Video

Platforma Zimanê Kurdî: Bila saziya zimanê Kurdî were avakirin

Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê bi civîneke çapmeniyê ragihand ku wan derbarê Zimanê Kurdî de nameyek ji Saziya Ziman a Tirk re şandine.

Diyarbekir (K24) – Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê bi civîneke çapmeniyê ragihand ku wan derbarê Zimanê Kurdî de nameyek ji Saziya Ziman a Tirk re şandine ku tê de daxwaz tê kirin Saziya Ziman a Kurdî were avakirin û derbarê zimanê Kurdî de lêkolînên fermî werin kirin û berhem werin dayîn.

Ji bo xwedîlêderketin, pêşxistin û xwedîstatubûna zimanê Kurdî ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî ve nameyek bo Saziya Ziman a Tirk re hat şandin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê da zanîn; wan ji Saziya Ziman a Tirk xwestine ku Saziya Zimanê Kurdî were avakirin, derbarê zimanê Kurdî de lêkolînên fermî werin kirin, ferhengek berfireh a zimanê Kurdî were amadekirin û bi awayekî fermî berhem werin dayîn.

Rêxistinên Zimanê Kurdî jî piştgirî dan xebatê û Koordînatorê Hereketa Zimanê Kurdî HEZ-KURDê Fewzî Bulgan jî amaje kir ku divê li aliyekî ev daxwaz ji dewletê werin kirin û li aliyê din Kurd bi hemû hêza xwe xwedî li ziman derbikevin.

Fewzî Bulgan ji Kurdistan24ê re ragihand: “Divê Kurd li kuderê bin bila bin, pirsgirêka zimanê Kurdî di rojeva xwe de têxin rêza yekem de. Çi li Stenbolê; çi jî li Diyarbekirê, ji kîjan partî û nêrînan bin, divê Kurd derbarê zimanê Kurdî yekîtiya xwe ava bikin.”

Di civînê de mijara Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî jî hat rojevê ku heta 22ê Rêbendanê xwendekarên 5,6,7 û 8ê dikarin bibijêrin . Derbarê Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî û xebatên rêxistinên ziman de Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier jî anî zimên ku ew piştgiriya hemû hewlên xwedîlêderketina zimanê Kurdî dikin.

Îmam Taşçier diyar kir: “Em piştgiriya hemû cûre xebatên bo zimanê Kurdî dikin. Em dibêjin divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, divê xalên makezagonê yên dibin asteng werin guherîn, divê bi Kurdî bijişkî were kirin, divê bi Kurdî dozgerî û dadwerî were kirin.”

Di civînê de hat amajekirin bi awayekî fermî ji aliyê dewletê ve gavên fermî û erênî hatine avêtin, lê ev yek têrê nake ku Kurd bikaribin di her qada jiyanê de bi zimanê xwe bijîn û madem yek ji hêmanên damezirêner ên Komara Tirkiyeyê ne, divê mafê Kurdan ê ziman jî di her qadê de bi awayekî berfireh were nasîn.

Daha Fazla Göster

Yorum yaz

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu