Kurdî

BİRÎNA KEWNEGİRTÎ

melavanê pêlên deryaya xeyalên

şevistanên xwe me

birînkûrê salên kewnegirtî me

derdkêşê jiyana kevzgirtî me

keserên rojên perîşan

di zikê heyaman de

nalenal in

li gulistana hinavên peritî

kulîlkên êş û azarê

dipişkivin

di şiyarbûna çavên vekirî de

siya xewnên bi tirs

dibînim

xopana ewrên tarîreş

girtiye ser kolanên giyanê

şermok

her şev û roj

siya mirinan xwe li gewriyê min

dipêçin

sergêj û sermest

di valahiya gerdûna xwe de

dizivirim

sibehên ronak xemgîn

diçirisin

felekê kirasê bêbextiyê

li sikura bextewariya temenê reben

alandiye

keftarên demê

goştê laşê xeyalên şêrîn

qetqetî kirin

di bêhntegiya sebira min de

sal westiyan

demsal rawestiyan

salnameyan meh beravajî kirin

zimanê ferhengan lihevgeriya

tenêtiya kambax

di guhên bêxewiya şevan de

dengveda

qêrîn û hawarên dayikan

erd û asîman lerizand

mirata xerîbîstanê

li ser movikên pişta min bû tûrikê

bargiran

û êşên bêçare

li ser mîndera koşka dil

kon vegirtin

 

Xizan Şîlan

2021-01-21

Stockholm

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Aynı kategoride
Kapalı
Başa dön tuşu