Zinarê Xamo

Gava kurd li hev neyên kes nikane wan li hev bîne

Li gorî hin xeberên di medyayê da belav bûne Amerîka ketiye nabêna ENKSê, PYNK, PYDê dixwaze wan li hev bîne, bîne ba hev.

Ev xebata Amerîka ji zûda ye heye, lê hetanî nuha tu netîceyek nedayê, çimkî hin kurd tifaqê, yekîtiyê naxwazin.

Di nav ENKSê da gelek ”partî” û kes ketine bin emrê Tirkiyê, li gorî emir û destûra Tirkiyê hereket dikin.

Lema jî hetanî ENKSê ji bin kontrola Tirkiyê dernekeve li rojava tifaq û yekîtiya bi HSDê, bi PYDê, PYNKê ra ne mimkûn e, çimkî tirk nahêin.

Amerîka li başûr jî ev çand sal in ketiye nabêna PDKê û YNKê jî, lê ji vê hewildana Amerîkayê jî hîn tu netîceyek berbiçav nehatiye bidestxistin.

Heta kurd bi xwe nexwazin tu kes nikane wan bîne ba hev, dibê kurd bi xwe terefdarê tifaqê û yekîtiyeke netewî bin.

Lema jî gerek ne hewceyî nabêncîtiya Amerîkayê bûya, dibê kurdan bi xwe li hev bikirana û tifaqa xwe ji zûda çêkiribana.

Lê nakin, çimkî hinekên wan pişta xwe sipartina Tirkiyê, li gorî daxwazên Tirkiyê hereket dikin; hinekan jî pişta xwe sipartine Îranê, li gorî tiştê Îran ji wan dixwae hereket dikun.

Heger partiyên kurd yên başûr û rojava neketana nav lepên Tirkiyê û Îranê, li gorî berjewendiyên miletê kurd ên netewî hereket bikirana ji zûda yekîtiya xwe çêkiribûn.

Zinarê Xamo

Daha Fazla Göster

Bir Yorum

  1. Hevale Xamo, Xalê Zinar,

    Li Basur ev 40 sal e derfet ketiye destên Kurda lê belê Kurd nikarin bibin yek,

    Li Bakur Apo ci hene, li gori wan bi her kesi re dibin yek lê belê bi Kurdan re nabin yek.
    Berî 100 salan ji Kurd nikaribun bibin yek
    u
    Beri 200 Salan ji nikaribun bibin yek.
    Dema Kurd bikaribin bibin yek ji seri 50% ji Azadiye hima hima dê bi dest bixin
    Lê Mixabin Em Kurd in , Tu zani em bi her kesi re dibin yek lê bi hev re nabin yek
    Kurdo

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu
%d blogcu bunu beğendi: