Kurdî

Çiya Kurd: Dewleta Tirk derfetan ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe bi kar tîne

Bedran Çiya Kurd nûçeyên girêdayî daxwaza Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser ku Eyn Îsayê û saziyên wê radestî hikumeta Şamê bikin, derewand. Her wiha piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk, berdewama hewldana berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêya navneteweyî ye. Bedran destnîşan kir ku encamên êrişeke nû ji hêla Tirkiyê ve, dê bandorên bi keraset bi xwe re bîne û dê terorê careke din li cîhanê geş bike.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di hevpeyvîneke taybet bi ANHA`yê re, geşedanê dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxa.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Armancên dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên xwe yên dawîn li dijî herêmê çi ne?

Dewleta Tirk ji beriya demekê ve niyetên dagirkirinê dinuxmîne û her tim dixwaze qada dagirkirina xwe li Sûriyê zêde bike. Plana kontrolkirina rêya navnetweyî M4 yek ji armancên wê yên sereke ye ku hewl da bi rêya êrişa xwe ya dawîn li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, doprêçkirina Kobanê û kontrolkirina hinek gund û deverên li nêzî Eyn Îsayê û Til Temirê, pêk bîne. Geşedanên ku niha li herêmê rû didin, berdewama wan komployên berê ne.

Kengî şert û mercên guncew peyda bûn û dewleta Tirk erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi dest xist, dê bê teredud vê plana xwe ya mezin û xeternak temam bike.

*Gelo bi rastî Rûsya xwest ku Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê were kirin? Çi li wir diqewime?

Di vê dawaiyê de gotegotên girêdayî wê yekê hatin kirin. Lê em piştrast dikin ku ev nûçe ne rast in. Niha tişta li wir diqewime, tevgera koordînekirî ya QSD`ê û hêzên Rûsyayê di çarçoveya makenîzmeya ku dema êrişên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de hatibû avakirin e, ku da valahiyên ku çete û hêzên Tirkiyê bi kar tînin, bên tijîkirin, xeterî bên dûrxistin û behaneyên Tirkiyê bên bidawîkirin.

*Bi nêrîna we, gelo îhtîmal heye ku lihevkirineke nû di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ji bo berfirehbûna li herêmên din, pêk hatibe?

Heta niha me tu lihevkirineke Rûsî-Tirkî girêdayî vê mijarê ferq nekiriye. Lê heke Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan neda, wê demê em ê fêm bikin ku lihevkirineke veşartî di navbera her du aliyan de heye. Ji lewra em hêvî dikin ku helwesta temaşeker a Rûsyayê berdewam neke. Rûsya garantora lihevkirina li vê herêmê ye û roleke sereke dilîze.

*Lê xuya ye ku Rûsya li hemberî êrişên vê dawiyê bêdeng e?

Berdewamkirina bêdengiya Rûsyayê fikaran çêdike. Divê Rûsya ji bo aramiya li vê herêmê helwestê nîşan bide. Em hêvî dikin ku di vê çarçoveyê de helwesta Rûsyayê diyar be, ji ber ku rola Rûsyayê ji bo rawestandina Tirkiyê gelek girîng e. Ji lewra divê Rûsya li hemberî van êrişên bêbehana yên dewleta Tirk ku jîngehan dike hedef, bi rola xwe rabe û soza berdewamkirina peymana ku di 23`ê Cotmeha sala borî de bi Tirkiyê re li Soçî pêk hatiye, bide.

*Hûn ji bo helwesta DYA`yê dikarin çi bêjin? Gelo wekî aliyekî garantor, ne ji erka wê ye jî ku dewleta Tirk rawestîne?

Di heman demê de Amerîka jî berpirsiyar e. Divê helbet peymana di 17`ê Cotmeha sala par di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pêk hatiye ku tekezî bi rawestandina rola Tirkiyê û agirbestê dikir, di rastiyê de bê pêkanîn.

Dewleta Tirk bi binpêkirina wan lihevkirinan, îradeya wan dewletên mezin paşguh dike. Ev helwest jî dihêle ku dewleta Tirk gefan li ewlehiya Ewropayê û herêmê bixwe, kesên tundrew bişîne herêmên şer û li navrasta Ewropayê gefên yekser bixwe û çalakiyên terorîst pêk bîne. Ji bo pêkanîna peymanên bi Tirkiyê re hatine îmzekirin û pêkanîna agirbestê, divê Amerîka û Rûsya bi rola xwe rabin. Heke ev her du alî nekevin tevgerê dê dagirkeriya Tirkiyê berfireh bibe û tevgera DAIŞ`ê bi rêya şaneyên razayî zêde bibe, ku piştî êrişa dawîn a dewleta Tirk tevgerên wan zêde bûn.

*Bi nêrîna we, gelo girêdana êrişên dewleta Tirk ê di vê demê de bi valahiya niha di desthilata Amerîkayê de, heye?

Helbet dewleta Tirk dema veguhestina desthilatê li Amerîkayê bi kar tîne û hewl dide di wê demê de aloziyan derbixe, piştgiriya terorê bike û dagirkirina xwe berfireh bike, ji lewra ew xeteriyê li ser berjewendiyên hemiyan li herêmê çêdike. Ji bo wê jî divê di vê derbarê de zext li Tirkiyê bê kirin. Nexasim li gel nakokiyên diyar ên di navbera dewleta Tirk û hêzên çalak ên li Sûriyê de. Em naxwazin di dema ku herêmên me rastî êrişên dewleta Tirk tên de, ev nakokî werin paşguhkirin. Li van herêman serkeftinên dîrokî li dijî DAIŞ`ê hatin bidestxistin, bi saya wê yekê jî Sûriyê û herêm bi giştî û heta cîhan ji xeteriya DAIŞ`ê hate xilaskirin û bi ewlekirin.

*Bi nêrîna we, çima dewleta Tirk hewl dide vê tevliheviyê û bi taybetî bi Ewropayê re biafirîne?

Dewleta Tirk siyaseta tevliheviyê û pêşxistina aloziyan dimeşîne. Ji ber wê ji Qerebaxê bigire heta Lîbya, Deryayê Spî, Sûriye, Iraq û herî dawî li Çîn û Keşmîrê aloziyan derdixe Dixwaze li hemû herêmên ku destwerdanê lê dike û di nav de Sûriye û heta dewletên herêmî, dewletên Ewropayê û cîhanê tevliheviyê derxîne. Ji lewra divê civaka navneteweyî û dewletên di Sûriyê de çalak û welatên cîhan bi giştî xwedî helwest bin.

*Heke êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, gelo wê bandorên wê yên herêmî û cîhanî çi bin?

Em piştrast dikin ku her êrişek li ser herêmên me wê bandorê li seranserê Sûriyê, herêmê û cîhanê bike. Wekî ku piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyên terorî li Ewropayê zêde bûn. Heke rewşeke bi wê rengî derkeve, em bawer in wê gelê me, hêzên leşkerî (QSD) dê bi erka xwe ya parastina rewa rabin.

Em tekez dikin ku rêgirtina li berfirehbûna dagirkera Tirk a dagirker ji bo hemiyan girîng e. Ji bo ku ewlehî li herêmê pêk were, rê li pêşiya terorê ya ku hêz û moralê ji pêşketina rola dewleta Tirk digire were girtin, em hêvî dikin ku welat û dostên me piştgiriyê bide helwestên me.

ANHA

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu