Video

‘Neviyê Osmaniyan Erdogan dixwaze komkujiya ermeniyan dubare bike’

Şeniyên ji netewa ermenî yên ku li bajarê Hesekê dijîn êrîşên Azerbaycan yên li ser Ermenîstanê şermezar kirin û gotin: “Neviyê Osmaniyan ku îro Erdogan serkêşiya wan dike, dîsa dixwazin komkujiyê li ser Ermeniyan pêk bîne.”

Dîroka Ermeniyan dîrokek e ku bi komkujiyan tê nasîn. Ev komkujî piranî bi destê împaratoriya Osmaniyan hatiya kirin. Li gorî belgeyên dîrokî, bi dehan car Ermenî rastî komkujî, qirkirinan hatine. Ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, mal û milkên wan bi darê zorê hatiye talankirin û wêrankirin.

DIXWAZIN CAREKE DIN ME QIR BIKIN

Dewleta tirk a ku bermahiya împaratoriya Osmaniyan e bi destê çeteyên ku ji Efrîn, Îdlib, Serêkaniyê û Grê Spî biriye careke din hewl dide li Ermenistanê komkujiyeke nû pêk bîne. Kesên Ermenî yên ku li bajarê Hesekê dijîn, li hemberî van polîtîkayên dewleta tirk bertek nîşan dan û bang li gelê cîhanê kirin ku li hemberî siyaseta qirker a dewleta tirk bêdeng nemînin.

Şêniya 80 salî ya bi navê Arevî Şûkrî Mînas bal kişand ser xeteriya li ser gelê ermenî û got ku wan wek gel di dîrokê gelek êş kişandine û wiha axivî, “Bav û kalên me ji destê Osmaniyan gelek êş û elem kişandin. Osmaniyan li ser Ermeniyan fermana tunekirinê derxistin, milyonek û nîv Ermenî hatin kuştin. Bi sedan zarokên piçûk kuştin, mal û milkê wan ji wan hate sitandin û bi hezaran ermenî ji neçarî ji axa xwe koçber bûn. Ji wan gelek kes li Dêrik, Qamişlo, Serêkaniyê, Dirbesiyê û Helebê bi cih bûn, gelek kes jî heta niha qedera wan eşkere nebû. Neviyê osmaniyan dixwazin careke din heman qetlîaman bi serê me de bînin.”

‘DEWLETA TIRK ÇETEYAN JI BO QIRKIRINA ERMENÎYAN DIŞÎNE’

Ermeniyê bi navê Salih Ismaîl Xelef bal kişand ser lîstokên dewleta Tirk ku di ser Qerebaxê re li pêş dixe û got armanca vê siyasetê di esas de qirkirina gelê Ermen e.

Xelef got ku piştî ku Rûsyayê di sala 1990`î de xwe ji Ermenîstanê vekişand şûnde Ermenîstan her tim bû hedefa gefên Azerbaycanê û dewleta tirk û wiha axivî, “Qerebax ya di navbera Ermenîstanê û Azerbaycanê de dimîne. Qismek Azeriyên misilman lê dijîn, lê belê piraniyê xwe xelkê Ermenî li wir dijîn. Azerbaycana ku derketina Rûsya ji Ermenîstanê ji xwe re weke firsend dît, ji sala 1990’î û vir ve êrîşî ser Ermenîstanê dike. Tirkiyê jî dît ku Azerbaycan nikare Ermanîstanê dagir bike vê carê bi hezaran çeteyên xwe rêkir wê derê da ku li hember Ermenîstanê bide şerkirin. Di cewher de dixwazin qetlîamên dîrokî dubare bînin serê ermeniyan. Vê carê dixwazin vê komkujiyê bi destê azeriyan û çeteyên ku ji Sûriyê birine pêk bînin.”

ANHA

Daha Fazla Göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu