Kurdistan

Ji bo pêşîgirtina şerê birakujiyê banga akademîsyenên Kurd

Raya giştî ya Kurd re

Di dîrokê de heya roja îro dîyar e ku sedema koledariyê bêtifaqî ye. Ji bêtifaqiyê xeterîtir jî şerê birakujiyê ye. Hêzên ku hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan avakirine, hewl didin ku kurdan bi destê hev bidin kuştin û bi vî şiklî doza xwînê bikin di nav kurdan û destkeftiyên gelê kurd ji holê rakin. Ev sed sal e bi destê hêzên cîhanî û herêmî Kurdistan tê ruxandin, piştî sed salî ev yekem car e ku ji bo azadiya Kurdistanê derfeteke dîrokî peyda bûye. Lewma dijminên gelê Kurd hewl didin ku vê derfetê bi destê kurdan vala derbixin. Divê hemî hêzên Kurd li hemberî vê pilana qirêj hişyar bin û bi tu şiklî hev nekujin. Wek akademîsyenên Kurd em gazî hemû partî û saziyên Kurd dikin ku bi tu şiklî hev nekujin, doza xwînê nexin di navbera gel û dilê dijminên xwe şa nekin.

Imzala

Daha Fazla Göster

Yorum yaz

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu