Kurdî

Mezlûm Ebdî êrişa mûşekî li ser Hewlêrê şermezar kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û bi tundî ev êriş şermezar kir.

General Mezlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, armanc ji êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê, “têkdana istiqrara Herêma Kurdistanê ye.”

Mezlûm Kobanî dibêje: “Duh bajarê Hewlêrê û firokexaneya wê bûne armanca êrişeke mûşekî. Em bi tundî van core karan protesto dikin, ku armanc ji wan têkêdana istiqrara Herêma Kurdistanê ye.”

General Kobanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Em ji şehîdan re rehmetê û ji birîndarên sivîl û birîndarên hevbeşên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî rehêviya zûbaşbûnê dixwazin.”

Şeva Dûşemê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 21:30 çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê. Yek ji mûşekan jî li Cadeya 40 Metrî ya bajarê Hewlêrê kete xwarê.

Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 mûşek li derveyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê nêzîkê binkeyê hêzên Amerîkayê ketine xwarê, di encam de belênderekî sivîl hatiye kuştin û pênc Amerîkî jî birîndar in.

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu