KÜLTÜR-SANAT

JANÊŞÊN BÊDENG

ez

nexşa temenekî talanbûyî me

keftarên demê

li ser erdnîgariya xaka mesûm

cirîdan diavêjin

sînorên bedena westiyayî

xwîn vedirişin

salan kirasê xeman li rojên şad

pêçan

berbangên rûken bi axîn û nalînan

avis bûye

heyva nîvbiriqî

di îskeîska gewriya xwe de

fetisî

rengê kulîlkên baxê hezkirinê

çilmisî

zimanê pênûsê

di keserên helbesta birînkûr de

lal bû

kaniya hevokan li ser kaxizan

miçiqî

qayika xweşgotinan

serûbin bû

keskesora hinav xatir ji min xwast

li xweşsohbeta şevên şên

çîrokên dapîra min

sêwî man

pelên dara hêviyê

li ber bayê zaliman

berba bûn

felekê toza bagerê li ser xeyalên rût

daweşand

kabusên xewnan

hevalcêwiyê bêxewiya

şevên min in

janêşên bêdeng dilop dilop

li ser zeviya giyanê xapînok

dibarin

bextewarî

di qêrîna rondikên çavên reşbelek de

xeniqî

çirûskên agirê eşqa dilê sermest

vemirîn

sebir

li kolanên xeribîstana xopan

tarûmar bû

perdeya hestên jar û neçar

veçirî

zexelên demê

kêf û sefaya seyrangehan

ji min dizîn

konê kul û kederên xedar

di paşila şevên melûl de

vegirtin

çûkên qefesa qelişî

ber bi warên nediyar ve

fîrar kirin

kezeb û cîger li min peritîn

bêtalîha jiyanê bi sikura min ve

hatiye zeliqîn

her şev û roj

bêhna mrineke bêwext

ji henesa min ya tengbûyî

difûre

Xizan Şîlan
2021-06-11
Stockholm

Daha Fazla Göster

Bir Yorum

  1. Helbestek gelek xweş û bi wate, lê di warê rêzkirina nivîsandinê da li gor bawerîya min kêmasî heye. Rist li hev cuda bûne. Helbes bi tevahî bi tîpên biçûk ve hatîye nivîsandin. Ev bawerîya min e. Ji dil serkeftin.

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu
%d blogcu bunu beğendi: