Kurdî

”Divê Swêd lêborînê ji kurdan biwaze”

Demeke dirêj PKK û kurd weke gumanbarên kuştina Olof Palme hatine nîşandan. Niha, piştî ku kesek weke kujer hatiye destnîşankirin rêxistinên kurd dixwazin Swêd lêborînê ji kurdan bixwaze û mexdûriyeta wan telafî bike.

Duh, di civîneke çapemeniyê de serdozgerê dosya Palme bi şopger re derketin pêşberî çapemeniyê û ragihandin ku kujerê Olof Palme kesê bi navê Stig Engström e, lê ji ber ku Engström miriye dosya Palme niha tê girtin.

Yanî, niha piştî 34 salan kesek bi resmî weke qatil hatiye destnîşankirin û tu elaqeyeke vî kesî bi kurdan re nîne.

Derbarê doza Palme de niha çendîn rêxistinên kurd dixwazin Swêd lêborînê ji kurdan bixwaze, mexdûriyeta wan telafî bike ji ber ku di destpêkê de kurd weke gumanbarên kuştinê hatibûne destnîşan kirin.

Wextê ku behsa kurdan weke qatilên muhtemel ên Olof Palme hate kirin Azad Aslan li bajarê Bollnäs dima. Ew dibêje li bajarekî weke Bollnäs biçûk û dûrî Stockholmê jî wan xwe di ewleyiyê de û serbest hîs nedikirin.

28ê sibata 1986ê, saet navbera 11 û 12 şevê serokwezîrê hingî yê Swêdê Olof Palme li Stockholmê hate kuştin.

Piştî kuştina Olof Palme gelek gilî û agahdariyên şahidan diçine ji polîs re. Lê ne bi gelekî piştî kuştinê polîsê Swêdê bi serkêşiya Hans Holmer ku wezîfeya wî zemtkirina qatil bû teorî û giliyên dihatin gişt dane aliyekî û bi hemû hêza xwe kete pey şopa PKKê de.

Polîs bi çekên giran avête ser gelek malên kurdan, guhdariya axavtinên wan ên mal û telefonên hineka hate kirin, îfadeya gelek kesan hate girtin û demeke dirêj kurd weke gumanbar hatine destnîşan kirin.

Piştî demekê ev şopa PKK ji bo polîsê Swêdê weke fiyasko bi dawî dawî bû. Holmer ji wezîfê hate danîn, lê dîsa jî wî dev ji şopa PKK berneda heta ku di çapemeniya Swêdê de kiryarên wî yên derqanûnî hatine eşkere kirin. Hem siyasetvanên Swêd ên bilind hem jî polîs mecbûr man îstifa bikin. Bi vêya re êdî şopgerên nû fikrê ku PKKê Palme kuştiye dane aliyekî.

Eva ku polîs di destpêkê de ewqas giraniya xwe da ser PKKê, ji aliyê gelek rexnegiran ve weke sebeba sereke ku qatil nehate girtin tê destnîşan kirin.

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Keya Izol ku hingî jî di rêvebiriya Federasyonê de cî digirt behsa atmosfereke pir xerab a ne tenê li dijî alîgirên PKKê, lê kurdan gişt dike.

Û niha piştî ku dosyaya Palme tê qapatkirin Keya Îzol dibêje gereke dewleta Swêdê mexdûriyeta li kurdan kirî bi awayekî resmî telafî bike.

Li gor serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK, ku gelek partî û rêxistinên kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê dihewîne nav xwe bi eşkerekirina kujer û girtina dosyaya Palme re êdî hatiye dîtin ku tu elaqeyeke kurdan di kuştina Palme de nîne. Ahmet Karamus serokê KNKê ye:

Karamus bi berdewamî dibêje Swêd wî wextî bi bahaneya kuştina Palme zerar ne tenê daye kurdên Swêdê, lê wê zerar daye doza kurd bi giştî û loma dixwaze hem Swêd lêborînê bixwaze, hem jî ji bo rakirina muhra terorê ya li PKKê ew kar bike.

https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=7493731

Beşîr Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu
Kapalı