Kurdî

Diyaspora Kurd

Li Diyasporayê hêzeke mezin, derdorê 7 mîlyon Kurd heye. Lêbelê û mixabin ev hêz belave ye. Cur be cur hêzên kurd vê potansiyelê parçe kirine. Ji her parçeyê jî dengekê derdikeve. Jiber sedema vê parçebûnê pirraniya Kurdên li Diyasporayê xwe ji kar û xebatên Kurdîstanî dûr digirin. Lewre ji vê hêza Kurd deng dernakeve. Lewre divê li diyasporayê Kurd xwe ji nû ve tenzîm bikin.

Di demên borî de, bi taybetî li Ewropayê PKK’ê xwast heman karî bimeşîne, PDK’ê jî di vî warî de hin xebat meşand û naha jî dimeşîne. Lêbelê heman xebat ser neketin, nakevin jî. Hin hêzên din jî car caran xwastin di vî warî de gavan biavêjin, ew jî ser neketin. Çima gelo ? Bêguman sedem ew e ku Kurdên li Diyasporayê, bi taybetî yên li Ewropayê naxwazin ligel hêzekê cih bigirin, lidij yên din bisekinin. Ev nêzîkatiyeke ne şaş e, û di cih de ye. Divê ti Kurd lidij ti Kurdî (ê) cih negire. Lewre xebatên bi armanca tenzîmkirina Diyaspora Kurd nemeşiyan, ser neketin.

Ev demekê ye li Ewropayê hin hewldanên bi armanca tenzîmkirina diyaspora Kurd hene. Ez naxwazim ji naha ve navekê li vê an jî van xebatan bikim, tenê ez dixwazim bêjim ku, heger xebatên bi armanca tenzîmkirina Diyaspora Kurd bi şêweyeke serbixwe û ji partû û hêzên siyasî serbixwe nemeşe wê negihêjin armanca ku tê xwestin.

Piştî bi dehan salan ku li her çar parçeyên Kurdistanê tekoşîna azadiyê meşiya û destkeftiyên li Başûr derketine holê û herwuha yên ku wê li Rojava derkevin holê naha dema tenzîmbûna Diyaspora Kurd e. Bi taybetî vê demê pêwîstiyeke mezin bi tenzîmkirina Kurdên li Diyasporayê heye. Hêza ku li Diyasporayê çê bûyî, çi di warê aborî de û çi jî di warê siyasî û civakî de be, dikare ji Diyaspora Kurd re jî derfetên nû biafirîne, dikare ji Kurdistanê re jî, ji hemû parçeyan re, derfetên nû derxe holê.

Weke tê zanîn tenê li welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê hezar komeleyên Kurdan hene. Lê belê di nava van komeleyan de yên ku ji aliyê kesên profesyonel ve tên birêvebirin zêde tinene. Herwuha pirraniya wan jî tenê di xizmeta hêzekê an jî hêzan de ne. Komeleyên ku bi awayekê profesyonel neyên birêvebirin û armanca wan parastin û pêşxistina berjewendiyên hemû bêşên civaka Kurd nebin nikarin ser bikevin.

Divê were zanîn ku Diaspora bi rêya girseyên tenzîmkirî dibe hêz. Bêguman hejmar jî girîng e, lê belê bi wê ve girêdayî divê sazî û rêxistinên ku bikaribin dengê girseyan bigehînin raya giştî jî hebin. Lewre girseya ku bi mîlyonan hejmara wê hebe lê belê nikaribe xwe baş tenzîm bike nikare bibe hêza Diaspora. Li Ewropayê û li Amerîkayê eger deng û navê Diaspora Cihûyan û ya Ermeniyan heye ew jiber baştir tenzîmbûna wan e.

Ji destpêka salên 2000’î vir ve em Kurd dibêjin Diaspora me jî heye. Ez yek ji kesên ku hevoka Diasporayê zêdetir bikar aniye me. Min di pirtûka xwe ya bi navê « Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd » de vê mijarê bi dorfirehî şîrove kiriye. Lê belê dema ku ez li rewşa me ya giştî dinêrim, mixabin hê jî em nebûnin hêzeke diasporal.

Li Ewropayê, herwuha li Welatên Sovyeta Berê, li Kanada, Avustralya, Amerîka û li cur be cur welatên Rojhelata Navîn, Kurd gehiştiye astekî wisa ku di warê aborîde jî ew bûye xwedî hêzeke mezin. Tenê di destê Kurdên li Ewropayê de bi mîlyaran euro sermaye heye. Heger ev hêz baş were bikar anîn, wê bibe sebebê ku di pir aliyan de dengê Kurdan bilind be, herwuha ew ê bixwe jî hêztir bibe. Bi taybetî di hêla karê lobî û dîplomasiyê de Diyaspora Kurda dikare roleke mezintirîn bileyze û wê bixwe xizmeta hemû beşên Kurdistanê.

Ez dixwazim careke din bêjim; Karê Diyaspora Kurd nikare bi pêşengiya û fermanên partî û hêzên siyasî bimeşe û ser bikeve. Divê hemû partî û hêz ji heman karî re alîkar bibin, lê belê xwe nexin pêşeng. Xebatên ku naha li Ewropayê dimeşin dikarin Diyaspora Kurd tenzîm bikin, tenê pêwîstî bi alîkariya girseyên ku bi rastî û ji dil Kurd heye.

Roja îroyîn di nava Kurdên li Diyaspoayê de bi hezaran kesên me yên ku di pirr aliyan de xwedî tecrube û huner hene. Pirraniya wan di demên borî de di nava cur be cur partî û hêzên kurd de cih girtine. Lêbelê, jiber cur be cur sedeman, îro ew bi ti partî û hêzan re kar nakin, pirraniya wan bêdeng û di mala xwe de sekinîn in. Ev potansiyel dikare xwe aktîf bike, dikare tecrube û hunerên xwe bike xizmeta gelê xwe.

Ahmet Gulabi DERE

12.10.2020

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu