Kurdî

Kurdî 89 sale bi alfaba latînî tê nivîsandin: Hawar ji bo kurdî reformek bû

Kurdî bi tîpên latînî cara yekem 15ê Gulanê 1932an de, aliyê Celadet Bedirxan ve Kovara Hawarê de hate bikaranîn. Eyûp Subaşî got “Ji hêla nivîsê ve kurdî pêş ketiye, lê aliyê axaftinê ve paş ve çûye"

Di 15ê Gulana 1932an de Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî dest bi weşana Kovara Hawarê kirin. Kovara Hawarê di dîroka kurdan de cihekî taybet digire. Hawar; kovara yekemîne bi tîpên latînî bûye despêka pêşveçûna zimanê kurdî. Kovara ji sala 1932an heta 1943an, 11 salan de 57 hejmar çap bûn. Ji ber vê jî sala 2006an de Kongreya Neteweyî ya Kurd, 15ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî îlan kir.

Nivîsandina kurmancî ya bi tîpên latînî hem aliyê kurdî ve hem jî aliyê weşanên kurdî ve reformeke pir mezin bû. Niha bi mîlyonan kurd, ew pêngava ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî cara yekem bi Hawarê re avêtine, dixebitin, dinivîsin û ji bo standartbûna kurmancî anîn asta îro. Niha kurmancî aliyê teknolojiyê, aliyê lêkolînên akademik ve bi xebatên cûr bi cûr pêş dikeve.

bedirhan
Celadet Elî Bedirxan

 

Ji 1932an heta niha 89 sal derbaz bû. Lê meşandina polîtkayên ku li hemberî axaftina kurdî, asîmîlasyona ser gelê kurd bi her awayî, bi lîstêkin nedîtî ve berdewam kir, hîn jî dike. Xeberdana kurdî hat qedexe kirin, yên dipeyîvîn jî rastî erîşên nijadperestî hatin. Ji ber xeberdana kurdî 5 kes, li Sakarya û Enqereyê kesên nijadperest êrîş kirin û kuştin.

‘DEFA HAWARÊ GAZÎ DIKE’

Serokê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, dibêje: “Eger meriv nivîsên Kovara Hawarê yên pêşî binêre, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî defa Hawarê xistine. Defa Hawarê çi ye? Defa Hawarê gazî dike. Ji kurda re dibêje xwedî zimanê xwe derkevin. Xwedî edebiyata xwe dekevin. Bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe bigîrîn. Wek rehmetiyê Mûsa Anter digot, bi kurdî bîfîkînîn. Ji wê rojê vir de, gellek berhemên hêja û nivîskarên me derketin. Gellek însanan bi kurdî nivîsand. Bi kurdî xwestin xwe îfade bikin. Alfaba me hat guhertin. Alfaba me ya berê bi tîpên aramî bû. Ew alfabe hat guhertin. Ji wê rojê vir de, gellek însanên me bi tîpên latînî kurdî dinivîsîn. Îro jî latînî ji aliyê zimanê kurdî ve bûye serdest. Çima? Ji ber ku alfaba latînî bêtir li zimanê kurdî tê. Zimanê kurdî zimanekî Hînd-Awrûpî ye. Bi zimanê me re têkildarin, mirovê hevin. Zimanê me û yê wan mirovê hevin, ew jî latînî dinivîsin. Bi ya min latînî bêtir li zimanê me tê. Ev nayê wê maneyê ku tiştên bi erebî hatine nivîsandin qîmeta wan tuneye. Bes alfaba me ya latînî bêtir li zimanê kurdî tê. Yên ku bixwazin erebî bikin, jixwe waye dikin.”

‘KOVARA HAWARÊ JI BO ZIMANÊ KURDÎ REFORMEK BÛ’

Herwiha Cizîrî got: “Kovara Hawarê ji bo zimanê kurdî reformek bû. Gavek pir baş bû. Celadet Bedirxan wextê xwe de ev mesele dît. Wexta ev gav avêt, gellek kes digot ev çi ye? Taybet ji aliyê medreseyan ve. Niha jî hinek hene dij derdikevin. Bi ya min şaş dikin. Meriv dikare bi erebî dewam bike lê ew vêya baş bizanibin. Kultura erebî bi rêya alfaba xwe gellekî tesîrên mezin li miletan dikirin. Mesela faris, sedî pêncî zimanê wan ji erebî gotin girtine û bi alfaba aramî dinivîsin. Tu bi kîjan alfabê binivîsînî, bêtir gotinê wan, termînolojiya wan, têgehên wan ji wir tê. Niha latîniya kurdî de gellek têgehê me jî ji zimanê ewrûpî tên. Ji ber ku em dikarin wana bi rehetî bikarbînin. Ji ber ku Quran bi erebî bû, ew kirin wek alavekî li ser me ferz kirin. Gotin divê hûn Quranê bi erebî bixwînin. Divê hûn nimêjê bi erebî bikin. Her tişt kirine erebî. Ew jî asîmîlasyone. Ne tenê dewleta tirk, ereb jî xwestin kurdan asîmîle bikin. Lê em bêjin li gora zimanê me latînî baştire. Bêtir bersiva me dide.”

‘KURD GELLEK CARÎ PERPIRÎN’

Cizîrî bal kişand ser asîmîlasyonan, erîşên nijadperestî û wiha got: “Ji wê rojê vir de bêyî, gellek carî kurd hinekî pelpirîn. Nigê wan, deveran ket. Tiştên mezin hatin serê wan. Qetlîamên mezin çêbûn. Him ji aliyê îslamî de him jî aliyê dewletên ku me dorpêç kirine. Ji bo asîmîle kirinê, ji bo kurdan ji holê rakin sîyaseteke sîstematîk hat meşandin. Pêşî bi ziman dest pê dikin. Ji ber vê yekê yên dixwazin me asîmîle bikin, gellek asteng derxistin. Niha dewleta Tirkiyê binêre, ji bo vê gellek tişt anîne serê kurdan. Yên kurdî axivîne kirine girtîgehê, zarokên kurda bi tirkî perwerde kirine. Yên ku di dibistanan de bi kurdî peyîvîne li wan xistine. Dîsa jî zimanê kurdî xwe parast.”

‘KURDÎ JI ALIYÊ NIVÎSÊ VE PÊŞ KETIYE, ALIYÊ AXAFTINÊ VE JÎ PAŞ VE ÇÛYE’

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyûp Subaşi jî dibêje; “Dema em rewşa kurdî dinêrin, ji hêla nivîsê ve kurdî gellek pêş ketiye lê aliyê axaftinê ve paş ve çûye. Ji ber ku asîmîlasyon zêde bûye. Lê kurdî ji hêla nivîsandinê, standartbûnê û ji hêla xebatên rewşenbîriyê ve pêş ve çûye. Enstîtû wexta hate avakirin, wê demê ji bo xebatên akademîk li ser kurdî were kirin yekem sazî bû. 30 sale hem xebatên berhevkariyê dike, hem xebatên perwerdekirina kurdî û pêşve birina kurdî dike. Ji bo standartbûna kurmancî xebat hebû, bi Hawarê dest pê kir. Ev berbelavbûn, piştî 1990î li bakur dibe. Êdî rojname derdikevin, kovar derdikevin. Enstîtû jî wê demê tê avakirin. Enstîtû jî bi xebatên xwe, beşdariyê wê berbelavbûnê û standartbûna kurdî dibe. Hê jî roleka wê heye. Hem berhemên derxistine wekî ferheng, kitêbên hînkirinê, kitêbên lêkolînê dibin, tesîreke erênî lê kir. Ji ber ku xebat û berhemên hînkirina kurdî bi taybetî kurmancî li bakur, li rojava li başûr nebûn. Yekem car enstîtû berhem bi vê rengî derdixe. Ev berhemên enstîtû derdixe jî ne tenê li bakur, li derveyê Tirkiyê û li perçeyên dinê jî tên qebûlkirin. Ev jî digêhê ew standarta Hawarê. Meriv nikare bêje enstîtû xebatên xwe kir û xebatên enstîtûyê berbelav bû. Xebatek hebû, em jî wekî sazî beşdarî vê xebatê bûn. Roja îro jî em hewl didin xebatên xwe berfirehtir bikin.”

‘BI DEH HEZARAN KES JI BO PERWERDEYÊ SERÎ LÊ DANE’

Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, 1992 an de ava bû, 1997an de jî dest bi perwerdekirina kurdî kir. Ji wê rojê heta îro didome. Subaşî eşkere kir ku heta niha deh hezaran kes ji bo perwerdeya kurdî serî lê dane û gotinên xwe wiha dawî kir : “Deh-pazdeh sale hinekî din rêk û pêk bûye. Heta niha her sal hezaran kes serî lê dida. Eger ku tenê mirov deh salên dawî jî hesab bike, bi deh hezaran kes serî lê daye û taybetî ev sala dawî, ji nîsana borî heta niha 5 hezar zêdetir kes serî lê daye. Ziman ne tenê yê sazîyekê, komeleyekê, partiyekê ye. Zimanê hemû civakê ye. Wexta ku hemû civat lê xwedî derkeve, ew ziman dimîne. Îro jî erîşeke zêde li ser kurdî heye. Divê em hemû wekî civak, rewşenbîr, partiyên sîyasî, komele dibe, divê em hemû destê xwe bixin bin vê kevirê. Ew nefsa ku dixwazin kurdî bixin nav çar dîwaran, divê em hemû vêya bibînin. Bi xwendin û nivîsandina kurdî di nav xwe de belav bikin. Em bi vê yekê dikarin qîmeta zimanê xwe bilindtir bikin. Zimanê xwe ji xilasbûnê rizgar bikin.”

Ferhat Yaşar – DUVAR
Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Aynı kategoride
Kapalı
Başa dön tuşu