Kurdî

RASTIYA YEKÎTIYÊ – Mahabad Felat

Civak û gel di nav xwe de û bi civak û gelên din re li ser bingeha hevparî, hevkarî, armanc û prensîban nêzîkê hev dibin. Ev mercên berçav, ku di gelek rewşan de dikarin wekî yekîtî jî bêne binavkirin, li gor serdem, erdnîgarî, armanc û zêdebûna hevparî û hevrengiyan, reng û teşe digirin. Kûrbûn û berfirehiya hevparî, hevrengî û armancan, temenên yekîtiyên li ser van bingehan ava bûne jî diyar dikin. Netewayetî, encam, reng, rewş û teşeya herî bel, balkêş û mezin a vê encamê ye. 

Ji bilî netewayetiyê jî di nav herikîna dem û dîrokê de yekîtî û hevkarî bûne, dibin û wê hîn jî bibin. Her rewşên nû bi xwe re encamên nû, her encamên nû bi xwe re rewşên nû diafirînin. Ev jî encama berçav a bivênevêtiya guherbariya vê jiyanê pêş me dikin. Loma jî, tişta îroj xweş tê dîtin û kirin, dikare di serdemeka berê de sedema jihevdeketinê, an tewanbariyeka mezin jî be ku bi tundî hatibe cezakirin. Heman tişt dikare di serdemeka bê de jî, bi rengekî din bê nirxandin û dîtin. Ev ji bo yekîtî, hevkarî û heta netewayetiyên îroj jî derbas dibe. 

Ziman, çand, folklor, dîroka hevpar, ol, bawerî, tirs, xweparastin, berjewendî, hêz, desthilatdarî. Ev hemî sedem û bingehên yekîtî û hevkariyê ne û dikarin wekî pênc beşan bêne nirxandin. Lê beriya xal bi xal qala van bikim, divê di serî de bêjim ku bi taybet xalên wekî ol, bawerî, tirs, xweparastin, berjewendî, hêz, desthilatdarî, hemî jî ji hev ne cuda ne, li ser heman bingehî şîn dibin û bi awayekê, li deverekê dîsa digihêjine hev:

Ziman, çand, folklor, dîroka hevpar; ev rengên civakê ne û nêzîkayîpêxisitin û yekîtiyên li ser vê bingehê jixweber in, di nav xweza xwe de pêş dikevin û teşe digirin, dibine wekî darekî ku li ser heman rehan şîn bûye û xwedî gulî, şax, pel û kulîlkan e. Ya herî xwezayî û mayende jî ev e, lewra ji sedemên ji der bi dûr, li ser sedemên jixweber ên hundirîn, ên kesayet didine kes û civakê, şîn dibin.

Yekîtî û hevkariyên li ser bingeha bawerî û olan şîn bûne, pirê caran ji sedem û encamên ziman, çand, folklor û dîroka hevpar zêdetir bandorê li ser civakê û gel kirine, nêrîn, bawerî, têkilayî û hemû rengên jiyana civakî guherandine, li gor xwe teşe danê û bûne bingeheka nû ji civakê re. Heman ol û bawerî, bûne sedema nêzîkayî, hevkarî û hevpariyên gel, civak, çand û zimanên cuda. Di nav van cudabûnan de, li ser bingeha olî, çand û awirên nû afirandine. Bi her gavekî nû, civakên cuda bêtir kirine binê bandora xwe û li gor daxwaz û armancên xwe bi rê ve birine, bûne desthilatdar. Li ser bingeha destiladariya olê dewlet ava bûne. Xuda û xwedawendên kesanedîtî nebînayî, êdî di teşeya dewletê de derketine pêşberî mirovan. Ev ji serdema Sumeran, xwedawendên wan An, Kî, Enkî, Nanna, Înanna, Îştar bigire, heya bajardewletên Yunanistanê û xwedawendên wan Zeus, Poseidon, Artemîs û Hades, hemî jî çîrokên destpêka vê rastiyê ne. 

Piştre, di Serdema Navîn (400 – 1400) de bi taybet li Ewropayê di kesayetiya Henrik Tudorê keyê Brîtanyayê de helwestek li dijî dêra Katolîk ango li dijî Papa rû da û ev yek ji hewldana herî grîng bû, lê nedikarî xwe bi temamî ji olê jî bike. Lewra wê demê tu keyaniya wî jî nedima. Protestaniyê hilbijart. Îroj jî hemû desthilatdar, di bin siya olan de desthilatdariya xwe dikarin biparêzin û gel manîpule bikin, bitirsînin û bi rê ve bibin. Ango dewleta sembol û çeka li destê destilatdariyê ya ji olan zayî, bêyî olê, ew jî nikare li ser lingan bimîne. 

Yekîtiyên civakî yên di bin siya desthilatdariyan û dewletan de ava bûne, yekîtiyên çêkirî û ne xwezayî ne. Ji bo desthilatdaran, her tişt û her kes amûr in, ji bo bikaranînê ne û yên mayende tenê ew bi xwe ne. Herî zêde ol û baweriyan, ango dayika xwe bikar tîne. Loma jî tu tiştekî ku dê nikaribe bikar bîne tuneye. Nirx û rûmetên civakî yên rengên civakê ne jî, di destên desthilatdaran de amûr in. Loma ku, yekîtiyên li ser vê bingehê şînbûyî, bêtir li ser bingeha manîpulasyon, xap, dek, dolab û zordestiyan têne afirandin. Kes û derdorên bi dilê xwe di nav de cî digirin jî, ji ber berjewendiyên xwe, dibine diranên vê çerxa zilm û xapapandinê. 

Li welatên demokrasî lê pêşkeftî ye, ango ray û dengê gel di biryarên rêvebirina welêt û şêwaza jiyana gel û civakê de xwedî rol û bandor e, rewş cudatir e. Li gel di bin bandora giştî ya pergala kapîtalîst de nikarin xwe ji hin qalib û manîpulasyonan rizgar jî bikin, rewş pir baştir e. Tenê dema mijar bibe ewlehiya welat, wê demê ew hêza veşarî ya dewletî ruyê xwe nîşan dide û ew hêza demokrasiya heyî jî têre nake. Hêza demokrasiya heyî jî, nikare rê li ber manîpulekirina civakê ji aliyê pergala kapîtalîzmê ve bigire. Lewra demokrasiya heyî bixwe jî, bi qasî ev pergal destûr dide, heye!

Berjewendî di rastiya xwe de li ser bingeha daxwaza hêz û desthilatdariyê bi pêş dikeve. Di hin rewşan de, dikare li ser bingeha tirs û xweparastinê jî bi pêş bikeve, an jî hemû di nav hev de jî dikarin bibin encama berjewendiyan. 

Berjewendî sedema herî grîng a hevkarî û yekîtiyê ye. Berjewendiyên hevpar, pirê caran sedemên herî bingehîn ên hevkarî û yekîtiyan in. Ev wisa xurt e ku dikare hevkarî bi dijminan re û dijminahî bi birayan re bide kirin ku mînakên vê jî di dîroka mirovahiyê de di nav hema bêje hemû gelan de pir zêde ne û encamên vê ewçendî giran bûne, caran bûne sedema tunebûna gel û şaristaniyan jî. 

Berjewendî encamê diyar dikin! Ango yên encaman diyar dikin berjewendî ne! 

Çarenûsa yekîtî û hevkariyên li ser vê bingehê ava bûne jî, bi berdewamiya berjewendiyan ve yekser girêdayî ne û bêyî berjewendiyan tu şansê wan û li ser lingan mayînê nîne. Caran bi nemana berjewndiyan, yekîtî û hevkariyên li ser wê bingehê ava bûne wisa bi şid ji hev belav dibin ku bi xwe re civak û gelek nirx û rûmetên pê ve girêdayî jî belav dikin.

Tirsa mirin û ya birçîmayînê, du tirsên herî sereke yên mirovan in. Piştî wan, tirsa tenêmayînê tê. Ev hest her çendî bingeha xwe ji rastiya civakî ya mirovahî li ser şîn bûye bigire jî, ew rastî bi xwe jî dîsa bi giranî bi her du tirsên destpêkê ve girêdayî ye.

Tirs, xurttirîn hest e ku ji destpêkê ve û yekemcar reng û teşe daye jiyana mirovahiyê. Wate nedane fenomenên xwezayî, tênegihiştine ji çewabûna goga dêwîn a ji agir li hewa daleqandî, ji tariyê, ji agir, ji hemû canewerên ji wan bihêztir tirsiyane. Tirsa mayîna li jiyanê, buye hesta herî xurt a xweparastinê.

Beriya zanistê çîrok hebûn û jiyana mirovahiyê li ser van çîrokên ji tirsên mirovan derdayî şîn bû. Pêre hevkarî, yekîtî, ol, berjewendî û heya bi desthilatdariyê çû. Kurt û kurmancî, em hemî encamên tirsên xwe û yên van çîrokên ji tirsên me derdayî ne. Encam li xweşiya me neçe jî, lê em encama xwe ne. 

Welatên Ewropî, di Serdema Navîn de, di bin siya ummetî û ya Dêra Katolîk de û di bin rêberiya Papa de dihatine birêvebirin. Seferên Xaçparêzan ên bi ser Rojhilata Navîn de jî, li ser vê yekîtiyê bi pêş diketin. 

Brîtanyaya ku îroj çarenûsa cîhanê di destê xwe de digire, 300 salan parçeyek Împaratoriya Romayê bû. 

Di bin siya ummetiyê de, musulman li bin serokayetiya Seleheddînê Eyyubî, li dijî Xaçparêzan şer kirin û dewlet ava kirin. 

Hemû keyanî, êl û eşîrên kurd û heya ne yên kurd jî, ji Azarbaycanê heya bi Trakyayê, di bin Împaratoriya Medan de kom bûn û di bin bandora wê çandê û baweriya Medan de bûne xwedî çand, ol û nirx û rûmet û li ser wan jî bûne hêz û dewlet. 

Yektiya Ewropayê îroj ji bo du sedemên bingehîn; aborî û parastin, hebûna xwe didomîne. Neteweyên Yekbûyî, NATO û gelek rêxistinên navneteweyî dîsa bi heman armanc û şêwazî hene. Ango sedemên wan digihêjînine hev û dike hêz hene. Lewre ev yekîtî ne bi tenê ji ber berjewendiyên aborî û parastiniyê, lê ji tirsa jihêzketinê û nemanê jî têne damezirandin. Gelên ku yekîtiyek di nav xwe de, bi der û dora xwe re nekarîne ava bikin, pêşî di destê desthilatdaran de bûne lîstik û hatine bikar anîn, paşê wenda bûne, lewra êdî haveynek ku bikaribe wan li ser lingan bigire di wan de namîne. 

Sibe dê çi bibe mirov nizane, lê îroj, di nav her dewleteka fermî ya cîhanê de bi dehan gel û baweriyên cuda dihewin. An bi dilê xwe, an bêyî dilê xwe, ji neçarî. 

Welatên Ereban tê gotin, lê bi sedan gelên bi koka xwe ne ereb in, li ser bingeha îslamê û bi zimanê Quranê bûne ereb hene û êdî îroj ew jî ji xwe re dibêjin ereb.

Ya me bi hev ve girê dide, ango divê girê bide û bibe sedema yekîtî û hevkariyê; Ziman, çand, folklor, wêje, dîroka hevpar, tirsên me, metirsiyên me û berjewendiyên me ne. Berjewendiyên bi hevkariya desthilatdaran re têne bidestxistin, ne mayende û ne demdirêj in lê tenê kevirên li ser riya dojehê hatine raxistin in ji bo me hemuyan. Yên ji bo van berjewendiyên derewîn dest didine destên dijminan, dê xirabtir têk biçin. Ev di xwezaya vê malkambaxiyê de heye.

Mahabad Felat
2020-07-20
Amida Kurd

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Aynı kategoride
Kapalı
Başa dön tuşu