Rojev'den

Abit Gürses: Serok M. Barzanî Xelet Dike!

Xwûşk û birayên hêja,
organîzekirina,
damezirandina,
pêkanína,
birêkxistina,
hunandina,
DIASPORA KURDÎ HÎN TEMAM NEBÛYE!

Ew mihaweleyên ku li pîyaseyê de xuya dikin, nikarin bêjin em núnertiya (temsila)
diaspora Kurdî dikin.

Divê bê ku dijatiya hevûdu bikin, divê hemû xebatên ji bo DIASPORAYEK BI HÊZ A KURDI bi
waxt re bighijin hev, dijatiya hevûdu nekin. Bi hev re, hevûdu temam bikin, bighijin
organîzasyona DIASPOREYAKA MEZIN A KURDÎ.

Ez bawer nakim xebata dîaspora Kurdî bi kontrola rêxistinên siyasi li pêş bikevî.
Bi ekse wê, divê rêxistinên siyasi li gel diaspora Kurdi hevkar û hevaheng bin.
Ne ku bi exlaqekí stalinist bixwazin rêxistinên diaspora bixin bin kontrola xwe de.
Herweha hemû insiyatif yan xebatên ku ji bo pêkanîna diaspora Kurdi li meydana xebatê ne,
divê ne bi tenê nêzîkê hevûdu bin, herweha divê kar û xebatên diaspora gav bi gav, suksesiv,
tedricen, teslîmê genc û ciwanan (neslê, cîlê) nû bikin!

Divê gencên me li Ewrupa bikevin nav xebata diasporeya Kurdi. Eger na ev xebat kadúk
dimîne, beravêtî dibe, berfireh nabe, temsîla Kurdan nake.

Potansiyela Kurdên Ewrupayê ji welatekî meztir e. Ne bi tenê dîplomsiya ji bo doza Kurdi,
Lobi ji bo Kurdistanê, her wuha Kurd quvvetekî finansê ne jî. Aniha çend kesên jîr û zane
xwedi finans bi hesani dikarin Bankek ji bo Kurdên Ewrupayê ava bikin. Ew potansiyel, ew
bingeh heye. Bi tenê xwediyê firmayên xwarin, şînî, fêkî, branşa xwarin û restoranê bi sedan
milyar Evro ciro dike!

Divê Kurd ferqa hêza (quvveta) xwe baş têbigihin, baş bizanibin.

Kesên ku weka min waxtê xwe de di nav partiyên kurdi da xebat kirine, hatine Ewrupa,
emrê wan gihaye 60, 70 sali, ne dikarin zimanekî Ewrupî baş bipeyivin, ne jî kêrî diplomasiyê
tên. Ew camêrana bila bi navê xebata diaspora kurdi, vê saheyê neherimînin.
Pûç nekin! Bila palpiştè diaspora bin, ne ku bibin kosp, arqele!

Diasporeya Kurdi çênabe ji Hewlêrê,Diyarbekir, Qamişlo û Mehabadê bê rêve birin!
Divê li gel Hewlêrê û navendên din yên siyasi hevaheng bin, hevkar bin, hevbeş bin, di nava koordinasyon û diyalogê de bin! Ji ber ku diasporeya Kurdi nikare bikeve bin baskê partiyeke siyasi.

Diasporeya Kurdi divê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê kar û xebat bike.

Bihêlin DIASPOREYA KURDI xwe bi avayeke rêk û pêk organîze bike.
Program û armanca xwe tesbît bike.

Li gor program û biryarên xwe dest bi xebata xwe dûr û dirêj bike. Ji bo ku ev yeka pêk bê,
divê rêxistin û insiyatifên mewcud ji bo pêkanîna diasporeya Kurdi karê xwe bimeşînin,
bighijin organîzasyona herî baş, herî bi hêz!

Eger mirov li meseleya diasporeya Kurdi weha berfireh temaşe bike, civîna Hewlêrê şaş e.
Kêm e. Xelelet e.

Civîn bi xwe şaş nebe jî, bêşdarbûn û piştgiriya rêzdar Serok Mesud Barzani xelet e, şaş e.
Çênabe Serok Barzanî piştgiriya aliyek bike. Ji ber ku xebateke din ku hin negihaye encam
berdewam e. Herweha ew xebat jî çend sal berê bi şêwra Hewlêrê destpêkiribû. Eger ez şaş
nebim bi malûmat û istîşareya Serok Mesud Barzanî dest bi organîzekirina diadporeya Kurdi
kiribún.

Ez hêvîdar im ku berpirsên insiyatifa her du alì û eger hebin aliyên din bikaribin
li hev rûnin, riyên çareseriyê peyda bikin, organîzekirina diasporeya Kurdi bi hev ra
bimeşînin.

Bi rastî jî ew camerên ku çûne Hewlêrê nikarin bêjin me diasporeya Kurdî pêk aniye.
Gellek ji wan camêran hevalê min in, ez îhtirama wan digrim. Ew belkî dikarin bibin beşeki
biçûk a diasporeya Kurdi. Bêguman ew diasporeya mezin û xwedî hêz ku ez xeyal dikim!
Ji ber van sedemên li jor hat destnîşankirin, çênabe Serok M. Barzanî bibê piştgirê beşekî ji
diasporeya Kurdi. Divê Serok Barzani rola xwe bileyize da ku DIASPOREYA KURDÎ BERFİREH Û
YEKGİRTÎ AVA BİBE.

Daha Fazla Göster

4 yorum

  1. Abît Can, min ji te ra çi gotibû? Bersîva te, bersîvê nade pirsên min. Bersîva te: “Ev ji raya te ye, herkes di raya xwe de zad e”. Zad di zara Tirkan da tê wate ya zahîrê. Ango genim, ce, nok, nîsk hwd. Carek dî ji te ra: “Bi kerema xwe, pîçekî li ser rastnivîsîna zara dayîka xwe mijûl be. Peyva “Azad” ne zad e, çi dinivîsînî sehêt bike, dûra ji malperê ra bişîne. Silav û rêz.

  2. Slav li hemû kurdan re,
    Birêz Abid û îmam nêrîn û rexneyên xwe ji bo beşek ji kêşeya kurdan vegotine. Pêwîst e vê bibêjim ku çi mixabin em kurd di mijara gotûbêjên xwe de, hîn kêmasiyan dihewînin. Bi qasî ku ez serwext dibim, berî têkoşîn û xebata netewî divê em hînî rêzgirtina berjewendiyên millet bibin. An ku şêwaza gotûbêjên siyasî ji nîqaşên rojane veqetînin. Ji ber ku eger em di doza xwe de, rastgo bin divê helwest jî, ji tevayî berjewendiyên kom û şexsî dûrbîn. Û dîsa ne ku li beramberî hevûdu bisekinin, vajî vê jî bo temamkirina hev bixebitin. Rastî ewe ku dîroka derbasbûyî û hebûna rojane evê li ser me ferz dike.
    Tişta ku ez difikirim, em navê girseya kurd ya li derveyî Kurdistanê daneynin ” dîaspora” ji ber ku em li çareseriyek mayînde û li gorî derfetên milletê xwe digerin. Ji ber jî,
    – heger civîneke hebe jî, bo vê yekê destpêkê pêwîste armanca vê xebatê baş were diyarkirin, ev gelê kurd ku li derveyî welatê xwe maye hûnê bi çi argûmanî biçine wan? Ev xala herî bingehîn e.
    -wekî em tev dizanin ku milletê me ji her çar parên Kurdistanê û yên li Kafkasyayê hene. Û dîsa yên nû û yên ji kevin de, hatine hene bê guman asta wan nêrîna wan gellekî ji hev Cûda bûye. Hûn bi ahengeke çi rengî dixwazin van çîn û tebeqeyên cihê bigehînin asteke rêxistinî?
    Birêz Abid, di mijara tevgirtina civakê de,di şaşîyekê de ye. Ji ber ku civak kal û pîran û ji ciwan û jinan pêk tê ji ber vê, divê aheng hebe û bi taybet civata kurd hewceyî bi hişeke kamil heye mirov vê yekê misoger bibîne. Birêz îmam jî, hima PKK dike dijber. Li gor min PKK jî PDK jî YNK jî partiyên serekene û kêmasiyên hemîyan jî hene ji xwe nabe ku kurdên derveyî welat ji partiyan cûda werine nirxandin na, ev ne rast e. Mesele çareseriye, dibe ku bi vî rêgeyî kurd nêzî hev bibin. Çima? îro gel bûye yek pirsgirêkên girîng ji holê rabûne lê niha kêşe ewe ku yên rêberiya kurdan dikin sertûj bûne. Xwedê li me were rehmê!
    Slav û rêz

  3. Roj baş, berrêz Abît Can, min nivîsa te xwend. Bi destûra te, ez dixwazim ji te birayê xwe yê Kurd ra çend tiştan bibêjim. Yek: Di rastnivîsîna zara dayîka me Kurdan da, min gelek kêmasîyên te dîtin. Pêşnîyara mina biratî ji te ra, bi kerema xwe pîçekî li ser rastnivîsîna zimanê Kurdî mijûl be. A duhem: Bira Can, civîna dîaspora Kurdî, li Hewlêrê despêdike, lê wate ew nîn e ku, dîaspora Kurdî bibe liqekî QDP û bikeve bin fermana berrêz Mesûd Barzanî. Ez te bi kesayetî nas nakim, lê nivîsên te dixwînim. Li gor bawerîya min, di mêjîyê tasa serê te da, hin şaneyên PKK hene. Bi kerema xwe ji partîyên rêzaneyî, ango sîyasî dûr bisekin, tenê bibe nivîskarekî Kurdistanî, bê alî. Jibo doza Kurdistanî bibe neferekî maqûl û canfîda. A sêhem: Bira Can, dîaspora Kurdî tenê bi ciwanan pêk nay, sal mezin jî hene, ku cêribandinên wan gelek in, tu nikaribî mezinan ji ciwanan dûr bixîni. Ciwan xwîndîn in, mezin (ji bijî hin awerteyan, îstîsna) bêtir maqûl û xudan cêribandinên taybetîne. Bi kurtî divê karê dîaspora Kurdî, karê lobîya Kurdî da kesên mezin, xudan ceribandinên mezin û sîyasî hebin. Bibe ku berrêz Mesûd Barzanî jî, bibe ji wan yek. Ne ku Serok û Axayê dîaspora Kurdî. Çarhem: Kek Abît, kî ku me Kurdan berdide hev, ji wan dûr bisekin, şaşîyên wan bibêje, bi tundî here ser wan, rexneyê wan bike, ku tu bê hezkirin. Hêvî dikim tu guh bidî vî kesîbê Kurd. Silav û rêz.

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu
%d blogcu bunu beğendi: