Kurdî

Lı ser serhıldana Şêx Ubeydullahê Nehrî

Şêx Ubeydullahê Nehrî, weke şêxekî kurd û serhildêrekî kurd, navê wî li dîrokê ma. Kî navê şêx Ubeydullahê Nehrî bibîhîzê, wê pêşî navê serhildane wî bibîbihizîn. Şêx Ubeydullahê Nehrî, di derbarê serhildane wî, de hêzên serdest, hertimî li gorî xwe gotin di derbarê wî û serhildana wî de gotina. Şêx Ubeydullahê Nehrî, bi aslê xwe ku ji herêma Sarhadê ji dora Semzînanê ya, wê li wir xwedi bê. Piştre jî, bandûra wî pirr mazin li welêt yanî li kurdistanê û di nava kurdan û xalkên din ên li kurdistanê hebû. Bi dadî û mirovatiya xwe dihat nasîn û navê wî li şûn wî ma. Wî weke şêxekî, xwe ji mal, milk û semyanê hemû welatîyên kurdistanê bi berpirsîyarî girt û xwest ku biparêzê. Li kurdistanê, fileh, êzîdî û ermenî jî hebûn. Wî xwe ji parastina wan û malê wan û canê wan jî dît. Bo vê yekê, ew weke serokekî mazin di nava kurdan de derket li pêş. Bandûra wî, pirr mazin li kurdistanê hebû. Di destpêka sadsale 18´an de kurd, ji rojhilatê kurdistanê bigra heta ku digihişt başûr, bakûr û rojavayê kurdistanê xwediyê serdestî û jîyane xwe ya ava bûn. Bi wê yekê re, jîyane xwe di rewşa xwe de didomandin. ..
Kurd, heta ku li wan û li jîyane wan ti hêrîş nebûban, wan jî rabûna ser xwe ne dikir û ne diketina nava li berxwedanê de. Kurd, teybetmendiyeka wan ya sereke, hertimî weke navê wan bi wan re hatîya ser ziman. Ew jî, ew bûya ku ji bo wan hatîya gotin ku “ew evîndarê azadîya xwe bûna û heta ku hêrîş li wê azadîya wan nebûba, wan jî hêrîşî ti kesekî ne dikir.” Ev gotin, bi navê wan re dihat ser ziman. Li kurdistanê, ji destpêka sadsalê, wê di sale 1806´an de ku başûrê kurdistanê ji xwe re kirîya navend, wê serhildane şêx avdulrehmenê sorî bibe. Serhildane wî, bi herêkirina desthilatdarîya wî re wê bi ancam bibe. Lê ev herêkirin, wê zêde nedomê. Piştre, wê ji Îranê, hêrîşên li kurdan bibin. Bo vê yekê re, êdî piştî ku weke ku serhildane şêx Avdulrahmenê Sorî bi dawî dibe, lê ku hê bi tememî ne hatîya gotin ku bi dawîbûya wê serhildane kurdan ya “rawandûzê” di bin serokatîya Mîr Mihemedê Rawandûzî de wê bidomê li dijî Îranê. Serhildan, wê çend salan bidomê û wê bi avakirina desthilatdarîya kurdan a li wê herêmê re wê bidomê. Di wê demê de, wê bandûra wê serhilanê, bi tememî li rojhilatê kurdistanê bibe. Bi wê serhildanê re wê rojhilatê kurdistanê rabê ser xwe.
Îran, wê gelek salan li ber Mîr Mihemedê Rawandûzî bixe ku wî û serhildane wî têk bibe. Lê bi sernakevê. Piştre jî, Îran, wê nakokîyên xwe yên bi qasra Osmaniyan re dêne alîyekî û wê bi wê bikeve têkiliyê de. Di anama wê têkiliyê de, wê hêzeka osmanî jî bikeve dewrê de û wê anîya duyemin li dijî hêza Mîr Mihemedê Rawandûzî bide vekirin. Ev rewş, wê bi teybetî, ne rehetîyeka mazin li kurdistanê bigiştî û bi teybetî li bakûrê kurdistanê bide afirandin. Di wê demê de, ji xwe Bedirxanî jî, rabûna ser pîyan û “desthilatdarîya kurd ya komare botanê” ava bike û denezêne jî. Heta ku Bedirxanî, wê li Botanê, cebilxaneya xwe ya leşkerî jî ava bikin. Li herêmên din jî, wê kurdên êzîdî û kurdên zaza jî wê ji wê rewşê nexweş bibin û bi tememî êdî wê kurdên bakûrê kurdistanê jî, nexweşîya xwe bênina ser ziman. serhildane Mihemedê Rawandûzî, wê ew alîkarîya osmaniyan jî nikaribê derbeyekê lê bixe. Lê wê, zoreka mazin ji wê re bide çê kirin. Lê li di wê demê de ku sal tê sale 1820´an û ankû 1821´ê, wê êdî li bakûrê kurdistanê jî, kurd bihizirin ku ew êdî desthilatdarîya xwe bidest ava bikin û dawiyê li wan hêrîşên herdû dewletan ên li kurdan bênin. Kurdên zaza, wê di sale 1821´ê de de wê serhildaneka mazin ya herêmî ku navenda wê herêma bakûrê kurdistanê ya dersimê ya wê bikin. Bi wê serhildanê re êdî Osmanîyan, hin hêzên din jî ku amede kiribûn ku bo alîkarîya ji îranê re ku bişênina biser Mihemedê Rawandûzî de, wê bişênina bi ser kurdên zaza de û wê komkujiyên mazin di nava xalkê de bikin.
Serokê serhildane kurdên zaza, piştre ji osmaniyan dixwezê ku ew bi şartê komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan bidina sekinandin, wê levkirinê bi wan re bikin. Lê di wê demê de, çendî ku Osmanî, ji wan re dibêje herê jî, piştre wê hê zêdetir xwûnê birijêne. Heta ku wê êdî artişa Osmaniyan hêzên xwe bişênina bi ser kurdên Zaza ên sivil ku li herêmê n Wan, Mûş, Sêrt, Agirî û bajar û bajarokên li dora wê û hwd, ku dimênin. Di wê demê de, kurdên êzîdî li van herêman pirr zêde hena. Kurdên êzîdî, bi serê xwe na û ew demeka ku têkiliya xwe ji hemû desthildatdariyên hewirodê birrîna. Heta ku ji Osmanîyan jî birrîna. Di wê demê de ku weke Şêx êzîdîyan şêx Mîrza heya û ew bi bandûra xwe li ser wê herêmê desthilatdar a. Dema ku ew dibîne ku wa dewleta osmanîyan komkujiyên mazin hanîna serê kurdên zaza, ew jîm wê di wê demê de êdî hêzeke mazin ya ji xwe bi bawer ava bike. Di nava hêza şêx Mirzayê êzîdî de tenê weke hêze sereke û pêşeng ku bi sûwarî hêzeka mazin ya ne bin pênc hezar sûwarî re ya ava kirîya. Şêx Mîrza, wê di wê demê de, hemû têkiliyên xwe bibirê bi derve û wê dewleta kurd ya ku ew serokê wê ya denezêne. Hêzeka mazin bo parastina wê ava dike. Heta ku sazîyên dewletî ên rêveberinê jî ava dike û ala dewletê jî dide kifşkirin.
Ev rewş, wê weke “serhildane şêx Mirzayê êzîdî” jî were bi nav kirin. Li herêmê, kêmnetewên din ên ku hena weke ermenîyan û hwd jî, bi wî re na. Lê di wê demê de, dema ku hêza osmanyan tê bi ser wî de, wê şêx Mîrza rewşê şîrove bike û wê fahm bike ku hêza wî têrê nakê ku ew hatina hêza osmaniyan bide sekinandin. Li ser wê yekê re, wê şêx Mîrza çend ciwanan bide amede kirin ku di nava wan ciwan de hinek ji wan bi aslê xwe ermenî jî na, wê wan bişêne Çarê Rûsî ku alîkariyê ji wî bixwezê li ber osmanyan. Lê ew mirovên ku wî şandina, piştre agahî ji wan ne hat hildan. Heta roja me jî, di nava xalkê de tê gotin ku “ew ciwan di rê de ji aliyê osmaniyan ve hatin ditin û qatil kirin.” Hinek jî, dibêjin ku “ew çûna û wan xwe gihandîya çarê Rûsî, lê wî alîkarî neşandiya.” Lê li ser aqûbeta wan, hê jî vegotin di nava xalkê de hena.
Piştre wê hêza osmanîyan were herêmê û wê komkujiyên mazin bike. Ku hêzên şêx Mîrza li berxwedaba, wê di wê demê de jî biserketiba. Lê di berdêla ku komkujiyên sivîlan bidina sekinandin, ew li berxwedanê didina sekinandin. Ev rewş, wê bi kurdên zaza re wê kurdên êzîdî jî bike zorê de. Herdû beşan jî, komkujiyên mazin di wê demê e jîn kirin. BI hezaran mirov ji wan û ji civatên wan hatina qatil kirin di wê demê de.
Ev rewş, wê li w herêma kurdistanê rewşa kurdan û xalkên din jî bike zorê de. De ne, kombûna hêza kurdan, ne tenê dibû sedema komkujiyên mazin ku werina serê wan. Her wusa, êdî xalkên din jî, diketina bin komkujiyan de. Weke xalkê ermenî hwd. Ev rewş, wê bandûra xwe li rewş komara botanê ya ku bedirxanîyan denezendî jî bike. Hêzeka wan şikeştina wê, kêmbûna hêza wan bû. Osmanîyan, di wê demê de ew rewş kifşkirin û di wê demê de xwestin ku herina bi ser botanê de jî. Lê çûyîna bi ser botanê de hertimî bo wan zor bû. Çûban jî, wê ti serketin ji wan re ne hanîba. Di wê demê de, osmanîyan lîstikek kirin. Lîstik jî ew bû ku di wê demê de ku weke serokfermandarê artişa komare botanê bû, bi Yazdanê Şêr re ketina têkiliyê de. Ji wî re gotin ku em “em alîkariyê bidina te û ti bedirxanê bide ardê û bibe mîrê hemû botanê.” Ev gotin, wê li xoşa Yazdanê Şêr herê û ew jî, piştre wê herê bike. Piştre di wê temenê de, artişa Osmanîyan dibêje ku “emê herina bi ser botanê de û tê artişê li ber me ne derxistin. Ew jî, wê herê dike. Piştre artişa osmaniyan diçê bi ser herêma botanê de her devera ku diçiyê de, dike kavil û têre di buhurê. Di wê demê de, wê li herêmê, gelek herêmên wê kavil bibin. Lê wê temenê komare botanê jî were xûrixandin.
Yazdan şêr, li ser temenekî hatî xûrixandin, wê piştre mîrtîya xwe bidenezêne. Lê wî, piştre dîtibû û fahm kiribû ku çi xelatî û şaşîyeka mazin ya dîrokî kirîya. Piştî wê xûrîxandinê û wanqas komkujiyên ku artişa osmaniyan kir, weke ku herêm vala bûya. Bi wê re, hêza wan ya artişî jî kêm bûya. Piştî wê re Osmanî fahm dikin ku herina bi ser botanê de wê yazdanê Şêr jî bi tememî ji holê ra bikin. Piştre diçin jî. Di wê çûyinê de, wê Yazdanê Şêr li berxwe bide. Lê hêza wî têre nakê ku pêşîya têkçûna wî bigrê. Piştre, ew serî hildane wî û têkçûna wî wê bibe yek. Wê zêde nedomê.
Divêt ku mirov bibêje ku ji sale 1830´î û pê de, komare botanê ava bûbû. Mîrê bota, bo welatê ku avakirî çi pêwîst bû pê hizirî bû. Artişaka mazin ava kiribû. Bi navê xwe wereqe(pere) jî dabûn derxistin. Her wusa, bi Birehîmê Misrî re peymanek çê kiribû. Di dema xwe de gelek mirov wî şandibûbûna misrê û welatên din ku bixwênin û weke nifşên nû ku êdî ew rêveberîya welêt hildina li destê xwe. Mîrê bota, dixwest ku hemû hêzên derve, divîbû ku axa kurdistanê biterikênin. Sînorê komare botanê, ji Amedê, bigra heta çolemergê û dohuk û ûrmîya û rawandûzê û hwd. Yanî, pirranîya herêmên herêmên rojhilat û başûrê kurdistanê jî di nav de li bakûrê kurdistanê komare botanê serdest bû. Li bakûrê kurdistanê, ji herêma botanê heta ku digihişt, Mûş, Wan, Agirî, Çolemerg, Amed, Êlih û Sason û hwd, di nava sînorê komara botanê de bûn. Komare botanê, wê ne bin bîst(20) salan re wê li ser lingan bimêne û bijî. Piştre ku artişa osmaniyan hêrîş lê kir û gelek herêmên wê têk birin û xûrîxand, piştre wê bi wê temenê serhildane şêx Ubeydullahê nehrî jî were avêtin.
Di aslê xwe de, ku li kîjan herêmê têkçûn bûya, zêde zirer ne daye kurdan. Lê ku kengî li herêma botanê têkçûn bû, wê kurdan kira nava tirs, xûf û gûmanên mazin de. Di ancama wê de, wê kurd di nava lêgerînê de bin. Ji wê pêvajoya li berxwedana bedirxanîyan heta ku pêvajo dihê û digihijê pêvajoya serhildane şêx Ubeydullahê nehrî, wê pêvajoyna lêgerînê êdî dest pê bikin. Şêx Ubeydullahê Nehrî bi bandûra xwe hem li ser başûrê kurdistanê û hem li ser rojhilatê kurdistanê jî xwediyê bandûraka mazin a. Şêx Ubeydullahê nehrî, piştre dihizirê ku ew bikeve nava tevger û serhildanê de wê hemû aşîrên kurdan li dora xwe lev bide li hevdû. Piştre ew, dihizirê ku rojhilatê kurdistanê jî di nav de ew desthilatdarîya kurdan li bakûrê kurdistanê ava bike û piştre piştî wê rewşa xirab ya têkçûna komare botanê re ku kurd ketinê de êdî kurdan ji wê xilas bike. Şêx Ubeydullahê Nehrî, wê pêşî bangî hemû serokên aşîran bike û wan li dora xwe bicivêne. Wê civat(kongira)ekê li dar bixe û hemû serokên aşîran di wê de bicivêne. Ev rewş, wê salekê berî sale serîhildane bê. Di wê demê de jî, şêx Ubeydullahê Nehrî ferman daye ku amedekarî bo serhildanê werina kirin. Wê çi were kirin jî, wê gotîya. Di wê çerçoveyê de, êdî çûn û hatin bûna. Divê ku mirov bibêje ku di wê demê de ne tenê kurd, serokên mazin ên filehan û ên ermenîyan jî û ên komên din ên civatî ên weke êzîdî û zazayan jî di wê civatê amede hebûn.
Dewleta osmanî, piştre wê heya wê ji wê çê bibe ku şêx Ûbeydullahê Nehrî hemû serokên aşîran di civatekê de li dora xwe dane li hevdû ku di nava wan de serokên ermenî û filahan jî hena. Di wê civatê de, şêx Ubeydullahê Nehrî, gotinên ku weke ku berê hatina gotin ku dijî êzîdîyan û ermenîyan û filahan jî red dike û fermanê dide ku ti kesek gotina li dijî nebêje zirer li wan newê kirin. Şêx Ubeydullahê Nehrî, dibêje ku “win çawa biqadrê xwe dizanin, wusa qadrê wan jî bizanibin.” Qasra Osmaniyan dizanî ku di wê rewşê de li dijî şêx Ubeydullahê Nehrî rabin, wê bisernekevin û vajî wê êdî wê têk jî herin. Êdî ew jî, li rêyeka din digerihin ku şêx Ubeydullahê Nehrî têk bibin. Qasra Osmaniyan, rêya ku dibînê jî ew a ku di cih de gelek mirovên ku têkiliyên bi serokên aşîrên kurd re dêne dikina rê de û dişênina cem wan. Gotinên ku ew bibêjin jî ji wan re dibêjin. Di wê navberê de, qasra Osmaniyan li dijî şêx Ubeydullahê Nehrî bi dest propagandayaka mazin kirîya. Propaganda jî, bi wî rengî ya ku “em birayên hevdû ê misilman in ma winê li dijî rêveberîyeka misilman serî hildin.”, “Şêx Ubeydullahê Nehrî, ne bi misilmanan re levkirîya û li dijî rêveberîya misilman serî dihilde.”, “şêx, bi kafiran re têkilî danîya û bi wan re li dijî dewleta misilman serî hildide” û hwd, wê gelek gotinên dijberî wê bibêjin. Ev gotin jî, wê hê di destpêka serhildanê de li dijî wî bên gotin. Piştî ku serhildanê destpêkir, wê gelek serokên aşîrên kurd ku berî hingî tevlî civate şêx Ubeydullahê Nehrî bûna jî, wê di dema ku serhildanê dest pê kir de wê xwe bêdeng bikin. Wê hêzên xwe ne rakina serhildanê. Ev rewş, wê rewşa Şêx Ubeydullahê Nehrî, di destpêkê de bike zorê de. Di wê rewşê de, şêx Ubeydullahê Nehrî rewşê pirr baş fahm dike. Fahm dike ku wê hêza wî ya bi wî re ku di serhildanê de ya wê têrî serkevtina wî nekê. Bo vê yekê, ew dike ku xwe bigihêne aşîrên rojhilatê kurdistanê di cih de werina alîkarîya wî.
Di wê demê de, gelek herêmên kurdistanê ên weke Sasonê, Êlîhê, Şemzînanê. Mûşê, Sêrtê, Wanê, agirî û hwd dibin kontrola wî de na. Lê dema ku gelek aşîr di wê demê de dibin bandûra wan propagandayên li dijî şêx Ubeydullahê Nehrî de dimênin, êdî ew hêzên xwe ranakina serhildanê û tevlî pevçûnan nabin. Di wê demê de, weke ku çawa ku dema ku Îranê serî li qasra osmaniyan de û alîkarî dayê de, demê de Îran jî bi qasra Osmanîyan re li dijî şêx Ubeydullahê Nehrî bi hevdû re tevdigerihin. Îran, pêşî lê digirê ku ji gelek deveran hêzên ku herina alîkarîya serhildêran. Şêx Piştre dihizirê û dike ku ji herêmê dûrkeve û serokatîya serhildanê hilde ewlakarîyê. Şêx Ubeydullahê nehrî dihizirê ku dema ku wî xwe gihand cihekî ewla, êdî ji wir dikarê têkiliyê dêne û herêmên ku wan kirina bin destê xwe de hem bo ewlakarîya wan hêz pêş bixe û piştre jî, herê bi ser herêmên din de. Di wê demê de, şêx Ubeydullahê Nehrî, dihizirî ku dema ku wî xwe gihand serokên din ên aşîran ku di wê demê de hêza xwe ne kirina tevgerê de ku ew bikevina tevgerê de, wê êdî hêzeka mazin ya wan ya parastinê wê biafirê. Ji ber ku ew hêzeka mazin bû ku neketibû tevgerê de.
Herêmên kurdistanê ên weke Sasonê, weke herêmna ku xilaskirî bûn. Piştî ku şêx Ubeydullahê ji herêmê dike ku derkeve bo ku serokatîya serhildanê hilde ewlakariyê, di wê demê de êdî weke ku pevçûn jî kêmbûna. Lê di wê demê de Osmanîyan, artişaka mazin weke artişa duyemin ava kirîya û dike ku bişêne bi ser herêmên xilaskirî ên weke Sasonê û hwd de. Qasra Osmanîyan, di xwest ku di wê demê de dixwest ku seferekê li Sasonê û herêmên ên ku serhildêran xilaskirina bike û bike kontrola xwe de. Di wê demê de, kurd jî, vê yekê fahm dikin. Di vê demê de wê temenê “alayên hemîdya” jî were avêtin. ´Alayên hemîdîya´, hinek aşîrên kurd jî ku tevlî bûna, hin komên çekdar ku wê qasra osmanîyan di pirranîyan komkujiyên xwe li herêmên Sasonê de jî bikarbênê ya. Qasra Osmaniyan bi Alayên hemîdîya´ re xwestibûn ku ji nava kurdan li dijî serhildêrên şêx Ubeydullahê Nehrî hin komên kurdan di bin navê “biratîya misilmantiyê” de derxe û bide şer kirin. Armanca bi wan alayên hemîdîya, herêmên rizgar cardin bike bin kontrolê bû. Dema ku hêzên osmanî bixwe li ber kurdan ketiban şer de, wê bi serneketiban. JI xwe di şer de bûn û ne serkevtî bûn. Lê bandûra hêzeka ku kurd di navde bin û ankû ji nava kurdan bê, wê zêdetir ba li ser kurdan. Gelek kurdan wê bigota, “binerin, va ya kurd bo wê têdikoşîn, demek kû, ew rast a.” Di temenê avakirina van alayên hemîdîya de, ol pirr zêde dihat bikarhanîn di bin navê gotinên weke “birayê misilman” û hwd de. Bawerîya mirovan jî, hatibû îstismar kirin. Di wê demê de bi hatina ser taxt ya Avdilhemîdê duyem re wê planaka bi vî rengî ya qirêj û pîs bê amede kirin û bê kirin li pretîkê de.
Piştî wê artişa ku qasra osmanîya amede kiribû ku şandibû bi ser herêmên kurdan ên weke Sasonê de, wê bi destê vê artişê herêm were kavilkirin. Wê gelek gundên ku di wê demê de hebûn wê ji naqşayê werina birin. Li herêma Sasonê, ne tenê kurdên misilman dijîn. Kurdên êzîdî jî hebûn, zaza jî hebûn û fileh jî û ermenî hebûn ku bi kurdan re dijîn. Wê yek jî ji wan koman, bi saxî ne filitin. Wê pirranîya wan werina qatil kirin. Çend mirovên ku ji wan komkujiyan filîtîna, piştre ku bahse wan komkujiyan dikin û ew bahskirinên wan ji guh tên guh, wê di wan de were gotin ku “li cihekî ku zindîyek jî heba, wê çûban û ew bikuştan.” Bi vê gotinê, yên ku bahs dikirin, dixwestin ku mazinahîya gotinê bênina ser ziman. Bo vê yekê, komkujiyên li herêma Sasonê ku bûna, bi serê xwe û bi navê xwe bûna malê dîrokê. Dema ku bahse sehildan sasonê ya wê demê were kirin jî, divê ku mirov bibêje ku ew ji serhildanekê zêdetir li berxwedane ku bi wê dihat xwestin ku ew herêmên Azad û xilaskirî werina parastin bû. Ji bo wê, berxwedan bû.
Li vir, divê ku em wan komkujiyên li herêma Sasonê, bi teybetî di berdewama serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî de hildina li dest. Ji ber ku wê di wê demê de, ew herê hatibûbûna rizgar kirin. Serdestîya kurdan lê bû û heta ku aşîrên herêmê gihiştibûbûna hevdû û di nava xwe re rêveberîyeka xwe jî ava kiribûn. Di aslê xwe de, ew rêveberî, di ancama serkevtina serhildêrên serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî de bûbû bû. Li herêmê, bi teybetî, divê ku mirov bibêje ku serhildanê Şêx Ubeydullahê Nehrî, di wê de mirov dikarê bibêje ku pirranîya herêmên kurdistanê hatibûbûna rizgarkirin. PIştî serhildanê weke komkujiyên dewletê ên li herêma Sasonê hwd, wê li gelek herêmên din jî bibin. Di wê demê de, ev komkuji, bi armanca carek din serdestkirina desthilatdarîya osmaniyan li ser serê kurdan bû. Yanî, rewşa Azad û rizgarî ku bi serhildanê re afirî bû, dihat xwestin ku bi temenê wê re were ji holê rakirin. Bo vê yekê, piştî Serhildanê re sefera ku li kurdistanê hatibû kirin, sefera cardin bindest kirinê bû. Di vê temenê de, ‘çeteyên hemîdîya´ jî, wê di ancama wê de weke bergir(´tedbîr´)ekê´ were ditin. Bi destê çeteyên hemîdîya, gelek kurdên êzîdî, sunni, elewî û rewşenbîrên demê ên kurd jî hatina qatil kirin. Her wusa, ev çeteyên hemîdîya, li dijî pirranîya beşên civatî ên kurd û kurdistanî hatina bikarhanîn bi destê wan çeteyan bi hezaran mirovên sivîl û rewşenbîrên civatê hatina qatil kirin. Çend, di ava kirina van çeteyên hemîdîya de ol weke amûrekî hatîya bikarhanîn û îstîsmarkirin jî, li kurdistanê, bi sadan, şêx, seyda û alimên kurd û bawermend hatina qatil kirin. ..
Bi teybetî, divêt ku mirov bibêje care pêşî ev komên kujar û qatil ên bi navê ´çeteyên hemîdîya´, di dema serhildane kurdan ya ku di bin serokatîya şêx Ubeydullahê Nehrî de destpêkiribû de hatin ava kirin. Serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî, ne serhildaneka aşîrî û herêmî bû. Ew serhildan, serhildanaka kurdîstanî û bigiştî herêmî bû. Çerçovaya vê serhildana kurdan, giştîya kurdistanê dike nava xwe de. Bo vê yekê, êdî piştî serhildanê destpêkiribû, ji dema piştî destpêkiribû û piştre êdî desthilatdarîya îranê li dijê wê serhildanê bi Osmaniyan re tevgerîya bû. .. Di dema ku Bedirxaniya komare botanê denezend de, herêmê botanê û çend herêmên din di nav de bûn û mîrgehên kurdistanê ên herêmên di çerçoveya wê de tevgerîya bûn. Lê di dema serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî de, wê gelek herêmên kurdistanê ên weke Sasonê, çolemergê, botanê û hwd, wê bidestê serhildêran bên rizgarkirin. Wê serbixwebûna wan, were denezendin. Serhildanên herêmî, dema ku dibûn ku ew bi xwûnê dihatina tafisandin, êdî serdestîya osmanîyan lê dibû. Lê rewşa ku piştî Serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî derketibû li holê cuda bû. JI ber wê yekê, qasra Osmanîyan jî, fahm kiribû ku serhildêr werina tûna kirin jî, wê rizgarkirina herêmên kurdistanê newê ji holê rakirin. Berî wê serhildanê, fêra qasra Osmanîyan bi êş bi serhildane misrîyan re di bin serkêşîya birehîmê misrî de ew dabûbû nîşandin. B vê yekê, rewşeka cuda divîbû. Komên çeteyên Hemdîya ku hatina ava kirin, bi teybetî, armanca wê ne tenê ew a ku serhildanê têk bibe. Bi wê re jî, armanca wê hebû ku hêst û raman azadî û serbixwebûnê ku ji holê ra bike. Bi wan çeteyên hemîdîya re, wê pêşî serhildêran bişênin û wê valahîya wê şîkandinê bi wan re dagirin. Yanî, rol û weyna ku bi çeteyên hemîdîya ku dihat xwestin ku were li cih ji ya ku em î ro dizanîn di wê demê de zêdetir bû. Serhildane şêx Ubeydullahê nehrî, ku mirov ji kîjan aliyê ve lê binerê, em nikarin bibêjin ku tenê di asta serhildanekê de bi sînor wê bênina ser ziman û şîrove bikin.
Di aslê xwe de, ew serhildan, we gelek serkevtinan jî bi xwe re bêne. Lê hêza serhildêran têre nakê ku serkevtinên xwe biparêzên û mayînda bikin. Hêzên ku şer dikin, deverekê xilas dikin û ku di buhurina devera din, hêza wan têra nakê ku parastinê bikin. Çendî ku serkevtina wan zêdebû û herêmên weke Sasonê ên xilaskirî û rizgarkirî ku di destê wan de zêde bûn, êdî hêza wan li herêmê weke ku belav dike. Ew jî, êdî wê bi xwe re zayîfîyekê bêne. Aşîrên ku di destpêka serhildanê de di civîna şêx Ubeydullahê Nehrî hebûn û piştre erî ne hildabûn, heta wê demê de jî, deng ji wan derneketibû. Dem jî, bi ser ve hin bi hin dirêj dibû. Serhildanê di sale 1880´î û wan de dest pê kiribû. Lê serkevtinên serhildêran heta salên 1885´an û hwd jî, wê bidom in. Di van salan de, li dora salên 1885´an de, ku hêzên serhildêr li gelek herêmên ku kirina bindest belav dikin, êdî ew belavbûn, wê weke ku êdî derbeyekê li rewş û sazûmana wan ya şer jî bike. Piştre jî, êdî di nava wê belavbûnê de, hêzên osmanî dikevina herêmê de, têkiliya herêman jî ji hevdû dibirrin û piştre bi dest xistina herêmên Azad dikin. Çûyîna bi ser herêma Sasonê de û li wir mazinbûna li berxwedanê jî, divê ku mirov di vê çerçoveyê de fahm bike û hilde li dest. Di aslê xwe de, di wê demê de yanî di sale 1885´an de bi serê xwe serhildanek li herêma Sasonê nebûya. Li wir, li berxwedanek bû parastina herêmê û parastina xilaskirina wê bûya. Di vê çerçoveyê de, divê ku mirov bibêje ku serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî, pirr serkevtinên wê bûna. Herêmên kurdistanê ên ku di dema komara botanê de di bin desthilatdarîya komara botanê de bûn jî ku d nav de, wê gelek herêm ku piştî têkçûna bedirxaniyan û piştre Yazdan şêr ku ketibûbûna bin desthilatdarîya osmanîyan de, cardin di dema serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî de kurdan kiribûn dest de û li ser herêm bi herêm desthilatdarîya xwe jî ava kiribûn. Herêmên ku di wê avakirina desthilatdarîyê de, herêmên, botanê, Sasonê, çolemergê, Wan û Mûşê û hwd bûn. Herêmên ku serhildêran kiribûbûna dest de, bi herêmên bakûrê kurdistanê re herêmên rojhilatê kurdistanê ên weke Ûrmîya û herêmên başûrê kurdistanê û hwd jî di nav de bûn. Lê ew serkevtin ne hatina parastin. Ne hatina mayînda kirin. Seferên di dema şêx Ubeydullahê nehrî û ên di dewama wan de ku di dema Avdulhemîdê duyem de ku dibin, armanca wan ew a ku ew herêmên xilaskirî carek din werina xistin li bin dest. ..
Ji ber vê yekê, li gelek herêman bi xadarî komkujiyan dikin. Di wê demê de, ermenî jî, kom bi kom li berxwedidin. Ew jî, di wê demê de, hemû berxwedêrên wan jî di nava refên serhilêrên şêx Ubeydullahê Nehrî de na. Piştî Serhildanê, wê demeka dirêj de, çûyîna bi ser ermenîyan û serhidêrên kurd bi hevdû re bibe.. Kurdên ku di wê demê de bi aşîrî tevlî serhildêran nebûna, ew di destpêkê de çûyîna bi ser wan de nabê. Pêşî kurdên serhildêr û malbatên wan û herêmên armanc tên girtin. Bi komkujiyên mazin, dema ku ew bêdeng kirin, piştre êdî hin bi hin çûna bi ser wan kurdên ku bêdeng mana de. Ew kurdên ku bêdeng mabûn jî, êdî piştre weke wê berdêla wê bêdengîya xwe ya bêrûmet êdî bi kuştina xwe ya piştî kuştina serhildêran re bijîn. .. Pêşî komkuji bû bahre kurdên serhildêr û ermenîyan û piştre jî bû bahre wan. Kurdistan, êdî di wê demê de bi kuştinan weke ku hatibû bêdengkirin. ..
Ku em gotina ´têkçûnê´ bo dawîya serhildane şêx ubeydullahê nehrî bikarbênin, divê ku em pêşî wan serkevtinên wan ên li kurdistanê bibîr bikin. Piştre jî, weke ku li herêma Sasonê û hwd dibe di salên 1885´an de berxwedana parastina wan herêmên xilaskirî jî divê ku em weke pêvajoya duyemin bibîr bikin. Piştre jî, em di dawîya wê de bi komkujiyên ku artişa osmaniyan li kurdistanê kir re bahse wê bikin. Di aslê xwe de, sedema têkçûna serhildanê, divê ku em bi wê bêdengîya aşîrên din ên kurd re şîrove bikin û bênina ser ziman. Li vir, dixwezin ku bi teybetî binxat bikim û bibêjim ku serhildane şêx Ubeydullahê Nehrî di dema serhildanê têkneçû ya. Piştî ku serkevtina û êdî ku ketina rewşa parastina herêmên xwe yên xilaskirî de, êdî hin bi hin herêm bi herêm bi komkujiyan rewş bi wan re jîn bûya. Piştî ku Şêx Ubeydullahê Nehrî bi bêbaxtîyê hat dilgirtin jî, berxwedêran li berxwe da û heta ku di wê demê de êdî bo şêx rizgar bikin bêhtirî bi hêrs bûbûn û ketibûbûn nava şerekî mazin de. Lê hêza wan di wê dema ku şêx Ubeydullahê Nehrî hat girtin de, weke ku bi rewşeka ku ne li bendê bû re rû bi rû mabû û pê hatibû girtin. Êdî, hêzên serhildêr jî, weke ku ne dizanin ku çi bikin. Yan wê di berxwedanê de bimênin bo parastina herêmên xilaskirî û yan jî ketiban şerekî mazin ê bi osmaniyan re de. Di dema ku ketiban şer de, wê hêzên wan ên paraastinê li hevdû dicivîba bo şer. Hingî jî, wê herêmên wan bê hêz û parastin maban. Rewşeka bi vî rengî ku weke ku têde taqinîbûn ketibûbûnê de. Di aslê xwe de, di wê dema ku şêx Ubeydullahê Nehrî ku hati dilgirtin ku ew ne hatiba dilgirtin û di nava serhildêran de ba, wê Kurdistan hemû bi bakûr û rojhilatê wê re di dema kin de rizgarkiriban. Îranê jî, ev yek dîtibû û bo vê yekê, di girtina şêx Ubeydullahê nehrî de rola Îranê biqasî ya çend bêbaxtên kurd hebû. ..

Pirsgirêka Yazdan Şêr´ê botî.
Rewşa yezdan Şêr jî ji 1853 heta 1864’an berdewam kiribû. Li vir, em hinekî bi şûn vegerihin û hinekî li ser dema berî destpêkakirina serhildane Şêx Ubeydullahê Nehrî binerin. PIştî ku Bedirxanîyan winda kir û piştre, ku sedemên raperîna kurdan pirr xort afirîn û pê de, şêx Ubeydullahê Nehrî, ew rewş, dît û piştre xwest ku rabê se xwe û kurdan jî bi xwe re ser bixe. Dema ku em bi teybetî, li pêşveçûna serhildane Şêx Ubeydullahê Nehrî binerin, emê bibînin ku di dewame têkçûna bedirxanîya ya ku welatîtîya ku wan herêma botanê ji wê re kirîya navend. Bedirxanîyan, piştî ku têkçûn bi wan re bû. Piştre wê Mîrê botî Mîr Avdal, herê û demekê xwe li Mîr Mihemedê rawandûzî bigirê. Lê piştre jî, ew rewşa Bedirxanîyan wê bidomê. Mîr avdal, tenê di xwest ku wê rewşê bi başî bi rêxistin bike. Zanebûneka Mîr Avdal hebû. Li herêmê, ew rewşa bedirxanîyan ku weke “têkçûnê” dihê ser ziman jî, di aslê xwe de, dema ku em rewşê baş bizanibin, wê bê ditin ku rewş ji wê cudatira.
Bedîrxanîyan, sedema binketina wan, wê ew bê ku hin serokên aşîrên herêmê wê di berdêla hin sozna ku Osmaniyan dabûbûna wan û lê ku ne hanîbûbûna li cih, bû bû. Bi wê re di aslê xwe de, ya ku divê ku em di temenê qatbûnekê de di temenê wê gotina ´têkçûnê´ de bibînin ew a ku ew bêdengîya ku di nava aşîrênn kurd de bûbû bû. Lê yê ku pêşengîya wê kiribû jî Yazdan şêr bû. Ti serokên aşîran, ne dixwest ku derkevina dervî gotina qasra mîrê bota. Lê dema ku weke ´mîrê bota´ pêşengtîyê ji wê rewşê re bike, êdî wê hem dilaswasî di dilan de çê bibe û hem jî wê weke rewşeka ne asayî wê were ditin. Hin bi hin, serokên aşîran ên ku ew rewş, di mejiyê xwe de lêdipirsîn jî hebûn. Lê gotina Yazdan şer, wê di serê wan de di mejiyê de bike ku ew bikevina wê rewşê de. Yazdan şêr, hinekî azwerîya bo bûna mîrê bota hebû. Qasra Osmaniyan jî, ew ka ji kê bihîstibû, dîtibû û fahm kiribû. Piştre, li ser wê re û bi Yazdan şêr leyist. Ji Yazdan şêr got ku “em te bikina mîrê bota û li cem me be.” Di berdêla wê de jî, dema ku hêzên osmaniyan çûna bi ser botanê û hêrîşî artişa mîrê bota kirin, wê Yazdan şêr hêzên xwe ne kiriba tevgerê de.
Di aslê xwe de, ev bi giştî dihat wê wateyê ku qatbûn di nava hêzê de were çê kirin bû. Piştre jî, wusa bû. Dema ku artişa osmaniyan hat bi ser botanê de, Yazdan şêr, ne hişt ku hêzên wî bikevina dewrê de. Di ancama wê de, Bedirxanî têkçûn. Hêza wan şikeşt. Lê li hin herêmna jî, weke li herêmên li dora Gabarê, Çûdî û hwd, hin aşîrna lê ne hisandibû jî. Lê wê jî, têrê nekiribû ku Bedirxanî têkçûnekê bixwûn. Mîrê Bota ê demê, bo ku zêde mirin nebin, xwest ku ji hin aşîrna wî bixwe xwest ku “di berdêla ku dest li wan û herêma wan ewê dayîn bêdengbûnê herê bikin.” Wî rewş dixwand. Ji ber vê yekê, ev gotin kir. Piştre jî, weke Mîrê bota bû. Piştî wê re jî, qasra Osmanîyan wê mirovên pêşeng ên qasra Bedirxanîyan, wê hildê û bibe li devereka li dora Stembûlê bicih bike. Ev jî, weke ´sûrgûn´ kirina wan dihat ditin û fahm kirin û xwandin. Piştî wê rewşê re, wê heta salên 1851´ê, wê Yazdan şêr bê mîrê bota. Di întîbayê de qasra osmanîyan mîrîtîya wî ya weke ´mîrê bota´ herê kiribû. Lê Yazdan şêr, hin bi hin ew bixwe jî di serê xwe dikeve şik û gûmanê di derbarê kirina xwe de. Ew jî, êdî di serê xwe de wê kirina xwe ya ku berê di dema hatina artişa osmaniyan ya bi ser botanê de û wî bêdeng kirina artişa xwe jî, êdî weke kiryeka ku êdî wî bixwe jî rast ne didît lê hat. Bi vê yekê, weke yekî ku bibêje “way min çî kir!” lê hat. Wî bixwe jî, ew rewş êdî di serê xwe de kir ber lêpirsînê de. ..
Lê di wê navberê de, mirovên ji malbeta Bedirxanîyan ên ku qasra osmanîyan li stembûlê digirtin, çend ji wan xwe xilas kiribûn û bi ber rojava ve çûbû bûn. Lê hê gelek ji wan jî, hebûn. Yazdan şêr jî, dizanî ku li stambûlê hin bedirxanî mana. Li wir jî, tevî ku weke ku di nava rewşeka ´sûrgûnî´ de jî bûn, karna rewşenbîrî jî dikirin. Di wê demê de, têkilî bi qasra mîrê botan bi Cizîra bota re jî danîbûn. Di wê demê de, Yazdan şêr jî, têkiliyek bi wan re danîya. Yazdan şêr, piştre jî xwestîya ku wan andamên Bedirxanîyan ji wir derbixe û xilas bike. Bi vê yekê, wê Yazdan şêr, bi gotina xwe wê gelek mirovan bike dewrê de ku herina wir û wan andamê malbatê bibînin. Mirovên ku Yazdan şêr bi erkûkar kirina, di nava wan de gelek mirovên alim û rewşenbîr ên zane ên weke Hacî Qadîrê Koyî û hwd jî hena. Lê ew zaneyên ku hatina stembûlê jî rastî rewşên pirr xirab hatina piştî ku hatina stembûlê. Sedema wê jî, ew bûya ku ji ber ku piştî ku ew hatina herêma stembûlê, êdî rewşa wan hatîya fahm kirin ku bi wê armancê hatina.

21.04.2014/Abdusamet Yigit{jcomments off}

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu
Kapalı