo nivîsandina kevalbaran dide sekinandin. Belitsêrî di serê de digirt û bi destê xwe di nivîsand.Enlîl bi kudreteka mazin nivîsandin ji bi wan dabû kifşkirin.
Ji berdêla ku Enlîl ew qancî bi wan kiribû, wan ji bi navê wî AKUR mazin kiribûn û bilind kiribûn. Ew parastgahên ku bi navê wî bûn. Ew yê ku bi Şamaş re mirovên pêşî duman afirandibûn. Ew mazin bû. Nûnamnîr heya wî ji waqasan ji hebû. Ew ji yekî aqilê wî demên wî yên pêş dîtin bû.Li azmana wê ji ji xwe re cihekî pir mazin çêkiribû.Ew çihê wî ji yazdanê azmana Anu pêve ti kesekî nizanî bû. Ku dilê wî dixwest wî riya xwe digirt û diçû wir û li dinyê dimeyîzend.Îştar ji li cem Ubar-Tutu bû. Wî ew dîtin. Li wan dimeyîzend. Îştar li jiyanê pir dihizirî. Wî şanî mirovan ji dide ku wê çawa jîn bibin. Îştar li jiyanê di naqabîna jin û mêr der, dê û keç û kur û bav de wê çawa li hevdû meyîzenênin û nêzîkatiyê li hevdû bikin kifş kiribû. Wî ji wan re gotibû ku wê li ber hevdû çawa bin. Wê, jin bixwe bi gotin kiribû. Wê, ji bo ku di jiyanê de ti şewişîti nebe di nav her kom hebûnan de tewş dabû ava kirin. Tewşa jiyanê di jiyandinê de wî afirand û mayînda kir. Ubar-Tutu wê ew ji bicih anîbana. Wilo di baxtê wî de hatibû nivîsandin. Weke ku çawa ku keyê Urê Amarsûena, Enlîl bakiriyê li cem xwe û jê re gotiya ku “divêt ku zagonên ku min kifş kirin bicih bêne anîn. Ji wê dûrnekevin”. Weha wî ji wî re gotibû.Piştre Enlîl ji ber ku li gor wî û gotina wî hatibû kirin, dewlemendiyeka mazin dabû wan. Ew ji her alî bi ser xistibûn. Jiyana wan xweş kiribû. Dadî, di nav wan de bicih bûbû.Enlîl wilo Ubar-Tutu ji biribû cem xwe û pêre axiftibû.Enlîl mazinê mazinan bû. Keyê keyan bû.
Ubar-Tutu piştî vegereha bû, ji bo navê Enlîl parastgahaka mazin ava kiribû.Hemû kerpîçan çêkiribû.Ji ava sor afirandibû.Ew ji pir qayim hatibû çêkirin. Enlîl deme ku ew wilo dibîne pir kêf xweş dibe û piştre li baxtê Ubar-Tutu gelek mazinbûnan dinivîsêne.Dike ku herkesek li gotina wî bihisêne.Deme ku Ubar-Tutu yê bavê Utnapîştim ji dibe key êdî dibe keyekî mazin. Li welatê Kengîr êdî demeke nû wê bi wî re dest pê kiribana. Wilo li wî û li baxtê wî hatibû nivîsandin. Îştar ji ev yek dixwand û di dît. Wê ji zagotinên jiyanaka pêşketî afirandibû. Wî jiyan bi gelek awayan anîbû ser ziman. Îştar hêze xwe ji Nînmah digirt. Îştar kiribû ku ji bo navê Nînmah ji parastgaha mazin Ubar-Tutu ava bike. Ev yek kiribû dilê wî de û wî ji çêkiribû.
Ubar-Tutu piştî ku li bûbû key, êdî hin bi hin mazin bû. Li dore xwe hata naskirin.Mirovekî ku ew nas ne dikir neman bûn.Li ber Degrê wî ji xwe re qasreke mazin ava kiribû. Pir mazin û bilind bû. Li gor wî û maziatiye wî bû. Tişte ku yazdanê wî kiribû dilê wî de, ew li gor wê jîn dibû.Hin bi hin dem ji weke ava ku di degrê de diharikî di xwe de û bi mirov re diharikî. Rojekê Ubar-Tutu di qasre xwe ye ku çêkiri û mazin de ye û mirov ji tên û li ber wî re di buhurin. Îştar wilo dike ku yek diber wî re diçê û ku di ber wî re diçê ji, dikeve dilê wî de. Ew ji yeke ku pir xweşik û pir delal bû. Te digot ku qet Aya destê xwe bi ser serê wê re biriya û anîya û xweşikatiyeka mazin weke kirasakî pir xweşik lê kiriya.Wilo xweşik dihata xuyakirin. Ew ji keça Îştar Nînjanah bû. Nînjanah pir xweşik bû. Deme ku Ubar-Tutu wê dibîne ji dilê wî bi carekê re diçê ser wê. Bi carekê re, çawa ku ew wê dibîne, êdî ji bo wê bidest avêtinê dike.Îştar dilê wî dibîne ku ji bo wê diavêje. Wê pir hij Nînjanah dikir. Dilê wê bi wê ve bû. Weke kahrikeke ku ji nû ve bûyî û hê ji nû ve çavên xwe li jiyanê vekirî û pir xweşik dimeyîzend, wê wilo dimeyîzend. Deme ku dimeyîzend ji, bi wan avirên xwe yên ku bi wan dimeyîzed, agir di dilê yên ku de di dît de pêdixist. Weke xwarinaka ku li ser Tifikê bikelê, weke weke şîrekî ku bi fûrê, weke nanekî germ ku ji nû ji tanûrê derketi û hê germ ku mirov destê xwe didiyê de û mirov bi wê germbûna wê were xwe, mirov li ber wê xweşikatiyê dihata xwe, wilo li mirov dihat.Wilo dil di buhurî û bikel dibû.
Ubar-Tutu di cih de were dixweze çem xwe û bi wê re bidest axiftinê dike. Piştre destê wê digirê û li ber wê xweşikatiyê wê sikir ji navê Îştar re dike. Îştar vê yekê ji devê wî hiş dike û pir kêfe wê têt. Piştre Ubar-Tutu destê wê digirê û diçê ber Îştar û jê dixweze ku ew bibe jina wî.Îştar diêje jê re erê. Piştre ew ji jiyana dikina yek. Îştar, hemû tişt ji berê ve di serê xwe de hunandibû. Hemû tişt weke xwesteke wê dibû. Hemû tişt weke ye dilê wê dibû.
Nînjanah, hê ku hatibû ber destê îştar û weke keça wê mazin bûbû. Ew keça keyek bû. Bavê wê keyek ji keyê Urukê bû. Lê rojekê Enlîl lê tû xazabê û wî dişêne û piştre ew ji wir ne vegerihê. Kes nizanê ku çi jê hat. Navê wî Uba-turi bû. Pişt wî re kurê wî dikeve dewsa wî de. Kurê wî ji piştre pê dihisihê ku Enlîl li bavê wî hatiya xazabê. Piştre diçê ser kevirekî reş di rûnihê û digirî. Enlîl wî dibîne û xwe dike awayê mirovekî ku ew nasdike de Şanah-kila de û tê cem wî pêre dipeyîvê. Deme ku pêre dikevîyê ji, êdî jê dipirsê ku ka çima digirî û wilqasî bikele û dilê wî di fûrê.Ew nizane ku ew Enlîl bixwe ya. Ew ji wî re ya dilê xwe ji wî re dibêje û bahsa bavê xwe yê ku pir bîre kiriya dike. Hingî bi hest û ji dil bahs dike, Enlîl dilê wî zîz dibe. Piştre, ew ji wî re dibêje ku Enlîl wê wî mazin bike.
Enlîl ku wilo ji wî re dibêje piştre gotina xwe ji bicih têne. Wî mazin dike wî dike keyek ji wan keyên ku pir mazin bû. Wî dike şervanekî pir mazin. Wî dike şervanek ku bi adû û çinan re ji bi keve şer de lê wan ji têk bibe. Her weha pênûsê li baxtê wî dixe. Belit wi dibîne û ew azmûnan derdixe pêşîya wî. Lê ew bi ser dikeve. Ji ber ku Enlîl di baxtê wî de wilo serketin nivîsandiya.
Ew bixwe dikeve pir şeran de.Diçê pir der û meran.Li gelek deran rastî pir tiştên ku Belit derxistina pêşîya wî têt.Lê çi derdikeve pêşîya wî, ew bi ser dikeve.Ew wan têk dibe. Her ku mazin dibe û bi ser dikeve, êdî navê wî li gelek welat û der û deveran tê bihistin.Ew bixwe ji navê wî Anasa-kîla bû.Ew bi hêz û mêreniye xwe pir tiştan pêk têne. Ew navê xwe li gelek deveran dide nîşandin. Ew di deme xwe de li welate xwe li dore wê hêtne ku ti kesek nikaribe ji wan bibuhurê çêkiribûn. Wan hêtan pir jiyana wan di parast.Ji ber vê yekê ji xalkê wî pir pêve girêdayî bû. Anasa-Kîla bi navê Îştar û Enlîl parastgahên mazin avakirin. Îştar ji ew ji bo ku bi ser bikeve, li cem wî bû. Nînjanah bûbû weke keçeka wê ye li ber dest. Pir pêve girêdayî bû.Ji wê re bûbû Nîndîngîreke pir mazin.Bi vê yekê ew ji mazin bûbû.Îştar ew biaqilekî mazin dabû naskirin û hevirdorê de.Îştar, deme ku Ubar-Tutu di hizirê û paşaroja wî dihizirê, wê ji di paşarojê wî de dihizirê.Ji ber vê yekê ew di wê heyeme de derxistibû pêşiya wî û wî ew dîtibû.Ubar-Tutu ji deme ku wê dibîne pir bi evîneke mazin wê ji dil pêşwazi dike.Bi vê yekê, êdî deme ku ew wê dibîne, êdî bi wê re tê ber Îştar û jê dixweze ku jiyana xwe bike yek.Îştar ji, vê yekê erê dike, bidilxweşî.
Piştre ku demek têved diçê, êdî li welatê xwe mazin dibe.Lê rojekê Îştar xwe dike awayekî dî de û tê cem wî û dike ku wê bi riyne din ve bişêne. Îştar dike ku ew herê bi Degre. Di wê demê de li ber degrê pêşetineke mazin mazin hebû. Herkesek di asîti û wekhevîyê de jên dibûn. Jiyanaka xweş, herkeek jîn dikir. Dî wê demê de yê ku ew aşitî û xweş bûn çê kiribû ji keyekî bi navê Baqarta bû. Ew ji pir mazin bû. Hingî mazin û xurt bû û bi zane bû, xalkê navê wî li welat kiribû. Lê navê herêmê wî Gerza bû. Jê re Gerza baqarta ji dihata gotin. Ewder pir mazin û xweş bû. Di nav car daristanan de bû. Her çar der û deverên wê asê bûn. Daristanên dore wê ji pir tişt têde bûn. Gelek ajal û sawal têde hebûn. Lê gelek giyan û nebat ji hebûn. Gelek şênî û zevî ji têde hebûn. Pir cihekî ku xweş bû. Li wir ku axa Urukê ji di nav de di bin de keyekî de digihê hevdû. Ew ji Ubar-Tutu ya. Ubar-Tutu kudrete wî mazin bû ya. Lê piştî ku Ubar-Tutu Nînjanah dibîne û dil dikeviyê de, êdî piştre wê dike mehra xwe de û dike jina xwe. Îştar ji vê yekê pir dil xweş dibe. Îştar li ser vê yekê, li jiyanê gelek zagonan diafirêne.
Ubar.Tutu, kê ew naskiribana, ji heybete wî bi bandûr dibû. Hingî bi heybet bû. Ew deme ku li dibe key, êdî bi wê heybete xwe serweriya xwe çêdike.Lê ew ne Îştar û ne ji Enlîl ji bîr dike. Ew çend wan bi bîr têne û navê wan dihildê, wilqasî ji ew ji riyeka mazin ku wî bilind dike didine ber wî. Her ku ew têre diçê ji, mazin û bilind dibe.
Li ber destê Ubar-Tutu gelek mirovên ku mazin hebûn. Yên ku pir hêze wan hebû bûn.Yên ku li azmana dimeyîzendin û rê di dîtin.Ubar-Tutu bawerî bi wan anî û piştre gote wan “win ji bawerîyê bi Enlîl û Îştar bênin”. Wan ji bawerî bi wan anî. Ji vê yekê ji, ew pir kêfxweş û dilxweş bû.
Ubar-Tutu, piştî ku ew bû key, êdî wî navende xwe kira ber ava degrê û li wir navende xwe ava kir. Her kê jê pir ku ka çima ewder naqand ji bo navanditiyê, wî got yazdanan evder kire serê min de. Ji gelek dever û deran mirov hatina wir. Li wir civîyan.Wê çaxê, Bajarqad hebû. Ewder pir mazin û pêşketî bû. Ubar-Tutu herdû der kirina yek û navende xwe mazin kir. Yazdanên wî ji pir alî wî kirin.Wan rê şanî wî da.Wan ew di her kirina wî de bi ser kir. Ubar-Tutu bi wê serketinên xwe mazin bû.Her der kirina bin destê xwe de.Wî gelek der û dever ne bi şer û mer kirine bindestê xwe de.Lê Ubar-Tutu pêşî di nav Yazdanan de yekitî çêkir di nav mirovan de.Ev yekitî bû hîmê mazin bûna wî.Wî pir mazin jîn kir.Wî navê Îştar û Enlîl li her derî belav kir.Di bin serweriya Anu de azman bû yek. Di bin serweriya Ubar-Tutu de ji ard bû yek û serweriya wî erê kir.
Îştar, rastkirin girte ser xwe. Piştre wê xwest ku wê rastkirinê di bin keyitiya Ubar-Tutu de mazin bike. Ji ber vê yekê ji Bi aqilê mazin Enlîl re axift.Piştre çû cem Antum û Enkî. Enkî navê bahra mazin ji bû.Wî pir tişt di nava xwe de diparast.Ew pir bi aqil bû.Wî zagonên xwe serdest kiribûn. Deme ku Îştar çû cem wî û ji wî ji ev yek xwest, êdî wî ji ji wê xwest ku Ubar.Tutu li ser navê wî parastgahê vekê. Navê wî hertimî bi bîr bênin.Wî ev yek da pêşîya wan. Piştre Îştar hata cem bavê xwe Anû û gotiyê de, “bike di bin perde te de li dinyê Ubar-Tutu mazin bibe.Wê pir keyitiyeke mazin bike”.Wî ji destûr da û got “bila”.Piştre deme ku ew hat ku were û herê cem Ubar-Tutu, di rê de ew rastî Nînlîl jina Enlîl hat û ew lev sekinîn. Îştar ye dilê xwe ji wê re got. Piştre Nînlîl ji gotiyê de, “ku deme wê hat, ezê rojekê qanciyekê bi te bikin” û êdî ji wir çû. Wê ji, wê pêve ti tiştek ne got. Îştar piştre ku Nînlîl ji cem wê çû, û hinekî bi wirde çû, êdî wê dît ku wê berê da Azmana û Eanna parastgaha azmana.Lê Îştar li pey wê ne çû. Piştî ku ew çû, êdî wê weke ku berê di serê xwe de kifş kiribû, kete riya xwe de û ku herê cem Ubar-Tutu. Deme ku ew hata cem Ubar-Tutu, hê ku wî ew ne dîtî, wê ew dît û dît ku wa Ubar-Tutu li ser navê wê parastgahekê çêdike. Îştar pir kêf xweş bû ji vê yekê. Piştre çû cem wî û wê xwe şanî wî da. Haya demeke dirêj li hevdû rûniştî man. Reş, kete ardê de. Piştre ji azmana Nanna Îştar dît ku wa li cem Ubar-Tutu ya û êdî wî nehişt ku bibe reş û dinye bi rohniya heyve rohnî kir.Piştre Îştar bi Ubar-Tutu re çû hundurê parastgahê û lê hinekî ma. Yên ku di çêkirinê de kar dikirin ji, xweşiyek her yekê kire dilê wan de. Ku deme têve çû, êdî Nînjanah ji hata ku were çem Ubar-Tutu. Hingî hê ku ew ne gahayî cem wî, wê dît ku wa yek wa li cem wî ya.
Piştre Nînjanah ji bi lezekê re meşî û çû cem wan. Ew ji hinekî ku meşî êdî gaha dem wan û bi wan re ma. Ew kete hundurê parastgahê de.Îştar parastgaha li ser stunan bû. Hêtne wê yê pir xweşik hebûn. Ku li hundur hinekî man, piştre bi hev re kirin ku derkevin.Ku derketin êdî Îştar ji cem wan winda bû. Ew, çû cem bavê xwe antum. Piştî ku ew ji wir çû, êdî Ubar-Tutu û nînjanah bi tenê man. Ew ji piştre çûnê hundurû û li hundur ji xwe re li hevdû rûniştin. Ubar-Tutu weke ku bi hizir bû. Di serê wî de tiştne ku wî didana hizirandin hebûn.Nînjanah ev yek pêre kifş kir.Lê tiştek ne got û ne ji pirsî. Qey, li bendî wî ma ku ew tiştekî ji wê re bêne ser ziman. Ubar-Tutu dilê wî bi Nînjanah ve bû.Pir dilê wî pêve bû.Nînjanah ji dilê xwe bi wî kiribû.Wê ew di dilê xwe de bicih kiribû.
Ubar-Tutu û nînnajah ku hatina hundur, êdî li hundur li hevdû rûniştîn. Piştî ku rûniştin, xwarinaka pir xweş hata ber wan û wan xwar. Ubar-Tutu piştî ku wan xwarin xwar û mana sekinî piştre ji ew hizirkirina xwe berdewam kir.Di serê xwe de pir di hizirî.Her ku dem têve diçû bala Nînjanah ji bêhtir diçû ser wî.Lê wê ti tiştek ne digot.
Ubar-Tutu êdî key bû.Li welatê Kengîr êdî ew keyekî ku mazin bû.Li ber degrê wî qasre xwe ye keyitîyê çêkiribû.Li wir ew bicih bûbû.Lê wî xwe li dore xwe dabû naskirin. Ew weke keyê demê hatibû naskirin.Êdî herkesekî keyitiyê wî erê dikir.Wî Ubar-Tutu wê keyitiyeke mazin kiribana. Wê ber degre haya ku digaha herême Şernehê hemû bi daristanên wê ve wê di bin serweriye wî de bana. Wilo, li ser baxtê wî hatibû naskirin. Yazdanê rojê Utu ji welatê wî xwe dikir. Ew ji li cem wî bû.Yên ku xwestibana û hatibana ser wî, wê barq û êgir ew bi şûn daban xistin. Ew pir xurt bû.Dadîya yazdanê mazin Babbar hin bi hin dirûnist. Anzu ji, deme ku diçûna nêçîre ew di parast in ji hov û êrîşên dîn.Wî dhişt ku deme ku çûne nêçîrê vegerihin ji. Ew wilo mazin bû. Yên ku Li ber Ubar-Tutu rabûna, Îştar wilo kiribû ku wê cihê wan di arallu de bana. Ew, li wir di nav êgir de ban.
Ubar-Tutu keyitiyê wî mazin bû.Yazdanan ew erê kiribûn û pîroz kiribûn.Axa lagaşê ye Bo ji kiribûn bi serweriye wî de.Ji Bo ji xwestibûn ku li cem wî bê. Wê ji gotibû, “ku ew ji min re parastgahên mazin çêke û bide çêkirin, bila. Wî ji gotibû erê. Wî di nav yazdanan de weke ku li ser ruyê ardê yekbûnak bixwe çêdikir. Ew digahandina hevdû.Ji deme piştî kuştina Abzu re şerên mazin di nav yazdanên wan de qawimî bûn.Lê Abzû, piştî ku ji dinyî çûbû ji, li dinyê dide şînkirin û şîn dibû. Abzû, yandanê û baweriya pêşî bû. Bo, deme ku Îştar diçê cem û dibêjiyê de “xweha mîn li Ubar-Tutu ti ji piştgirîyê bike, da qana ew mazin bibe”.Ew ji piştre bi mêre xwe Urnîngîrsû re diaxivê û bahsa Ubar-Tutu dike û dibêjiyê de ku Îştar hatiya cem wê û gotiyê de û jê xwestiya ku piştgiriya Ubar-Tutu bike. Unîngîrsû kurekî Enlîl û û heya wî ji hemû Tiştî hebû. Wî, zanibû ku Nûnamnîr baxtê wî ew kifşkiriya û erê kiriya û daya erê kirin.Piştre ku Bo ye xweha Îştar wilo Unîngîrsû re dibêje û ew ji wilo bersive dide wê, êdî piştre ew ji di cihê xwe de dimêne sekinî.Bo, li nav çavên wî dimeyîzenê û fahm dikê ku di serê wî de tiştek heya ku ew li ser dihizire. Wî di serê xwe de di wê heyemê de hinek hizir dana çêkirin. Lê Bo, nîzane ku ew çiya di serê wî de ya, ku wî di serê xwe de afirandiya.Piştre bi qadarekê re Unîngirsû ji cem jina xwe Bo, diçê û diçê û rê digirê û tê ku were cem Ubar-Tutu. Piştre ku ew hata cem Ubar-Tutu, êdî wî xwe şanî wî de û pêre bidest axiftinê kir. Gotiyê de”ez, birayê Nûnamnîr û kure Elîl û nêre û mêre Bo ye xweha Îştar nahaka li cem te me. Ezê piştgirîyê dime tê.Lê ti ji, nahaka tişte ku ez ji te bêjim tê bike.Bi navê min li wir parastgahekê avake û têde ji min re bila berg bê kirin. Navê vir, bike Surrupak. Bila li vir herkesek vêderê wilo nas bike. Piştre bi kiştê herê ber herêmê Şernehê û li wir li daristana wir ye ku tişî darên barû û behivana û hê gelek tiştên din têde hene, li wir di nav daristanê de herê û ku ti çûyî tê bigihê qasreke mazin. Li wî qasrê bi sekinê û bikeve hundur. li hundurê wir dewekî haft serî heya û were ser serê te. Lê divêt ku tu wî tê bibe. Ku ti wî têk nebe, ew piştre êrîşî xalkê te bike û wan bi kujê. Ew bêrehetiyê di nav de çêke. Babbar ji ji vê yekê wê nexweş bê. Ji ber vê yekê divêt ku di herê wir. Lê berî ku ti herê wir, ji Kî, Anu, Utu, Nanna, Enlîl re berg bike.Wê çaxê tê bi serkebikeve.Ku ti bi serketî, hingî, wê li wir di welatê de wê dadî serwer bibe. Wê çaxê wê kurê Kîttû û Meşarrû Babbar wê ji tê dil xweş bibe. Hingî wê di welatê de dadî û wekhevî bibe. Hingî wê Ea ji ji tê xweş be.Hingî wê Nînsun aqilê t mazin bike di serê te de. Hingî wê Îgigîyan ji azmana hemû wê te bi parezên ji ne başîyan. Hingî te bi ser bikeve.Ji bo Nîsaba genim pir bide, ji Samuqan ga û conaga bixweze ji cohtkirinê û bide mirovên xwe bila coht bikin”. Îştar ji, hatibû cem wan, lê heya wan jê ne bû.Wê xwe kiribû awayê jina berdestê Nînjanah Sîdu de û li wan dihisand. Haya ku ew li cem hevdû mana sekinî bi hev re axiftin, ew li cem wan ma û li wan hisand.Çi gotina hevdû, wê his kir.
Piştre ku Unîngîrsû ji cem wî Ubar-Tutu çû, êdî ew ji ji hundur derket.Wê xwe şanî wan neda û ji wir derket.Lê piştî ku Unîngîrsû ji wir çû, Ubar-Tutu pir kete hizran de. Pir di serê xwe de ji Nînsun aqil û têgihiştin xwest. Jina wî Nînjanah ji piştre hatibû cem wî. Wî ji kiribû ku pêre bi peyîvê.Lê piştre ku dîtibû ku ew pir bi hizire, êdî di cihê xwe de mabûbû sekinî û ti tiştek ne pirsî bû. Ubar-Tutu navê wêdera ku Unîngîrsû jê xwestibû heriyê de bihîstibû. Pir gîyan û acîniyên ku ji mirov re xatara ne li wri hene. Wî ew zanibû. Lê ew ji baweriye wî li wir tam bû. Çavên wî tiştekî ne di tirsaha. Wî zanibû ku yazdanên wî li cem wî ne û hertimî wî gotina xwe girin û wê wî bi parezên. Wê ew zanibû.
.. Piştre bi qadarekê re Nînjanah kir ku bi peyîvê pêre û jê bi pirsê ku ka li ser çi wilqasî bi hizir e.Lê deme ku wî kar kir ku bi peyîvê berî wê Ubar-Tutu mafê axiftinê girt û li ber wê axift.Jê bahsa danûstandina xwe ya bi mêr Bo Unîngîrsû re kir û tişte ku wî jê xwestî jê wê re anî ser ziman.Ji serê haya binî ji wê re anî ser ziman.Piştre ku ji wê re anî ser ziman, êdî piştre ma sekinî di cihê xwe de. Ti lavz êdî ji devê wî derneketin.Ma sekinî di cihê xwe de û hisand. Nînjanah ji li nava çavên di meyîzend.Lê ew dihisandinê de bû. Wê ti gotin ne digot. Ew ji bi bêdeng bû.Ubar-Tutu ne tenê keyek bû. Mirovekî k pir xurt ji bû.Karî bû ku bi şeran re bikeve er de ji.Wilqasî xurt bû.Wilqasî li xwe bû.
Piştre bi qadarekê re devê deriyê wan lêxist.Ku devê derî hata vekirin, êdî Ubar-Tutu dît ku wa Îştar e. Îştar hata hundur û li wî rûnişt. Piştre wî bi dilekî zîz li Îştar meyîzend û pêre bidest axiftinê kir.Bahsa Unîngirsû riya ku dayî pêsiya wî kir.Wê ji, piştî ku wî jê re hemû tişt anî ser ziman, êdî jê te got ku “nahaka ezê çi ji te re bêjim, li min bihisêne. Berî ku ti bi rê bikeve û herê, here cem Gizzida û jê bixweze ku bila nivîştaka tê çêke bide tê. Ew nivîşt wê riya jiyana ji te re veke. Wê te ji kirin û xirabiyên ku Namtar bike ku bêne serê te wê te xilas bike. Wê tê bi rehetî di riya te de bi ser bixe. Piştre ku Nîngizzida nivîşt da te, piştre ber avê û li kiştekê suwar bibe û herê. Lê haya cihê ku tê bi kiştê herê, nehêla ku ne destê te û ne ji ti derên te bigihine avê. Ku ti gahayî ber keviya avê aliyê dî, hingî wê Namtar derkeve ser ruyê ardê û xwe bike awayê pir tiştan de û were ser te de. Lê jê ne tirsa. Ku ti jê bi tirsihê, hingî, ew wê te bi xwe re bibe binê ardê. Êdî tê ji wir dernekeve.Her awayê ku wî xwe kiriyê de û ti jê buhurti, wê baweriyekê bike dilê te de û serketivtinekê li ser navê te naqş bike. Li ber wî her serketina ku te bidest kir, wê wî hinekî dî di jiyanê de bi kirinê wî re wê wî li ber te kêm bike.Lê divêt ku berî ku ti ji malê derketî û çûyî, sê kavir û bizinên hît û sê gayên xurt bi gurêne û bike xêr û serq.Deme ku te ew ji gurandin, bêje bila dil Ji Îştar re be, bila Serî ji Antum re bê û bila ling ji Îgê re bê. Piştre ku te gurandin, sê sofreyên jev cude ji wan dêne û li ser hersêkan ji bixwa. Piştre bi rê keve”..
Iştar wilo got, êdî wî ji got bila û piştre weke wê kir.Çû sê kavir, sê bizinên hît û sê gayên xurt anîn û serî jê kirin û weke ku Îştar jê re got kir.Wî li ser hersê sofreyan bi mirovan re xwar.Piştre kir ku bi rê bikeve. Piştre ku bi rê ket êdî pêşî rê girt û çû ku herê cem Nîngizzîda. Deme ku çû ku herê cem Nîngizzîda, di rê de rastî yekî pir pîr tê. Ew mirovê pir weke ku zanibe ku ew wê herê kuderê lê dimeyîzenê û Ubar-Tutu fahmdike.Piştre ew dibêjiyê de yê pîr, “ka bi min re were, ezê te bima cem yê ku ti dixweze ku ez tê bibima cem yê ku tê herê cem wî.Ubar-Tutu deme ku wilo his dike, pir şaş û acêmayî dimêne. Lê zilam ji, weke ku afsûnekê li wî bike, ew xwe ji bandûra wî xilas nake.Piştre k hinekî diçin, êdî Zilamê pir dibêje ji Ubar-Tutu re “ez yê ber destê Nîngizzîda me. Wî dît ku ti tê cem wî, êdî ez şandima pêşîye te. Ez nahaka ji ber vê yekê li vir im. Ku wî wilo got, êdî piştre navê xwe ji got ku got ku “navê min Pîlinşar e”.Deme ku wî zilemî wilo got, Ubar-Tutu hinek weke ku şaş û mat ma. Lê xwe ne berda. Zilêm çi jê re got wî ji weke wê kir.Devere ku zilêm ew da pêşîye xwe û biriyê de, wî ne got ne.Hin bi hin ku diçûn weke ku herine nav daristanaka mazin. Wilo wî di xwe de hîs kir.Hin bi hin ku diçûn ji, pêre sewh ji çêdibû.Sehwe ku wî girtibû ji, sehweke ku mazin bû.Lê wî di xwe de dikir ku nede der. Piştî ku zilêm da pêşîye wî û çûn, êdî piştre ne bi gelekî re gihiştine devereke ku pir xweş û xweşik. Weke ku ji dinyeyekê werine dinyeyeke din li Ubar-Tutu hatibû.
Piştre ku hinekî meşîn, êdî piştre çûn û weke ku çûne bi ber qasreke ku pir bilind ve. Hin bi hin ku bi ber ve diçûn wî wilo di dît. Ku hinekî dî ji çûn, êdî Ubar-Tutu bi tememî dît ku wa bi ber qasreke ku li ber çavan pir xweşik xuya dike, bi ber ve diçin.Hin bi hin ew û zilem nêzîkî qasrê dibûn.Piştre ku hinekî dî ji meşîn, êdî gahana ber devê derîyî qasre ku di dîtin. Deme ku gahana ber devê derîyê qasrê, hê ku ne wî û ne ji zilên ti tiştek kirî, derî ji xwe re li ber wan vebû.Ubar-Tutu li wê hinekî bi sehw bû.Lê li xwe dikir ku nede der.
Ku derî li wan vebû, êdî çûn û ketine hundur de. deme ku çûne hundur, Ubar-Tutu dît ku wa hundurekî pir xweşik e. Te di got ku qey mirov ji dinyeyekê hatiye û ketiye dinyeyeke din de.Wilo li mirov dihat.Wilo li Ubar-Tutu ji dihat.Ku ketina hundur de, êdî di hundur de hinekî meşîn û çûne mezeleke ku pir mazin. Ku çûn û ketine wê mezelê de, êdî dîtin ku wa mirovekî ku pir pîr wê rûnişti ya. Deme ku wî ew dîtin, bakira Ubar-Tutu “Ubar-Tutu, mirovê ku yazdanan naqandî, bi ber min ve were”.Deme ku wî wilo got êdî ew ji bi ber wî ve çû. Ku çû û li ber wî sekinî, êdî wê mirovê pîr ji ber xwe tiştek derxist û da wî û gotiyê de “ti ji ber vê hatiyî vir, hi ji te re” û kire destê wî de.Piştî ku wî wilo got, êdî Ubar-Tutu fahm kir ku ew Nîngizzîda ya. Ubar-Tutu deme ku her weha hizrek di serê wî de şaq da, kir ku li ber wî bêje. Lê Zilêmê pir firsand ne da wî û ne hişt ku bêje. Pêre kete axiftinê de jê gelek pirs pirskirin. Her pirse ku wî ji Ubar-Tutu kir, Ubar-Tutu bersive wê pirsê da.Lê deme ku Ubar-Tutu diaxift û bersiv dide ji, di serê xwe de dihizirî û ji xwe re her weha di got, ku ew mirovê weha zane û gelekî serwerte hebe nebe Nîngizzîda ya.Wilo di serê xwe de hizir kir. Zilemê pîr ji li ber wî bû û li nava çavên wî dimeyîzend.Piştre bi qadarekê re weke ku ew hizirkirina di serê Ubar-Tutu de bibîne û ew çi di serê xwe de hizir dike zanibe lê meyîzend û pirsên ku wî di serê xwe de ji dipirsî, wî bidest bersivdana wan kir.Ubar-Tutu li ber wê yekê bêhtir acêmayî ma.Piştre wê di serê xwe de biqanî bû ew ku Nîngizzîda ya. Piştre di nava axiftinê de Ubar-Tutu got zilemê Pîr “ti Nîngizzîda bixwe yî”.Ku wî wilo got, êdî Wî zilemî ji bersive wî da û got “erê, raste” û hwd.Piştre hinekî ma sekinî û li nava çavên wî meyîzend.Ew yazdanê dara jiyanê bixwe ji bû. Çi di jiyanê de hebana û bûbana, heya wî jê hebû.
Piştre ku Nîngizzîda çi ji Ubar-Tutu pirsî û ku wî bersive wî da, êdî piştre weke gotina dawiyê jê re bêje lê zîvirî û her weha jê re axift.”Wê tişte ku min da te, şîl neke û ji berxwe dernexe. Hinek nanê çêkirî, hinek genimê ku dibe nan û hinek hevirê ku wê bûbana nan têde heya.Lê di nav de ji hin gotinên ku wê bi afsûna xwe te bi parezên ji têde hene.Di avê re herê. Wê li ber çavên te pir tiştan çêke lê ne tirsaha. Wî pir xuraxurê ji nava xwe bêne lê ne tirsiha. Wî pêlan çêke lê ne tirsiha. Wî kişte bê wî alî û aliyê dî lê ne tirsiha.Wê bi hertişte ku bike wî kê ku sehwê li ser te çêke lê ne tirsiha.Ku ti buhurtî aliyê dî, êdî ew tişte ku mîn da te veke.Lêji bîr neke, haya ku ti neçê aliyê dî ne veke.Vê ji bîr neke.Wî cihê ku te ew lê vekir, wê aqilekî bike serê te, dijminekî derxe ber te û wê şûrekî kê destê te”. Ku Nîngizzîda wilo ji Ubar-Tutu re got, êdî piştre ne bi gelekî re, deme çûne Ubar-Tutu hat û wî ji kir ku herê.Ubar-Tutu ku ji cem Nîngizzîda derket, Pîlinşar ji pêre derket. Pêre hata haya devê derî. Ku ew hatina devê derî, êdî Ubar-Tutu kir ku bikeve riya xwe de û herê.Lê Pîlinşar lê meyîzend û gotiyê de ” ku ti ketî nava avê de di kiştê de nehêla ku ti carî haya ku ti bibûhurê aliyê dî çavên te bêne girtin”. Ubar-Tutu got “bila” û ji cem wî vaqataha.Ubar-Tutu deme ku ji cem wî vaqataha, tişte ku Nîngizzîda dabûyê de wî pir di destê xwe de jidahî digirt.Lê pêre ji pir merak çêkiribû. Wî, dilê wî dixwest ku wê weke û lê meyîzenê.Lê Nîngizzîda gotibûyê de haya ku ti çûyê aliyê dî y avê piştre veke.Ev yek ji di serê wî de bû.Di wê heyeme de wî hem ev yek hizir dikir û hem ji bi meraqa xwe re şer dikir.
Ubar-Tutu ku weke qadarekê meşî, êdî gaha ber kişte xwe ye ku wê bikeviyê de û herê. Deme ku ew hata ber kiştê hinekî li ber ma sekinî.Dilê wê jê xwest ku li şûn xwe ve meyîzenê. Lê wî xwe girt û me meyîzend.Piştre kete kiştê de û ku li ser avê re herê.Piştre wî kişt kire nav avê de û kir ku bikeviyê de û herê.Lê di wê heyeme de di deme ku kir ku bikevê kiştê de dengek ji şûn xwe ve his kir.Di wê heyeme de di dilê xwe de wê ji xwe got ne meyîzenê.Lê di dilê wî de aliyekî wî ji digot ku meyîzenê.Dengê Jinekê wî his kiribû.Dengekî ku lê pir xweş hatibû wî his kiribû.Piştre, ku ew hinek ma sekinî piştre li şûn xwe ve meyîzend û dît ku wan jineka pir xweşik li wir sekinîya.Jina ku li şûn wî sekinî bû, pir xweşik bû û pîxwas bû.Ku Ubar-Tutu lê zîvirî û lê meyîzend êdî jinikê kir ku pêre bi peyîve.Ku Ubar-Tutu bi tememî li jinekê zîvirî, êdî ew jinike xweşik pêre peyivt û jê re got destê xwe neda avê nehêla ku laşê tê ji bigihê avê”.Ku wê wilo got jê re êdî Ubar-Tutu hew dît ku jinike xweşik ji ber çavên wî winda bû. Jinik pir xweşik bû. Pova wê haya bi noqa wê dihat.Pir ciwan ne dihata xuyakirin.Lê pir xweşik bû.Weke ku heyve têhna xwe dabûyê de.Wilo xweşik dihata xuyakirin.Lê Ubar-Tutu nasnekiribû ku ka ew kî ya.Lê di dilê wî de ji pir bi meraq cih girtibû. Piştî ku wê wilo got û ji ber çavan winda bû, êdî hinekî sehw kete dilê Ubar-Tutu de.Lê Ubat-Tutu ne hişt ku tirs bikeve dilê wî de.Li ber xwe da.
Piştre bi qadarekê re wî kişte kire nav avê de û ketiyê de ne hişt ku ew bigihiyê de.Piştre bi kiştê kir ku herê.Lê di dilê wî de meraqe wê jina pir xweşik ku kî bû di dilê wî de bû.Ji wî re pir û pir meraqeka mazin çêkir.Ku Ubar-Tutu kete kiştê de weke ku Unîngîrsû û Nîngizzîda jê re gotibû kir.Ne hişt ku av bigihiyê de.Lê ku kete avê de û di nav avê de çû ji, êdî ku ji keviyê dûrket, av li ber çavên wê weke ku reş bibe lê hat.Weke ku reş û tîr bibe lê ber çavên wî hata xuyakirin.Piştre li ber çavên wî ji hinekî dûr ve weke girevkên biçûk hatina dîtin. Piştre wî dît ku masîyên mazin di avê de serê xwe derxistin.Wî ew masî di dîtin. Hinek ji wan pir mazin bûn.Deme ku çavên wî bi wan re ket hinekî weke ku xûf di dilê wî de çêbibe lê hat.Lê xwe ne berda.Pişt ku hinekî çû, êdî dît ku wa masî yekî pir mazin derkete pêşî ye wî û bi pêlên ku dana çêkirin ne hişt ku kişte wî herê.Lê Ubar-Tutu li ber xwe da û da kiştê ku kişt herê.Piştre, ku hinekî dem têve çû, êdî Ubar-Tutu dît ku wa masî pêre axift û jê pirsî, ku tê çê kuderê.Ubar-Tutu ji masî re got, e”z li ber ava degrê dimênin. Rojekê min min dît ku wa Îştar hata ber mîn û bi min re axift.Bahsa ber ava degrê kir û got ji min re li wir qasrekê ava ke. Min ew ne sikand û min qasrek ava kir. Piştre Nûnamnîr hata û gote min ti êdî keyê vir î. Wî ev yek kişf kir.Piştre Enlîl baxtê min wilo kişf kir. Piştre Îştar ceraka dî hata cem min û gote min di baxtê de nivîsiya ku ´te bê keyê van herêman hemûkan.Piştre ku ew ji cem min çû, Unîngîrsû hata cem min û gote min ji bo ku ti bibe keyê vederê tê hinek pêdivîyan bicih bêne. Piştre wî gote min here cem Nîngizzîda yê ku xwediyê hizre û nasa jiyanê hemûyê ye bila ew nivîştekê ji te re çê û bide. Piştre min ji were wî kir û ku ew ji cem min çû, êdî ez ketima rê de û çû ku herime cem Nîngizzîda.Lê ku çûm ku ez wî bibînin û ku ez pir dihizirîm ku ka ezî çawa wî bibînin, min dît ku wa zilemekî pir pîr wî di riya ku ez diçim de sekinîya.Ku ez gahama dehma wî, ez lê sekinîm û piştre wî gote min were ezê te bibîme cem Nîngizzîda. Piştre ez li vê yekê pir mama şaş û mat.Wî, piştre navê xwe ji min re got û got ku ez Pîlinşar im. Wî ez birim cem Nîngizzîda û wî ez li cem wî hiştîm û ew ji ber çavan winda bû.Piştre Nîngizzîda xwe bi min da naskirin û piştre ku em hinekî bi hev re man, êdî wî ez nivişt ji min re çêkir û da min û gote min ne veke heya ku ti herê aliyê din yê avê. Ez piştî ku ji cem wî derketim êdî hatima ber kişte xwe ku bikevima avê de û herim.Lê li ber avê min jineke pir xweşik dît ku te digot ku qey heyve têhne xwe daye de, wilo xweşik û sipahî bû.Lê wê gote min ne hêla ku di bigihê avê û piştre hew min û ji ber çavên min winda bû. Ew aciniyek bû an ji perîyek bû an nizanim.Lê wê sehwe xwe li ser min çê kir”.Ubar-Tutu wilo got û ma sekinî. Piştre ku ma sekinî, êdî masî li ber çavên wî bû zilemek ku pir xurt û bihêz dihata xuyakirin û pir levhatî.Piştre ew zilem axift ji Ubar-Tutu re û her weha jê re got”.Ez kurperîyê vê avê me. Ew jina ku te dît ji Sît e. Ev di vê avê ji jîn dibe.Wê em çêkirin. Ew cerna xwe dike masiyak di avê de ya û cerna jina li keviyê ya.Lê wê destûr daya tê ku ti herê. Ku wê destûr nedabana tê, wê kişte li wan pêlên ku berê nahaka hatina te wê binav bûbana.Lê divêt ku ti ji navê wê re berg bike û li ber avê ji navê wê re parastgahekê çêke”.Ku wî kurikê pir xweşik wilo ji Ubar-Tutu re ev got, êdî Ubar-Tutu ji bersiv da wî û jê re got bila û piştre ew cereka dî di avê de bû masî û ji ber çavên wî winda bû. Ku ew ji ber çavan winda bû, êdî hinekî sehw û li xwe bawer bûn kete dilê Ubar-Tutu de.Bi wê baweriyê di kiştê de diçû.Lê nizanibû ku wê li pêşîye wî çi derkeve pêşîye wî.Wê yazdanan çi derxistibana pêşîye wî.
Ku ew hinekî dî ji di kiştê de çû, êdî dît ku wa li ber wê weke girevekê tê xuyakirin.Ubar-Tutu, deme ku wî ilo dît, di dilê xwe de xwestekek çêbû ku kişte xwe bikişêne wir û li wir meyîzenê.Lê wê, di dilê xwe de li ber wê xwestek di dilê xwe de da û xwest ku di riya xwe de herê.Ubar-Tutu, ku kişte wî gaha ber nêzîkî cihê ku weke ku gireve, bi carekê re dît ku girev ji ber çavên wî winda bû. Ma sekinî û bi çevne şaş û mat li wir meyîzend.Kişte wî piştre çû bi wir ve.Weke ku hêzek kişte bide ber xwe û bibe bi wir ve wilo lê hat.Ubar-Tutu li ber xwe neda û kişte bi wî ve hişt ki herê.Ew mirovekî ku ji xwe biêmin û bi bawer bû.Çi derketana pêşiya wî, wê wî ew têk biribana.Wê ti tiştekî nikaribana li ber wî sekinîbana.Her weha ew ji xwe bi bawer bû.Şûrê wî ji di ber wî de bû.
Ku hinekî çû û geha cihê ku weke ku girev bû, li wir ti tiştek ne dît.Tenê av bû. Ew di kişte xwe de û kişte wî ji di nav avê de bû.Her weha wilo di wê rewşê de bû.Weke qadarekê ku li wir meyîzend û ti tiştek ne dît, êdî wî kir ku ji wir kişte xwe bike rê de û ji wir herê.Piştre wî berê kişte ji wir zîvirand û kire riya wê ya ku wê ew têde çûbana.Ku hinekî ji wir ji, meşî û çû, û weke qadarekê wir dûrket ji, piştre ji dûr li şûn xwe ve meyîzend. Deme ku meyîzend, ti tişt ne dît.Deme ku ti tişt ne dît, êdî wî ruyê xwe zîviranda ber xwe û kir ku di kişte xwe de herê.Lê çawa ku wî ruyê xwe zîviranda ber xwe, êdî weke ku dengek were wî lê hat.Bi weke ku den hatina wî re, wî ruyê xwe careka dî zîvirand û li şûn xwe ve meyîzend. Deme ku wî meyîzend, wê carê dise weke ku ew girev wî dît.Wê çara ji pir ma şaş û mat.Êdî berê xwe da bi wir ve û weke ku nexwezê, berê xwe ji wir bizîvirêne lê hat.Wî hema wilo li şûn xwe meyîzend.Çend ku kişte wî jê dûr diket, wî di dît ku weke ku hine mirov li wir hene. Li wê yekê ji pir ma şaş û mat.Di dilê xwe de xwestekeke ku pir mazin çêbû ku careka dî vegerihê wir.Lê deme ku ew xwestek di dilê wî de çûbû, êdî ew deme wî ye pêşî hata hişê wî û bi bîr kir ku deme ku girev bi ber çavên wî ket û ew çû wir, wî li wir ti tiştek ne dît.Wî di dilê xwe de ji xwe re got ku hinek yazdanên ku hij min nakin, dibêt ku dixwezin ku min ji riya min bikin.Ev hizir ji di serê wî de çêbû.Lê xwestekeke pir mazin di dilê wî de rudabû.Wî xwe zor li ber wê digirt.Piştre ku kişte Ubar-Tutu hinekî çû, êdî piştre di dilê xwe de biryara xwe da ku vegerihê û herê û wir bibîne.Piştre wî da kişte xwe û berê zîvirand û da bi wir ve careka din.Ku wî berê kiştê da bi wir ve, û ku wî kişte xwe bi wir ve kire bi rê de wê carê, haya ku ew geha ber wir, wî çavên xwe ji wir ne qusandin.Haya ku hata wir wî li wir meyîzend û wê çarê ji ew girev ji ber çavên wî winda ne bû.Ew li wê yekê pir ma şaş û mat.Çawa ku bû ku cara pêşî wî, deme ku wî girev dît û çû ber ve dît ku wa girev li ber çavên wî winda û wê carê ji wî çavên xwe jê ne qusandin û haya ku hata wir û wê carê ji ber çavên wî girev winda nebû. Ku bi kişte xwe geha ber girevê, êdî li ber girevê sekinî û kişte xwe ji ji avê derxist ji ber ku di nav avê de nemêne û li ber avê neçê û ew li wir neçar nemêne.Ku wî kişte xwe kişanda keviyê û li li ber keviyê bi daraka ku ne dûrî avê bû û weke ku pir kevn bû ve werîsê wê girêda û piştre kir ku ji wir herê hinekî li nava girevê meyîzenê.Lê hê ku ew gavekê neçûyî, dît ku wa çend mirov li ber wî sekinîn.Mirov hatin û li ber wan sekinîn.Mirov weke ku cil li ser wan nebûn.Lê tevî ku cil li ser wan nebûn ji weke ku laşê wan bi perdeyeke sipî ve hatibû nixûmandin. Her weha dihata xuyakirin.Sê mirov bûn, Hersê ji ne di temenê hevdû de bûn. Her yek ji yê din maztir dihata xuyakirin. Yê mazin pir dirêj dihata xuyakirin. Weke dû mirovan dirêj dihata xuyakirin.Yê navê ji wî biçûktir dihata xuyakirin.Yê ji wan biçûktir ji ji wan biçûktir dihata xuyakirin. Hersê ji pêva wan dirêj bû.Lê pêva wan bi şûn ve girêdayî bû, weke ye jinekê.Yê mazin hata ber Ubar-Tutu û û kir ku pêre bi peyivê. Ku hata ber Ubar-Tutu, êdî pêre peyivt û ji jê re got ku “hinekî bi ber min ve were Ubar-Tutu yê ku yazdanan ji bo keyitiyeke mazin naqandî”.Ubar-Tutu ku wilo ji wî hiskir, êdî bi ber wî ve çû.Lê di dilê wî de wê çi bike an ji bêje ji weke pirs hebû.
Ubar-Tutu ku ber wî çû, êdî çû û li ber wî sekinî û lê meyîzend.Ku Ubar-Tutu hata ber wî û sekinî, êdî Ubar-Tutu ku hinekî ma sekinî, êdî jê re axift û weha axift:
“Ez Ubar-Tutu, yê ku keyê Surrupak e û bavê û bavêbavê wî ji keyê wir bû. Nûnamnîr ez naqadim. Piştre ez kifş kirim.Piştre rê û tişt dana ber min û pêşîya min.Min wî çi got bi cih anî. Ew kurê Enlîl û mazin e. Piştre ku carekê ew hata cem min û ji min re got ku “ti key” î, êdî piştre ez wilo hatima naskirin.Bavê min ji nû ve miribû.Lê Enlîl qadarekî mazin dayê de û ew hilde azmana.Piştre ez hatima dewsa wî. Piştre Îştar dayika mazin hata cem min û bi min re axift.Wî gelek tişt ji min re got û da pêşîye min. Min tiştên ku wê gotin û dana pêşîye min ji bich anîn.Piştre ew çû ji cem û çû cem xweha xwe Bo û ji wê re bahsa min kir.Jê ji bo min. Piştre Bo ji bi Unîngîrsû re axift û jê re tişte ku Îştar anî ser ziman, wê ji wî anî ser ziman. Piştre ew, ku ew jê re axift, piştre hata cem min û wî ji hinek tişt dana ber min û ez pêk bênim.Gote min ti çê bi cihê ku jê re dibêjin Şerneh û li wir di nav daristanê de qasrek heya û tê çê wir û tê li wir gelek tiştan bibîne.Min ji got bila.Piştree wî gote min herê cem Nîngizzîda û ku ti çûyî cem wî, wê ew niviştek bide te û di nava avê de herê û haya ku di nav avê de bê û hê ku negahayîbê aliyê de te wê nivîstê ne vekê.Min ji wilo kir û çûme cem Nîngizzîda û deme ku ez çûm, di rê de min mirovekê ku pri pîr bû min û wî ez dama sekinandin û gote were Ubar-Tutu ezê te bima cem Nîngizzîda.Deme ku wî wilo di cih de navê min got, ez pir mama şaş û mat û xûf kete dilê min de.Lê min xwe ne berda.Lê ez li bayê wî çûm.Wî çi got û bi kuderê ve birim, min ne got ne.Haya cihê ku wî ez birimê de.Cihê ku wî ez birimê de cihê ku Nîngizzîda lê bû bû.Deme ku ez çûma cem wî, êdî wî bi navê min bakira min û piştre gote min were nêzîkî min.Ez çûma cem wî.Min hingî fahm kir ku ew Nîngizzîda bû.Piştre ku wî nivîstek ji ber xwe derxist û kire destê min de.Piştre ku wî ew nivîşt kire destê min de, êdî tembih li min kir ku haya ku ez herimê aliyê dîyê avê ez ne vekim.Piştî ez ji cem wî vaqataham ji, êdî ez hatima ber avê ku bikevima kişte xwe de û herimê aliyê dî. Min hingî, hê ku ez ne ketibûbûna kişte xwe de, min dît ku wa jineke ku pir xweşik û serxwe derkete ber min.Piştî ku min ew dît êdî ez lê zîvirim û min wê ji gote min di avê re herê wê kişte te haya bi aliyê di yê avê herê wê tiştek ji te newê û wê ji gote min, ku ti çûyî aliyê din yê avê nivişte xwe veke.Piştre hew min dît ku ew ji ber çavên min winda bû.Piştre xûf kete dilê min de.Lê min xwe ne berda.Ez ketime kişte xwe de û min kir ku kişte di nav avê de bibim.Piştre ku kişte min kete avê de û hinekî çû, êdî hinek ji keviyê wirde min masiyekî pir mazin dît.Weke ku hata bi ser min de.Lê deme ku hata ber min, hingî, li ber min bû ciwanekî pir sipahî û li serxwe.Piştre min navê wî pirsî.Wî pêşî gote min em perîyên avê ne. Gote min navê min Sêf ê.Piştre wî navê wê jina pir xweşik ku li ber avê min dîtibû ji min re got.Got navê Sît e. Piştre gote min wê em çêkirina.Ew xwediyê vê avê ye.Piştre wî gote min wê destûr daya te ta ku ti di avê de bibuhurê.Piştre wî masiyê ku bûyî ciwanekî pir xweşik gote min wê destûr daya te. Te êdî bi rehetî di riya xwe de herê û piştre ji ber çavên min winda bû.Piştre ku ew ji ber çavên min winda bû, êdî min min riya xwe berdewam kir. Ku hinekî hatim, êdî min dît ku wa gireveke li ber çavên ket.Piştre min kiştre xwe ajote bi ber wê gireve ku min dîtî ve.Lê deme ku ez gehama cihê ku min girev lê dît min dît ku wa li ber çavên winda bû. Min tenê xwe di kişte xwe de û kişte xwe ji di nav avê de dît.Ez li wê yekê mama şaş û mat.Lê piştre ku min kişte ji wir ji ajot ku herimê cihê ku ezê herimê de.Piştre ku ez hinekî ji wir dûrketim, êdî ji meraqa xwe min carekê li şûn xwe meyîzend.Lê min dise ti tiştek nedît.Lê piştre ku min ruyê xwe zîviranda ber xwe û min kir ku kişte xwe biajom, êdî weke ku min dengek hiskir.Wilo li min hat.Deme ku wilo li min hat, êdî min serê xwe zîvirand û min meyîzend li şûn xwe.Lê wê carê, deme ku min meyîzend ji, min dît ku wa girev li şûn min maya.Wê li wir girevek heya. Ez li wê yekê pir şaş û mat mam.Lê min ne hişt ku tirs û xûf bikeve dilê min de.Piştre dilê min pir ji min xwest ku careka dî kişte vegerênim û werime ber keviye girevê.Lê wê carê deme ku ez hatim min hîç çavên xwe jê ne birrî ta ku ez hatima ber keviyê.Wê carê, ku ez hatim êdî ez hatima keviyê girevê. Piştre ku ez hatim êdî min win li vir dîtin”..
Ku Ubar-Tutu wilo ji wan re axift.Êdî piştre ne bi gelekî re wî axiftina xwe bidawi kir.Ku wî axiftina xwe bidawî kir. Êdî piştre yê mazin kir ku bidest axiftinê bike.Piştre ne bi gelekî re ji êdî ew axift û û her weha ji Ubar-Tutu re got:
“Ubar-Tutu, ti li min bihisêne.Li dore xwe meyîzene ku ka tê çi bibêne. Ev girev, gireveke ku di nîvê avê de ya. Lê herkesek nikarê wê bibîne.Yên ku li vê girevê jîn dibin ji, yên ku nemir in.Jiyana ji wan re haya dawiyê hatiya hasibandin.En girev pir yazdanan mazin têde mana. Herkesek vê girevê nabînê.Ev girev afsûna wê heya. Afsûna wê di cewherê jiyanê de veşartiya. Cewherê ji li vir e. Ev ji, bi jiyana nemir e..
Li vir, hemû tişt li ser zagonên xwe ya.Ji jiyana derve ya ku win jîn dibin ji wê çudatira. Li vir, jiyana bi awayekî dî heya.Em ji bi awayekî din hene.Ti kesek ji mirovan me zêde ne bînê. Kî em çêkirin. Enlîl em bi baxt kirin û Nîngizzîda ji jiyana li vir bicih kir..
Ez pir mazin im. Li min meyîzenê Ubar-Tutu.Ez, ev deh hezar salin ku li jiyanê me li vir. Min jiyanê ku wê demê de buhurî min hemî dîtiya. Navê min bixwe ji Dî ya. Evê di rex min de ku hinekî ji min biçûktir xuya dike birayê minê ji min biçûktira ew navê wî Ti ya. Yê ji wî ji ku biçûktir tê xuyakirin ji, birayê me yê hê biçûktira Ew ji navê wî Lêh e”.
Wî li ber Ûbar-Tutu wilo axift û got, piştre ma sekinî di cihê xwe de û êdî ne axift.Lê bala Ubar-Tutu pir bi hey li ser wan bû. Hersê ji pir bizane dihatina xuyakirin. Weke mirovne ku pir dîtibûn bûn.Wilo dihatina xuyakirin. Ubar-Tutu wilo di derbarê wan de di serê xwe de geha qiyatê.Piştî yê mazin gote Ubar-Tutu “bi min re were” û ew da rex xwe û bire hinekî bi hundurê girevê ve.Deme ku ew ketina rex hevdû de û meşîn herdû mirovên din ji ketina rex mazin de û meşîn.Lê ew ji serê haya wî kêlîkê ti gotin ji devên wan derneketibû.Ew bêdeng mabû bûn.Wan dihisand. Wê yekê bala Ubar-Tutu kişand.Lê Ubar-Tutu ti tiştek negot.Yê ku gotibû navê min Dî ye, Ubar-Tutu da rex xwe û bîre ser avekê.Deme ku ew çûna ser avê, Ubar-Tutu pir ma şaş û mat. Ubar-tutu dît ku wa av du rengê.Goleke biçûk ye avê bû.Lê ne zêde mazin bû.Lê hinekî weke ku fireh ji bû.Lê avê di wê golê de pir zelal dihata xuyakirin.Lê av ji nêvîyê xwe haya ku dihata keviye xwe, weke ku rengê xwe diguharand.Wilo dihata ber çavan. Ubar-Tutu deme ku li avê meyîzend û lê ma şaq.Piştre ku ew hatina ser avê. Yê mazim û navê wî Dî bû, ji Ubar-Tutu re got “ji dilê xwe li avê meyîzenê, tê ye di dilê xwe de têde bibîne”.Deme ku wî wilo got, Ubar-Tutu weke ku nizanibe wî çi li ber wê gotina wî bêje ma sekinî di cihê xwe de di wê heyeme de.
Ubar-Tutu li ser avê sekinî ya û ew yên din ji di rex wî de sekinî ne. Yê mazin li nêzîkî wî sekinî ye û weke ku bala wî li ser Ubar-Tutu ye. Ubar-Tutu ku weke qadarekê meyîzend li avê, êdî piştre wî dî ku wa av li ber çavên rengê xwe guharand.Deme ku wî wilo dît, êdî bala wî bêhtir çû ser avê û weke ku ma şaş û mat di cihê xwe de di wê heyeme de.Piştre ku av li ber çavên wilo weke ku rengê xwe guharand. Êdî av li ber çavên wî bû weke hêawêneke ku têde tişt û mirov têde têne xuyakirin.Ubar-Tutu deme ku wî wilo dît, êdî bêhtir ma şaş û mat. Lê wî weke ku ne dixwest ku wî şaşbûn û matbûna xwe bide nîşandin tevdigerehe.Wilo dixwest ku xwe bide berçavan.Piştre ku wilo li avê hat, êdî ne bi gelekî re Ubar-Tutu dît ku wan weke ku jinaka ku pir xweşik ji nîvê wê awêne avê derket û hata ber wî û li ber wî sekinî û li nav çavên wî meyîzend û piştre bidest axiftinê kir.Ji Ubar-Tutu re wê jinê got “Ubar-Tutu, yê ku yazdanan naqandî.Ti di riya baxtê xwe de yî.Ev rê wê gelek tiştan derxê pêşiye te û wê gelek tiştan bêne ber çavên te ji. Lê tê bi ser keve. Bahsa tê te wilo hatiya nivîsandin.Lê ku ti vegereheyî malê ji min re bi navê Sîtê parastgahaka avaka û têde berg bike ji min re. Nahaka ku ti bêje bêje erê, wê çaxê ezê alî tê bikim”. Ku wê wilo got, êdî Ubar-Tutu ji bi çavne lê biraq bersiv da wê û got “bila” û hwd.Piştre, ku Ubar-Tutu got erê, êdî jinê di nav avê de riyaka mazin şanî wî da û gotiyê de tê divir ver herê.Ev rê, wê tê gihêne cihê ku te heriyê de. Lê ku ti ketî rê de ji bîrneke ku ti carî li şûn xwe ne meyîzenê, haya ku ti bigihê dawiye rê. Ku ti meyîzenê li şûn xwe, wê rê gelek belayan derxe pêşiya te ji bo ku ti negihê cihê ku tê heriyê de. Bila çavên te ne bi tirs bin”.Wê wilo got û ma sekinî. Ubar-Tutu ji pir lê dimeyîzend. Ew jin çavne wê yê pir xweşik û mazin hebûn.Ku mirov li wê dimeyîzend, bala mirov di cih de diçûne ser çavên wê di wê heyeme de.Wilo bi bal û xweşik bûn.
Ubar-Tutu ku ew jin lê axift, êdî piştre wî hew dît ku wê bi wan hersêkên ku pêşî wî ew dîtibûn re wê bi tenê ma. Wan ji lê dimeyîzend. Weke bêhnekê wan lê meyîzend. Piştre ku weke ku bênhek çû, êdî yê mazin lê axift.Deme ku ew lê axift, jê re weha axift,”li min meyîzenê û bihisêne ka ezê ji te re çi vebêjim. Dinye rasta. Em li ser wê rastiyê jîn dibin. Tiştên ku te berî nahaka bi bêhnekê dîtin rast in.Tiştên ku tê dîtin û hiskirin ji bîr neke. Nahaka ji vir herê bi riya xwe ve.Lê tiştên ku tê li vir hiskirin ji bîrneke. Ev girev wê hertimî haya ku jiyan hebe wê hebe. Dara jiyanê li wir bitirha.Nîngizzîda li wir wê çandiya. Bi destê wî hatiya çandin. Were ezê nahaka tê bima ber wê carê”.Ku wî wilo ji Ubar-Tutu re got. Êdî da pêşiye Ubar-Tutu û bi nava Girevê ve çûn.Herdukên din ji di rex wan de dimeşîn diçûn. Lê deng ji wan dernediket.Rêzeke wan ye mazin ji yê mazin re hebû.Wilo dihata berçavan.Ubar-Tutu ev yek di wê heyemê de kifş kiribû.Deme ku lê dihata meyîzendin, ev yek pir baş û qanc dihata berçavan.
Ku hinekî meşîn êdî hatina ber avaka ku mazin. Ava ku hatina ber, weke ku mazin bû.Di nava girevê de bû.Li ber daraka ku pir kevn û qurmê wê pir stûr dihata xuyakirin, dihata ber çavan.Deme ku hatina wir, rastûrast çûne ber darê û li ber sekinîn.Deme ku Ubar-Tutu hata ber darê, wî dît ku wa bayek wê tê li bin darê.Ew ba ji, ku mirov di bin darê de di sekinî, weke ku di nava xwe hinek dengan bêne guhê mirov li mirov dihat.Ubar-Tutu deme ku li bin darê sekinî bû, wilo lê hatibû.Wî ew dengên ku di nav bê de hatina guhê wî, wî di wê heyeme de hisdikirin.Ubar-Tutu, weke demekê wî li xwe bayê wan dengan berda û li wan hisand. Wê hisandina wî weke bêhnekê berdewam kir.Piştre yê mazin û navê wî Dî ye, hata ber wî û li ber wî sekinî û kir ku pêre bi peyivê.Ubar-Tutu deme ku ew hata rex wî, êdî wî berê xwe da wî û weke ku lê bihisêne berê xwe da wî.Piştre wî kir ku bi axivê.Lê berî ku bi peyîvê ji, ji rex wî hinekî bi ber darê ve çû û sekinî.Deme ku sekinî ji weke bêhnekê li darê meyîzend.Piştre bê ku ti gotinan di wê heyeme de bêje, berê xwe da bi ave li ber wan û ser ave û li ser ave li ser lingan ma sekinî. Ubar-Tutu bala wî li ser wî û li wî dimeyîzenê.Weke ku bixwezê ku ka ew wê çi bike bi meraq lê dimeyîzend.Ew ji weke ku di wê farqê de bû.Deme ku lê dihata meyîzendin, ev yek di wê heyeme de jê dihata fahm kirin.Dî, deme ku ew hata ser avê, wî destên kirine nava avê de û herdu destên xwe di nava avê de gehandina hevdû û kirina weke kulmekê û ew kulme xwe ji tişî av kir û anî binê darê. Ubar-Tutu lê meyîzend û meraq dikir ku ka wê çi bike.Bi meraq lê dimeyîzend.
Piştî ku ew bi kulme xwe ye avê hata binê darê, êdî li binê darê ma sekinî û li Ubar-Tutu meyîzend û gotiyê de “nahaka ti meraq dike ku ka ezê çi bikim, li min meyîzenê..” û ma sekinî bi bêdeng. Weke ku wî di dilê xwe de ti tiştên dixwandin.Piştre bi bêhnekê wî ava destê xwe bire binê darê û berda ber qurmê darê.Deme ku wî av ji destê xwe berda, ne weke kulmek av ku berdê ber qurmê darê, weke ku cêrek av berdê ber qurmê darê ard şil bû.Ubar-Tutu pir ma şaş û mat li ber wê dîtina xwe di wê heyeme de.Piştre wî dît ku wa hin bi hin ber darê, weke ku devek vebe bû.Deme ku Ubar-Tutu wilo dît, êdî hê bêhtir ma şaş û mat di wê heyeme de.Dev, ku vebû, êdî Ubar-Tutu dît ku wa yê mazin da pêşiye wî gote Ubar-Tutu “were Ubar-Tutu, ka tê çi bibîne” û da rex û bire hundurê wir.Deme ku wî gote Ubar-Tutu were, weke ku hêzêk wî bike bin bandûra xwe de, wî li ber xwe neda û di cih de da rex wî û bi hev re çû û ketine hundurê wir de.Deme ku Ew ketine wir de, weke ku ji dinyeke herine dinyeyeke din li wan hat.Wilo li Ubar-Tutu hat.Ubar-Tutu xwe ne berda û di wir de bi wan re çû û çû, ta cihê ku wê herinê de.Ka wê çûban kuderê.Ubar-Tutu ev yek di wê heyeme de nizanibû.Lê dixwest ku bizaniyana.Di dilê xwe de pir ev yek dixwest di wê heyeme de.Ku hinekî çûn, êdî hatina derekê ku pir rohnî bû.Ubar-Tutu ji wê yekê ma şaş û mat.Di bîre wî de bû ku dev li darê vebûbû û ew ketibûnê de. Vêce nahaka ew rohnî dîtin ji, wî şaş û mat dikir. Piştre ku ketina nava rohnîyê de, êdî di nava rohnîyê de meşîn û hatina derekê ku wa miroveke bi tenê lê jîn dibe û pir pîr bû û pir li ser xwe bû.Ew mirov ji jinek bû.
Deme ku ew hatina wir û hatina ber wê jinê û li ber jinê sekinîn, êdî jinê bi navê Ubar-Tutu bakiriyê de.Deme ku wê bi navê wî bakiriyê de, ew ma şaş û mat. Piştre ku wê bi navê wî bakiriyê de û gotiyê de hinek bi ber min ve were û ku Ubar-Tutu ji bi ber wê ve çû, êdî jinê, ku ew li ber wê sekinî, lê meyîzend û weha gotiyê de,”Ubar-Tutu, ez matmayîmê ji çavên te dixwênim.Deme ku ez li te dimeyîzênim, ez te şaş û mat. Dibînim. Lê ne şaş bibe û ne ji mat bibe.Li min meyîzenê û bihisêne, ka ezê ji te re çi ji bo te bênim ser ziman. Ti keyê ku hati naqandinî.Ti keyê ku li ber ava degrê yê ku wê keyitiyê bike yê. Nûnamnîr ti kifşkirî. Îştar aqil da te û rê şanî te da û ti keti riyan de û hatî haya vanderan. Unîngirsû hata cem û gote divêt ku ti herê cem Nîngizzîda û ku ti çûyî cem Nîngizzîda û wî nivîşte biafsun da te. Deme ku Piştre ti hatî ber avê û ku ti bikeve kişte xwe de û ku bi rê bikeve û herê dewa (herême) Şernehê, lê tê li ber avê Sît ji dît, lê te ew nasnekir.Piştre ti ketî kişte xwe de û di nav avê de hatî û te di nav nava avê de periyên avê yên ku wê afirandina Fên ji dîtin. Piştre ti ji wan re buhurtî û dihatî ber girevê.Lê te cara pêşî ku ti hatî ber girevê, tê dît ku girev li ber çavên te winda bû. Piştre ti ji wir ku sehw li ser te heyî te kir ku ti vaqatihê.Piştre ti ji wir vaqatahayî. Lê piştre ku ti hê zêde neçûyî, te carekê li şûn xwe ve meyîzend û te ti tiştek ne dît. Piştre te careke dî berê xwe da ber xwe û te kir ku ti bi riya xwe de herê.Lê piştre ku ti hê çend gavan ji neçûyî weke ku dengek hata ji şûn te ve û te li şûn xwe ve meyîzend û te careke dî wê carê dît ku wa girev li cihê xwe ya û li ber çavên te ya.Piştre sehw û meraq bi hev re bi te re çêbûn.Te di dilê xwe de piştre xwest ku carekê dî vegerihê wir.Lê di dilê xwe de aliyekî dilê te, gote te riya xwe berdewam ke.Te bi vê yekê hinekî bi xwe re şer ji kir.Lê piştre te biryara xwe da û ti vegereheyî girevê û wê carê dihatî ser girevê û tê girev dît.Piştre ti rastî Dî, Ti û lêh hatî û nahaka vêce wan ti anî vir û nahak ti li vir î. Vêce ka ti ji min re bêje, ew baxtê yê ku haya vir anî, ji bo ku ti çi ji min bixwezê ti anî vir?Ji min re bêje”.Deme ku wî wilo axift, Ubar-Tutu pir ma şaş û mat.Bi çevne bi heybet lê şaq dimeyîzend.Ubar-Tutu piştre li ber hinekî ma sekinî û piştre kir ku bidest axiftinê bike.Piştre ku bi dest axiftinê kir, weha axift li ber wê jinê û weha jê re anî ser ziman.
“Di baxtê min de weke bavê min bûna min ye key heya. Nûnamnîr ev yek kifş kir û da ber çavên min. Îştar bi min da revakirin û rê şanî min da. Îştar hata cem min û gote min tê bê key. Piştre ew ji cem min çû û çû cem xweha xwe Bo û jê xwest ku piştgirîyê bide min, da qana baxtê min baş bibe.Piştre Bo ji bi Unîngirsû re axift û jê re Îştar çi anî bû ser ziman, wê ji ji wî re anî ser ziman.Piştre Unîngirsû ku li wê hisand, piştre rê girt û hata cem min û ji min re got, ku ti ji min re parastgahekê ava bike û têde berg bide kirin ezê baxtê xurt bikim. Min jê re weke keyekî bersiv da û got bila. Piştre wî rê şanî min da û gote min herê cem Nîngizzîda ku yazdanê hizir û dara jiyanê ya.Got ku ew afsûnê ji dike.Ew pir xurte. Li ser û bînê ardê jiyanê ku hene ew zane.Min ji got bila. Piştre ku ew ji cem çû, êdî min xwe amede kir ku ez herim.Pêşî ez hinekî hizirîm. Piştre ez ketime rê de. Deme ku ez ketime rê de min hizir dikir ku ka ezê çawa wî bibînim. Ew yazdanê mazin bû.Piştre ku ez hinekî çûm, êdî piştre ez rastî mirovekî ku riha wî pir dirêj û sipî û cilne pir sipî li ser bûn û pir pîr bû û ku navê wî Pilînşar bû rast min hat û çawa ku ew hata ber min wî navê min got û gote min Ubar-Tutu were ezê te bime cihê ku tê heriyê de.Ez li wir mama şaş û mat.Min xwe li bayê wî berda û wî ez bi xwe re dama rex xwe û birim. Piştre wî ez birime qasreke ku pir xweş û xweşik.Li wir ku em ketine hundur de weke ku em herine dinyeyekê din.Ku em bi hev re ketine hundur de êdî li hudnur em hinekî çûn û piştre em gehana beşekeê di hundurê wê qasrê ku pir xweş bû û têde yekî dî dima. Deme ku em ketine wê beşê de, êdî ew yekê ku me dît ez naskrin û bi navê min bakira min û gote min Ubar-Tutu bi ber min were. Deme ku wî wilo ji min re got êdî ez bi ber wî ve çûm. Ez çûm û li ber wî sekinîm.Piştre min fahm kir ku ew Nîngizzîda bi xwe ya.Ku ew li bersekinîm, pêşî hinekî bi min re axift û piştre wî li nav çavên min meyîzend û niviştek ji ber xwe derxist û kire destê min de û gote min, ´ku ti gehayî aliyê din yê avê, hingî vê niviştê veke´. Min ji got ´bila´.Piştre ez di pêşengiye Pilînşar de ji cem wî derketim û hatima ber ave degrê û ez bikievime kiştê de, ku ez herimê aliyê din.Lê deme ku ez li ber keviyê bûm û hê ne ketibûbûma kiştê de û bi rê ne ketibûm, li wir, min jineke ku pir xweşik û li ser xwe dît. Wê ji gote min wê niviştê ku ti gehayî aliyê din yê avê veke.Piştre ew ji ber çavên min winda bû.Ew kî bû? Min hingî nasnekir.Piştî ku ew ji ber çavên min winda bû, êdî sehw û heybet li ser min çêbû.Lê min xwe ne berda.Piştre ez ketime kiştê de û min bidest çûnê kir.Ku hinekî çûm, min dît ku wa masiyekî pir mazina wê li pêşîye min e.Ez hingî pi bi sehw bûm.Li dise min xwe ne berda, Min xwe ji şerekî re amede kir û ez di kiştê de çûm.Piştre ku ez hinekî çûm, êdî piştre min ew masî careke dî dît û wê carê min dît ku wa ew masî li ber çavên min bû mirovak û hata ber min û bi min re bidest asitinê kir.Bû xortekî pir levhatî. Piştre gote min ´Sît destûr daya te ku ti nahaka di nav avê de herê.Nexwe wê ew pêlên ku berê hatibûbûna te wê te binav kiriban.Piştre wî ji destûr da min û min riya xwe berdewam kir. Piştre ku ez hinekî dî ji çûm, min êdî girevk dît.Lê deme ku min girev dît û min xwest ku herime berê û ku çûme berê û deme ku çûme berê, min dît ku wa ji ber çavên min winda bû.Ez li wir pir mama şaş û mat. Sehw ji li ser min çêbû.Lê min xwe ne berda.Piştre ku ez çûme wir û min li wir girev ne dît, êdî min ji wir kir ku kişte xwe berê bidime riya xwe û di riya xwe de herim.Min ji wilo kir. Lê deme ku ez ji wir çûm û hinek ji wir dûr ketim, min li şûn xwe ve meyîzend. Min wê carê ji ti tiştek ne dît.Ku min tiştek ne dît, êdî min berê xwe da ber xwe û min kir ku bi riya xwe de herim.Lê ew der û girev di aqilê min de bû.Piştre ku min careke dî berê xwe da ber xwe û min kir ku bi riya xwe de herim, hingî min dengek ji şûn xwe ve his kir. Deme ku min deng his kir, êdî min careke dî serê xwe zîvirand û min li şûn xwe ve meyîzen. Wê carê min girev careke dî dît. Deme ku min dît, piştre min ji xwe re pir meraq kir û min xwest ku vegerihime ber girevê. Lê dilê min ji aliyekî wê dixwest ku riya xwe berdewam bike. Piştre min biryara xwe da û hatima ber girev.Lê wê carê ji ber çavên min winda ne bû.Deme ku hatime wir êdî min Dî, Ti û Lêh dît. Piştre em hinekî li wir li hevdû man û me bi hev re axiftin kir. Piştre em bi hev re hatina bi hundurê girevê ve. Em hatina ber daraka ku li ber golele avê di sekinî. Li wir Dî çû ber darê û ji ber ji çû ser avê û kulme xwe tişî av kir û anî û berda ber darê û piştre devek vebû û em têde hatin û nahaka li vir in”.
Ubar-Tutu her weha pir dirêj wê jinê re anî ser ziman.Piştre jinê mafê axiftinê li wî girt û gotiyê de “li min meyîzenê Ubar-tutu, ez jineke pir im. Wilo tême xuyakirin.Lê tişte ku ez ji ji te re bêjim bike. Te nahaka bi riya xwe ve çê û tê gihê cihê ku ti heriyê de. Li wir te keve herimî deme ku ti ketî zore min bêne ber çavên xwe, ezê hingî werime cem te û alî te bikim”. Wê jinê wilo got û piştre ji cem wan çû.Piştre êdî wan ew ne dît.Piştre ku ew ji cem wan çû, êdî Dî li ber Ubar-Tutu maf axiftinê girt û axift û weha jê re anî ser ziman.”ji wê bi bawer be û lê bawer ke.Ew Yazdana hiş Hê ye.Ew hertimî bi bîr dike.Ew çi tê gotin û tê ser ziman his dike. Wê çi were ser ziman zane.Riya rast ew zanê.Ew di serê herkesekî de ya.Weke dayikake ku zaroka bêne dinye, ew ji hiş têne dinyê.Biaqil tê bi serkeve.Lê bê wê ji tê bêaqil bimêne û bi sernekeve. Wê ji zaniba”.Wî wilo got û piştre ma sekinî di cihê xwe de.Piştre herçar bi hev re ji wir hat û derketin. Ubar-Tutu hew dît ku wa ew bi hev re li derve li ber kişte wî ne.Ku hatina ber kiştê, êdî Dî li ber wî axift û gotiyê de “tiştên ku te li vir dîtin û hiskirin ji bêr neke û piştre gote Ubar-Tutu ´de êdî bi riya xwe de herê´.Piştre Ubar-Tutu hata ber kişte ku bikeviyê de. Deme ku berê xwe da kiştê û hata ber kiştê, êdî li cem kiştê kir k li Dî. Ti û Lêh meyîzenê, Lê deme ku wê li cihê wan meyîzend, wî ew li wir careke dî ne dîtin. Li wê yekê Ubar-Tutu pir ma şaş.Piştre hinekî li wir wî sehw çêbû.Lê ne kete dilê wî de ku wê tiştekî xirab li wir pê were.Piştre ew kete kişte xwe û kir ku bi riya xwe ve herê. Deme ku ew kete kişte xwe de û kişte wî di nav avê de bidest çûnê kir, Hişê wî ji li girevê û wan mirovên ku dîtibûn bû.Li wan dihizirî.Li wê jinê di hizirî.Ew jineke pir pîr bû.Lê piştî ku ew pêre axiftibû, piştre di cih de ji ber çavên wî winda bûbû.Piştre ew ji wir derketibûn û hatibûbûna ber kişte wî. Deme ku ji cihê ku ew lê bû, ku ji wir vaqataha bûm, êdî wî hew dîtibû ku wa ew li ber kişte wî ne. Li wê yekê ji pir mabûbû şaş û mat.Lê wî xwe ne berda bû. Li ber kiştê ji deme ku wî berê xwe dabûbû kiştê û piştre kiribû ku li wan meyîzenê, lê ew ji êdî li cihê wan ne dîtibûn.Piştre Ubar-Tutu ketibû kişte xwe de û êdî ketibû riya xwe de û di riya xwe de diçû.Lê aqilê wî li ser wir û tiştên ku dîtibûn û jînkiribûn bû.
Ubar-Tutu di kişte xwe de diçû.Weke demeke dirêj diçê û piştre dibbîne ku wa weke tê ber keviyê.Deme ku keviye avê dibîne, êdî bala wî diçê ser keviyê. Deme ku keviyê dibînê, di wê heyeme de carekê i şûn xwe ve ji dimeyîzenê.Lê deme ku dimeyîzenê, ti tiştekî ne bîne. Nivişte ku Nîngizzîda dabûyê de ji di destê wî de bû.Wî ew nivişt di destê xwe de pir jidahî digirt.Weke ku tiştekî bike distê xwe de û destê xwe lê miç bike û lê bijidêne kiribû.Di wê heyeme de wî destê xwe wilo jidandibû.
Deme ku geha ber keviyê, êdî wî kişte xwe kişanda ber keviyê û ew jê derket û pişte wî bi werîsê kişte xwe girt û ew hinekî dî ji derxiste dervî avê û piştre ew bi derekê ve girêda û piştre ma sekinî di cihê xwe de. Li pêşiye wî ji daristanaka pir mazin û gurr dihata xuyakirin. Ku weke bêhnekê ma sekinî di cihê xwe de piştre weke ku were bîre wî lê hat û li destê xwe yê ku nivişt têde lê meyîzend. Wî destê girtibû û jidahî girtibû.Piştre gotina Nîngizzîda hata bîre ku wê Niviştê li wir veke.Lê berî ku veke pêşî hinekî li destê xwe meyîzend. Weke ku di dilê xwe de hinekî xûf ji ber tiştne pêre çêbibin lê hat.Lê wî ji ev yeka di dilê xwe de fahm ne dikir. Wî fahm ne kir ku ew xûfe ku di dilê wî de çêdibû ji ber çi bû.Lê wî xwe jidand û ne hişt ku zêde wilo xûf di dilê wî de çê bibin.Piştre wî destê xwe hêdî hêdî vekir û nivişte di destê xwe de vekir.Wî niviştek bi hinek tayên ku weke ku mirov pê bike sûkrê de û lê pêçayîbûn dît.Piştre wî ew ta jê hêdî êdî vekirin û nivişt vekir.Deme ku wî ev vekir, dê wê heyeme de Ubar-Tutu zan dikir ku wê tiştek biqawimê.Di deme ku wî divekir de ev yek di dil û serê wî de hebû.Lê wî destê xwe vekir û nivişt ji vekir ti tiştek nebû.Wê nivişt vekir û weke bêhnekê di cihê xwe de ma sekinî û lê meyîzend. Piştre wî nivişte xwe ji destê xwe dernexist û piştre xwe lev da hevdû û kir ku bi riya xwe de herê.Lê di deme ku qavza xwe avêt û kir ku bikeve rê de û herê, Ubar-Tutu dît ku wa zilemek pir pîr û wê li pêşiye wî şaq da û derkete pêşiye wî di wê heyeme de.Ubar-Tutu deme ku wî ew dît, weke ku hinekî xûf bi sehwê re bikeve dilê wî de lê hat.Wî xwe wilo hîs kir.Piştre zilemê pîr rastûrast hat, û hat û li ber wî sekinî û gotiyê de “Ubar-Tutu di hatî ku herê herême Şernehê.Cihê ku yazdanan gotî tê heriyê de.Ez pîrê vê daristana ku ti dibînê ye.Navê min Zenga ya.Yazdana li vir baxtê min bicih kiriya. Lê temenekî pir dirêj ji dana min. Ez 140 salî me.Lê ezê hê ji jîn bibin.Nivişte ku Ningizzîda dabû te ji bike sûkre xwe de. Ew nivişt, deme ku ti ketî rê de wê gelek tişt derkevine pêşiye te. Wê ew nivişt te ji wan xilas bike. Wê acinî derkevine pêşiye te.Lê divêt ku ti ji wan ne tirsihê. Lê divêt ku ti wan nasbike.Naskirin wê bê hîmekî serketina te. Vê yekê ji bîr neke”. Wî zilemê pîr deme ku wî wilo got, hê ku Ubar-Tutu ti tiştek ne gotî û axiftî, pêşî nivişte xwe weke ku wî gotî kir û kire sûkre xwe de.Piştre kir ku pêre biaxivê.
Ubar-Tutu berî ku pêre bi peyivê, hinekî lê meyîzend.Ew zilem zilemekî ku pir pîr dihata xuyakirin bû.Kifş bû ku pir jîn bûya.Deme ku mirov lê dimeyîzend, mirov ev yek jê pir baş û qanc fahm dikir.Ubar-Tutu weke bêhnekê hizirî.Lê meyîzend.Çavên mirovên pîr ji li ser wî bû.Ubar-Tutu ew nasnedikir.Lê hebûna wî mirovî wilo zêde ti tirs ji wî ne dikire dilê Ubar-Tutu de di wê heyeme de.Deme ku ew axiftibû û di axiftina xwe gotibû Ubar-Tutu nivişte xwe divêt ku ti bike sûkre xwe de, piştî ku wî axiftina xwe bidawi kiribû û mabû bû sekinî, di cih de wî weke ku wî gotibû kiribû.Ubar-Tutu her weha li ber wî sekinî bû û lê dimeyîzend. Wê rewşe li hevdû meyîzendine wan ji weke bêhnekê berdewam kir.Piştre Ubar-Tutu kiribû ku biaxivê li ber wî.Lê di dilê wî de deme ku dikir ku biaxivê, tiştekî weke ku ew dide sekinanadin. Ubar-Tutu ev yek di wê heyeme de fahm ne dikir. Di dilê wê de weke ku hinek wî bidine sekinandin lê dihat. Du caran hewldabû ku biaxivê.Lê herdu caran ji mabû sekinî. Mirovê pîr ev yek pîre kifş kiribû.Lê wî ji ti tiştek ne gotibû. Wî tenê li nava çavên Ubar-Tutu dimeyîzend.Ubar-Tutu li lê dimeyîzend.Hêzeke di wê heyeme de dikir ku serweriye xwe li Ubar-Tutu bike.Piştre Ubar-Tutu ev yek hizir kir.Îştar ji ew ji jor dişopand. Lê Ubar-Tutu ew ne di dît.Lê wê ew didît.Ma gelo Îştar li Ubar-Tutu Dimeyîzend? Wê rewşê weke bêhnekê ber dewam kir.Piştre Ubar-Tutu xwe li hev da hevdû û bi wî mirovî re kir ku bi axivê. Deme ku bidest axiftinê kir ji, her weha li ber wî axift:
“Ez ji beravê Degrê li wir xwediyê jiyana xwe me. Li wir jiyana me pir xweş û pêşketiya. Bavê min key e.Lê ew kala êdî û êdî nikarê zêde herê û were. Wî di ciwaniye xwe de pir gemş kir bi mêr û şêran re.Lê îro ew pîr e.Ez piştî ku ew pîr bû, ez bûme key.Lê berê wê, Nûnamnîr ez kifş kirim û dama naskirin. Piştî ku wî ez dama kifşkirin û naskirin, êdî yazdanan piştgiriye min kir.Lê berî hingî ji Lipît Îştar li cem min bû.Wê hertimî rê şanî min dide. Min jê re berg û merg dikir.Lê rojekê piştî kifşkirina min e ji aliyê Nûnamnîr ve, ew hata cem min û gote min divêt ku ti xwe bide berçav.Piştre wê gote min ezê li cem tem bûm û hertimî te parezêm. Piştre ew ji cem min çû û çû cem Bo. Deme ku çû cem Bo, êdî ji Bo xwest ku piştgirîyê bide min.Wê ji piştre rê girt û û çû cem Unîngirsû û ji wî ji xwest ku piştgirîyê bide min. Piştre ku Bo bi Unîngirsû reaxift, piştre ew hata cem û û bi min re axift. Wî gote min herê cem Nîngizzîda. Ku ti çûyî cem wî, wê ew nivişte pîroz û bi afsûn bide te. Ew wê alî te bike. Piştre ku wî wilo ji min re got û rê da pêşiye min, êdî min ji got bila û min rê girt û çûme cem Nîngizzîdayê ku xwediyê dîtina jiyanê hemûkî ye û yazdanê dara jiyanê ya.Deme ku ez ketime rê de, min di serê xwe de hizir dikir ku ka ezê çawa herime cem Nîngizzîda û ezê çawa û Nîngizzîda bibînim..
Piştre ku ez ketime rê de û hinekî meşîm û çûm, di rê de ez rastî mirovekî ku navê wî Pilînşar bû, rastî wî hatim û wî ez birime cem Nîngizzîda. Deme ku wî ez birime cem wî, wî ez dama rex xwe û ez birime qasreke ku pir xweş û xweşik. Em ketine hundur de û di hundur de em hienkî meşîn ji. Piştre em hatine ber devê deriyekî û ku em hatina ber devê derê, êdî min dît ku wa devê derî ji min re vebû û ku devê derî vebû, êdî ez ji çûm û ketime hundur de. Deme ku ez ketime hundur de, minhingî Nîngizzîda dît. Wî ji ez dîtim. Deme ku wî ez dîtim. Wî bakira min û gote min were cem min. Deme ku Nngizzîda wilo got, êdî ez ne sekinîm û çûme cem wî û li cem Nîngizzîda û li ber wî mama sekinî.Deme ku ez mama sekinî, êdî Nîngizzîda hinekî bi min re axift û gote min “li dilê xwe û li aqilê xwe bi bawer be”. Deme ku Nîngizzîda wilo got, êdî ji wê pêve ti gotinên din ji min re ne gotin û piştre Nîngizzîda Niviştek ji ber xwe derxist û da min û gote min te di nava ava Degrê de herê. Lê Ku ti çûyî nehêla ku ti derên te bigihine avê û haya ku ti negihê aliyê din yê avê ji, divêt ku ti vê nivişte ji destê xwe ne berdê û ne veke.Piştre gote min, ku ti gehayî aliyê din yê avê hingî niviştê veke. Min ji jê re got bila û piştre di pêşengiye Pilînşar de ji cem wî derketim û hatima ber avê ku bikevime kişte xwe de û herime aliyê din yê avê..
Deme ku ez hatime ber avê ku bikevime kişte xwe de û herim, di wê heyeme de min jineke ku pir xweşik û delal min dît.Ew jin pir xweşik bû. Wê ji weke ku zanibe ku çi bi min re heya û ezê çime kuderê gote min nivişte xwe ji destê xwe ne berde û ku digehayî aliyê din yê avê, hingî, nivişte di destê xwe de veke û piştre min hew dît ku wa ew ji ber çavên min winda bû.Ez bi wê yekê şaş û mat mam û Sehw ji li ser min çêbû.Lê min xwe neberda.Piştre bi wê şaşbûn û matbûnê û wê sehwbûna li ser min, ez ketim kişte xwe de û bi rê ketim. Deme ku ez bi rê ketim ji, di nav avê ku hinekî çûm, êdî min dît ku wa masiyekî ku pir mazin wa li pêşîye min ji min wirde xuya kir. Deme min wilo dît, ez hinek bi sehw bûm.Lê min xwe ne berda û min bawer dikir ku Îştar li cem min e.Piştre ku ez hinekî dî ji çûm, min dît ku ew masiyê ku min dît, min dît ku wa dise derkete ber min û li ber çavên min bû xurtekî ku pir xweşik. Ez ji wê yekê pir şaş û mat mam. Piştre wî xurtî bidest axiftinê bi min re kir û ji min re got ku di nahaka di nava avê de diçê. Evder cihê Sît e. Wê destûr daya te haya ku ti di vir de hatî û hatî haya vir.Piştre wî ji min re got ku ew jina ku min dîtî Sît e. Piştre ew xurt careke dî kete nava avê de û bû masî û ji ber çavên min winda bû.Piştre min riya xwe berdewam kir. Ku ez hinekî dî ji çûm, êdî min dît ku wa girevek wa li pêşîye min e. Deme ku min girev dît, êdî dilê min xwest ku ez kişte bikişênime ber keviyê û wê girevê bibînim. Deme ku min kiştre xwe berê da bi wir de û êdî ez çûme bi wir ve, êdî min dît ku wa girev bi carekê re li ber çavên min winda bû.Deme ku min wilo dît, êdî ez pir mama şaş û mat.Piştre bi wê şaşbûn û matbûnê min kir ku kişte xwe ji wir berê wê bi zîvirênim û bikevime riya xwe û herim.Ku ez hinekî ji wir dûrketim, êdî dilê min ji min xwest ku ez carekê li şûn xwe ve meyîzênim. Min ji weke dilê xwe kir û li şûn xwe ve meyîzend. Lê min ti tiştek ne dît. Piştre min berê xwe da pêşiye xwe û min kir ku di kişte xwe de herim.Lê deme ku ez weke çend gavan çûm, min dengek ji şûn xwe ve his kir. Deme ku min deng hiskir, êdî min li şûn xwe ve meyîzend û wê carê min dît ku wa dise ew girev wê li wir e. Piştre ji wê yekê re pir mama şaş û mat. Piştî ku min girev dît, êdî dilê min ji min xwest ku ez careke dî bi kişte xwe re vegerihime wir. Min ji weke dilê xwe kir û min kiştre xwe berê wê zîvirand û çûme bi ber girevê ve..
Lê wê carê min çavên xwe ji girevê ne qûsand haya ku ez gehama wir. Ku ez gehama ber girevê min kişte li keviyê girêda û min xwest ku li navê hinekî meyîzenêm. Lê deme ku min çend gav avêtin bi hundur de min dît ku wa sê mirov li ber min bûn.Deme ku min ew dîtin, êdî ez di cihê xwe de mama sekinî. Piştre yê mazin ji wan ku navê Wî Dî bû, gote min bi ber min ve were. Ez ji bi ber wî ve çûm. Deme ku ez bi ber wî ve çûm, êdî wî xwe û herdukên din yên pêre bi min re dana naskirin û piştre bahsa xwe ji min re kir. Piştre ez ji li ber wan axiftim û min haya wê kêlîkê çi hatibû serê min, min ji wan re bilêv kir û anî ser ziman.Piştre ku min axiftina xwe bidawi kir, êdî piştre wî yê mazin da pêşiye me û em bi navê de birin. Em hinekî çûn û em hatina ber avaka ku pir xweş û xweşik. Li wir em mana sekinî. Dî derkete pêş û herdû destên xwe kirine nava avê de û kulme xwe tişî av kir û anî ber daraka ku pir mazin bû û li ber avê bû û li ber qurmê wê ew ava di destê xwe de berda ardê. Lê deme ku ew av berda ardê, weke ku cêrek av li wir bê rijandin bû. Bû gelek av. Piştre ew cihê ku şil bû, bû weke deriyekî û vebû. Piştî ku vebû, ez pir mama şaş û mat. Piştre Dî da pêşîye me û me bi hev re da rex hevdû û me di wê deriyê ve çûn. Deme ku em çûm, weke ku em ji dinyeyekê herine dinyeyekê din. Wilo min hîs kir.Piştre ku em hatina cihekî ku pir xweşik û bi rohnî, êdî li wir em bi hev re ku Dî li pêşiye me, em ketine hundurê qasrê de û li wir, deme ku em ketinê hundur de ji, em hinekî di hundur de çûn..
Lê ez nizanim ku ka em diçina kuderê. Min xwe li bayê wan berda. Weke bêhneke em di wir de ji çûn. Piştre me hatina ber deriyekî ku pir mazin û deme ku em hatina ber dêrî, êdî min dît ku wa derî li ber me weke ku ji ber xwe vebû. Ez ji bo wê yekê ji pir şaş û mat mam. Piştre ku derî vebû, êdî em bi hev re ku Dî li pêşîye me ye, di pêşengitiye wî de em ketine hundur de û deme ku em ketine hundur de min jinaka ku pir pîr dihata xuyakirin dît.Deme ku min jin dît, êdî bala min çû ser wê.Deme ku bala min çû ser wê, min dît ku wa bala wê ji li ser min e. Piştre ku min lê meyîzend, êdî wê bi navê min bakiira min û gote min Ubar-Tutu yê ku yazdanan ji bo keyitiyeke mazin kifş kirî bi pêş de were. Deme ku wî wilo got êdî ez hinekî bi pêş de çûm û piştre wê bidest axiftinê ye bi min re kir. Piştre ku ji min re got te gihê cihê ku tê heriyê de. Lê piştre ku di vegerehî, tê ji min re parastgahakê ava kê û berg ji min re têde bike. Min ji ji wê yekê got bila.Piştre ku em hinekî bi hev re axiftin û min ji wê re ji serpêhatiyên xwe jê re anîn ser ziman, piştre ez dise bi yên din re di pêşengiye Dî de em ji wir derketin. Deme ku em ji wir derketin, min hew dît ku wa emê li ber kişte min in. Ez li wê yekê ji pir mama şaş û mat.Lê min xwe ne berda û min xwe li ser da nîşandin. Piştre min xatir ji wan xwest ku ez ketime kişte xwe û min kir ku bi rê bikevim. Deme ku ez bi rê ketim ji, heya min li ser wan bû. Weke bêhnekê di deme çûnê de min li şûn xwe ve meyîzend û min ew dîtin. Lê piştre ew ji ber çavên min winda bûn. Piştre ku ez hinekî dî ji ji wir dûr ketim, êdî ez ji gireve ji dûr ketim. Lê ez ji te re bêjim. Berî ku ez ji wir ji wan hersêkan vaqatihim, ez bi wan re hinek axiftim û wan min ji min wa bahsa wê jina pîr kir û navê ji min re gotin û gotin ku navê Hê ya. Ew yazdana hiş e. Dî gote min bila baweriye te lê hebe. Min got bila. Piştre em jev vaqatahan. Lê Hê gotibûn min deme ku ti ketî zore de navê min binavka, Hingî, ezê li cem te amede bin. Ezê alî te bikim. Min ji jê te gotibû bila. Deme ku ez ji wir vaqataham, hişê min pir li wir ma. Min kur dikir û nedikir ez di hişê xwe de ji wir dûr ne diketim.Rûyê wê jinê li ber çavên e. Hertimî ew di bîre min de ye. Piştre ez deme ku ez ketime kişte xwe de bi rê ketim, min di riya xwe de hertimî ew hizir kir. Lê Lipît Îştar ji di bîre min de bû. Ma gelo wê xwestibû ku ew wê jinê bibînim. Ma gelo ewqas tiştên ku min jîn kirin, wê xwestibû ku ew wan jîn bikim?Ma gelo ew tişt hemû kifş kiribûn. Ev hizir di serê min de çêbû û hîç ji ji serê min derneket”.Ubar-Tutu weha ji wî mirovî re axift û piştre ma sekinî. Lipît Îştar ji li jor ew temaşa dikir û lê dihisand. Ew ji li cem wî bû. Lê wî ew ne di dît.
Piştre ku Ubar-Tutu axiftina xwe bidawi kir, êdî ma sekinî. Zilem ji weke bêhnekê ma sekinî. Zilêm, deme ku Ubar-Tutu axiftibû, pir bihey bala xwe dabûbûyê de û lê hisandibû. Ubar-Tutu, piştî ku axiftina xwe bidawi kir ma sekinî. Zilem ji ma sekinî: piştre ne bi gelekî re zilem mafê axiftinê girt û her weha li ber Ubar-Tutu axift;
“Li vir, jiyan bicihe. Yazdanê ku ti şandina vir, di baxtê de nivîsandina ku li vir tê rastî min were û ez û ti emê hevdû bibînin. Vê yekê zaniba. Nahaka li min baş bihisêne ku ka ezê çi ji te re bênime ser ziman.Hemû tişt li vir, ji aliyê yazdanan ve hatiya afirandin. Nahaka ti li ber min sekiniyî. Em li ber hevdû sekinî ne. Cihê ku ti heriyê de di vê riya ku di ti hêla me ye rastê de ya. Te di wir de herê. Lê ezê nahaka tiştekî bidime te. Lê heya ku ti nekeve darê zorê de tê wê nevekê.Ku nekeve darezorê de û ti veke, wê ji te re ne başiyê bêne. Ji ber vê yekê, kengî tê di dilê xwe de xwe di tangasiyê de hîskir hingî veke”..
Zengan wilo ji Ubar-Tutu re got û piştre ma sekinî.Zêde ti ti tiştekî dî ne anî ser ziman.Piştre Zengan ji ber xwe qutiyek derxist û da destê Ubar-Tutu. Deme ku Zengan ew da destê Ubar-Tutu, êdî lê meyîzend û her weha jê re got ” di wê qutiyê de deme serketinê ye ku hatiya afirandin heya”.Piştre Zengan ji ber çavên Ubar-Tutu winda bû.Ubar-Tutu piştre, ku ew ji ber çavên wî winda bû, êdî wî di riya ku wî jê re got kete rê de.Lê Ubar-Tutu pir bihzir û sehw bû. Lê meraqaka wî ji di derbarê wê qutiye ku wî mirovî kiribû destê wî de hebû.Lê qutiyê meyîzend.Lê ne vekir. Piştre wî qutî kire ber xwe de û riya xwe berdewam kir.
Ubar-Tutu di riya xwe de diçû. Weke behnekê çû. Ku weke bêhnekê çû, êdî Ubar-Tutu dît ku wa li pêşiye wî weke ku xaniyek hebû. Ubar-Tutu, deme ku xanî dît, êdî wî riya xwe kire bi aliyê xênî ve.Deme ku hata ber nêzîkî xênî, êdî wî his kir ku wa dengek ji hundur tê. Deme ku Ubar.Tutu Deng his kir, êdî piştre pir meraq kir û kir ku herê ber devê derî û meyîzenê ku ew deng dengê çi ya. Ji ber ku deme ku deng hatibû wî, weke ku dengê hinek mirovan weke ku êrîşî hinek mirovan bikin bû.Deme ku Ubar-Tutu hata ber devê derî, êdî wî dît ku wa bi rastî ji li hundur wa du mirov diçina mirovakî û dikin ku wî bidine ardê û bikevine ser dilê wî de. Deme ku Ubar-Tutu wilo dît, êdî wî xwe ne girt û di cih de çû alî yê bitenê kir. Deme ku ew ji bi Ubar-Tutu bûna du, êdî yên din wan zore wan bir.Ew yê bitenê ji pir xurt û li ser xwe dihata xuyakirin. Haya wê demê du mirov diçinê de lê zore wî ne dibirin. Deme ku ew bûna du, êdî ji wan re zor ne bû ku zore yên din bibin.Piştre ku zore wan birin û ew dana ardê, êdî Ubar-Tutu û ew yê dî bi tenê man. Ubar-Tutu lê meyîzend. Deme ku lê meyîzend, dît ku wa ciwanekî ku rûdêna wî pir li ser xwe û xweşika. Ciwanekî ku dilê mirov dikişêne ser xwe bû. Wilqasî xweşik û sipahî bû.Ubar-Tutu pir ji wê re yekê ma şaş û mat.Piştre ne bi gelekî re Ubar-Tutu navê wî jê pirsî.Deme ku Ubar-Tutu navê wî jê pirsî, êdî wî ji navê xwe ji Ubar-Tutu re got û got ku navê wî Gîrsû ya. Ubar-Tutu, deme ku wî navê xwe jê re got, êdî wî ji navê xwe ji wî re got û got ku “navê min Ubar-Tutu ya”.Piştre ku wî wilo got, êdî piştre ew li hevdû rûniştin û wî ciwanê wilo sipahî û li ser xwe ji Ubar-Tutu re hin tişt anîn ku dêne ber wî.Lê deme ku wî tişt anîna ber wî, êdî Ubar-Tutu hinekî weke gezek hilda û piştre kir ku rabe û herê.Ew rêvanak li ser riyakê bû. Wê dixwest ku di riya xwe de herê û cihê ku wê herê hinekî zûtir heriyê de.Deme ku Ubar.Tutu da xwe û rabû ser xwe, êdî Gîrsû jê pirsî û gotiyê de “tê çi kê?”.Piştî pirsîna xwe re Gîrsû zêde nema sekinî û bi ser pirsîna xwe ve kir û got ku em nahaka li hevdû rûniştîne.Hinekî dî ji bimêne”.Deme ku wî wilo got êdî Ubar-Tutu ji bersiv da wî û gotiyê de “ez di riyekê de me. Cihekî ku ji bo ku ez herimê de ez hatima. Ez nahaka rêvanak im. Yazdanan riya Şernehê da pêşiye min ku ez herime wir.”.Ku Ubar-Tutu wilo jê re got, êdî Ubar-Tutu xwe ne girt ne girt û ji serê haya ku binî çi hatiya serê wî di wê heyeme de ji wî re bilêv kir.Deme ku Ubar-Tutu çîroka xwe jê re anî ser ziman û vegot, piştre da xwe û rabû ser xwe ku herê. Gîrsû, piştî ku ew axift û wî axiftina xwe bidawî kir, êdî di piştî axiftina wî de zêde nema û ji Ubar-Tutu re got “ew mirovê ku te di rê de rastî wî hatî û navê wî Zengan e, bavê min e”.Piştre, Gîrsû hinekî ma sekinî û piştre bidest axiftinê kir û ji Ubar-Tutu re bidest vegotinê kir;
“Te nahaka dît ku du zilemne ji êrîşî min kirin. Ew ji, hineke ku ne dûrî min in. Wan xwestin ku cih giyana min ji min bistênin. Lê te alî min kir û ez ji vê yekê xilas bûn. Ji ber vê yekê ji, ez tê tenê di riya te de ne hêlim. Ez ji ezê bi terê werime heta cihê ku tê herîyê de. Ez wî cihê ku tê heriyê de nas dikim.Li wir, ku ez ne bi te re bim, te bi sernekeve.Ew yazdanên ku ti kirine vê riyê de, ev yek ji, di baxte min û te de bi hev re nivîsandina”.
Ku Gîrsû wilo got, êdî ma sekinî.Wilo zêde dirêj ne axift.Lê ew kin axiftina wî ji, wî di serê Ubar-Tutu de dabû erêkirin.Piştre Ubar-Tutu got bila û bi hev re ketine rê de û berê xwe dana bi daristana bi mij û tarî ye Reş û têve bidest çûnê kirin.Deme ku ketine rê de, di rê de di daristanê de, sê şev û sê rojan meşîn û çûn.Piştre gihiştine beravekê û li ber sekin in. Li wir, êdî ku ew hinekî sekin in, piştre ne bi gelekî re,Ubar-Tutu dît ku wa mirovekê jîn lê pir pîr wa li ber wan li pêşiye wan sekinîya û li wan dimeyîzenê.Ubar-Tutu, ku Gîrsû di rex wî de, êdî bi ber jina pîr ve çûn û lê meyîzend in.Ku bi ber wê ve çûn û gihiştine ber wê, êdî li ber wê sekinin û Ubar-tutu bahsa xwe û riya xwe ku têve hatibû û tiştên ku hatibûbûna serê xwe kir. Gîrsû ji, li cem wî sekinî bû û lê wan dihisand û bi bêdeng bû.Piştre ku Ubar-Tutu axiftina xwe bidawi kir, êdî piştre Jinikê li tihêla xwe ye bi aliyê daristanê ve meyîzend û latekî ku pir bilind bû û di nav daran de ji weke kaşekî bilind dihata xuyakirin şanî wî da û gotiyê de “divêt ku ti û hevalê te, win xwe bi gihênine aliyê din yê wir.Cihê ku winê herinê de, winê li wir bibînin”. Jina pir wilo jê re got û ma sekinî di cihê xwe de.Piştre bêdeng û li Ubar-Tutu li nava çavên wî meyîzend. Ubar-Tutu ji li nava çavên wê meyîzend.Piştre Ubar- Tutu û Gîrsû dana rex hevdû bi ber cihê wê jinê şanî wan da ve ketine rê de û çûn.Ubar-Tutu nasnekiribû, lê ew jin Lipît Îştar bixwe bû ku wê xwe kiribû awayê miroveke jin ye din de û derxistibû pêşiye wî û riya wî şanî wî dabû.Ku Ubar-Tutu û Gîrsû bi hev re ketinê rê de û çûn, êdî piştre, ku hinekî ji wê jine dûrketin, êdî Ubar-Tutu xwest ku li şûn xwe meyîzenê.Lê deme ku Ubar-Tutu li şûn xwe meyîzend, wî jin êdî li wir li cihê xwe ne dît.Pişt wan re ku ew ketibûbûne rê de, ew ji di cih de winde bûbû. Ubar-Tutu li wê yekê pir mabû bû şaş û mat.Lê wî xwe girt û ne berda. Ma gelo ku çûn û gihandina cihê wê şandîna wan dabû, wê rastî çi hatiban.Ew ji ketibûn rê de û bi ber wir ve diçûn.Ku ew weke qadarekê meşîn û bi wir ve çûn, êdî ne bi gelekî re, gihiştine aliyê din yê latê bilind. Ku hatina wir, êdî li ber lat mana sekinî. Ji wir êdî li pêşiye xwe meyîzend in. Deme ku meyîzend in ji, Ubar-Tutu dît ku wan qasraka ku pir bilind wa li pêşiye wan e. Ji wê Ubar-Tutu pir ma acêmayî. Lê wî xwe ne berda.
Piştî ku wan, qasr dît û piştre ku hinekî li cihê xwe mana sekinî lê ji meyîzendin, piştre kirin ku herine wir û bikevine hundur de.Di wê heyemê de, dise ew jinik li cem wan bû û hata xuyakirin. Ubar-Tutu li wê yekê ma şaş û mat. Lê jê ne hat ku ti tiştekî bibêje. Piştre jineke, gote Ubar-Tutu, “divêt ku ti herê û bikeve hundurê qasrê de û di qasrê de bi dêw re bi keve şer de. Ku ti wî tê bibe wê, deriyê hêvî û serketinê li te vêbe. Lê ji birneke ku ew dêw ji, pir bihêz e. Wê ew ji, kê kuu we tê bibe. Ku te ew têk bir, tê hingî xwe bigihêne zanebûna mazin ye ku di destê wî de dil e”.Ku jine wilo got, êdî pitre ji ber çavên wan xawr bû. Ubar-Tutu li ber wê xawrbûna wê pir ma şaş û mat. Lê xwe ne berda. Piştre bi hevalê xwe Gîrsû re ketine rê de û çû ku herine hundurê qasrê. Deme ku çûn û gihiştine ber qasrê, dîtin ku wa dengekî pir mazin ku sahwê dike dilê mirov de wê ji qasrê hat. Lê li ber deng, Ubar-Tutu xwe lev da hevdû û weke ku xwe ji şer re amede bike kir û berê xwe da qasrê û çûyê de. Ku çûna qasrê û ketinê de, êdî Ubar-Tutu dît ku wa jineke pir pîr wa li korçikekê wa li ser cihekî rûniştiya û wa dêw ji wê li cem wê ya. Ku Ubar-Tutu kete hundur de, Piştre ku ketine hundur de, êdî dêw û Ubar-Tutu êrîşî hevdû kirin. Ku Ubar-Tutu wî têk nebe, wê ew Ubar-Tutu têk bibe û wî di qasra xwe de il bike hata ku ew şax e. Ku êrîşî hevdû kirin, piştre Ubar-Tutu ew da ardê û ku ew ji dêw ji kete ardê de, êdî piştre ji ardê ne rabû. Ubar-Tutu, ew bi derbeyeke hişt dabû ardê. Piştre ku ew ketine ardê de, êdî ji ardê ne rabû. Lê hê ku ew dêw li ardê bû, ji berçavan hin bi hin bi dest xawrbûnê kir. Di wê heyemê de, jinê deng da û gote Ubar-Tutu destê xwe dêne ser wî da ku xawr nebe. Piştre Ubar-Tutu ji, wilo kir, Ku wî wilo kir, êdî piştre, hê ku destê Ubar-Tutu li ser wî ya, jina pîr hat û destê xwe da wî û gotinak ji dev got û got ku “Halam bala” û piştre wê gote Ubar-Tutu “de destê xwe raka” û piştre ku Ubar-tutu destê xwe rakir, êdî ew ji hin bi hin xawr bû. Ubar-Tutu, li ber wê rewşê pir acêmayî mabû û ti wate ji nedabûyê de. Wî, fahm ne kiribû ku ka çi dibe.
Piştre ku Dêw ji ber çavan winda bû, êdî jina pîr ji, weke ku serbest bimêne lê hatibû. Piştre, li wir, caraka din, ew jina pîr ye ku li derve, Ubar-Tutu û hevalê wî dîtibû derkete berçavên wan û gote Ubar-Tutu “êdî de bikeve riya xwe de û herême mala vegerihe û her malê. Ku wê wilo got, êdî piştre Ubar-Tutu pirsî ku “ma ez tenê ji bo vê hatibûm vir?”. Jina ku Îştar bû û di awayê yeke din de bû bersiv da û gotiyê de “erê”. Ev baxtê te bû. Te kir û nahaka vêce tê herê malê û bibe keyekî mazin. Wê aqil bi te re bê”. Ku wê wilo got, hê ku Ubar-Tutu ti tiştek ne gotî, Jiyana din axift û gotiyê de, Te di riya xwe de rastiya dilê xwe û ye di serê xwe de ji kifşkir”. Ku wê wilo got, êdî ma sekinî. Piştre jina pîr ya din ji, axift û gotiyê de, Te dêw da ardê û têk bir, ez bi wê azad bûm. Lê ne ez tenê azad bûm, xalkê min ji azad bû. Te ew ji azad kir, wê ew ji, bi tere bin hata ku ti heyî.
Piştre, êdî Ubar- Tutu ji wir kete rê de û hat ku were malê. Gîrsû ji jê ne vaqataha. Ew ji pêre hata cem wî û li cem wî ma. Piştre ku Ubar-Tutu vegerehe, êdî wî keyitiyeke ku ji bo wî hatibû kifşkirin ji aliyê yazdanan ve jîn kir. Demeke pir xweş ku herkesek jê xweş bû û pê re bû, jîn kir. Kurê wî, utnapîştim ji, di parastgaha ku ji bo yazdanê herî mazin hatibû avakirin têde bû û ji bo wî jîn dibû. Ew ji, wê piştre bûbana weke bavê xwe, keyekî pir mazin. ….

18.01.2011/Abduusamet Yigit

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu