Afrîn û hêrîşên rejima tirk ên li ser wê
Afrîn herêmeka kurdistanê a pirr kevn û dîrokî ya. Heta roja me jî wê, bermehîyên wê yên ku ew ji demên hûrî û mîtannîyan mana wê, ji gelek lêkolînên ´erkolojikî´ hwd re wê bê temen. Afrîn wê, herêmeka kurdistanê a ku ew dora wê çîyayî ya. Di nava kurdan de jî wê, hertimî wê, di vegotin û çîrokên wan de wê bahse rêwîtîyên wan ên ji cizîra bota, nisêbînê û heta Afrîn û Qamişlo wê hertimî wê ji wan wê were bahs kirin. Di vê çerçoveyê de wê afrîn wê, weke herêmeka giring a dîrokî bê. Di aslê xwe de wê, weke ku wê çawa wê serêkahnîyê wê were qatkirin û wê qatek di nava sînorê tirkiya de wê were hiştin û wê ji wê re bê gotin ´ceylanpinar´ û qata din wê di nava sînorê sûrî de wê were hiştin wê, bi heman rengê wê Afrîn wê were qatkirin. Ji herêma Xatayêê û heta ku wê bigihijê Entabê wê, herêma wê ku ew dihê lêkolînkirin û dîroka wê were kolandin û derxistin li rohniyê wê, were dîtin ku ew herêmên weke Entabê û hwd wê, weke herêmna ku ew di vê çerçoveyê de ew bi heman heman rengî hatina qatkirin bin.
Rayadarên tirk ew dema ku hêrîşî Afrînê dikin ew di serî de ew dizanin ku ew rastîya dîrokî were derxistin li holê wê, ev rastî jî wê derkevina li holê. Ber vê yekê, di nava rojava û bakûrê kurdistanê ku ew di nava sînorê tirkiya de hatîya hiştin wê, hêtên weke ´hêtên berlînê´ wê çê bikin. Çendî ku hêtê berlînê´ nekarîya ku almanan ji hevdû cuda bikê wê hêtê rejima tirk jî wê, nikaribê kurdên rojavayê kurdistanê û bakûrê kurdistanê ji hevdû cûda bikê.
Li vir di serî de mirov wê yekê jî wê, werênê li ser ziman ku rewşa kurdan li herêmê êdî weke rewşek rojhilat derdikeve li pêş. Pirsgirêka kurd ku ew temenê wê bi di konfaranse lozanê de ew hat avêtin î ro li ser wê re mudahaleyên ku ew li rojhlat dihên kirin em şahidyê ji wan re dikin. Lê em vê yekê jî wê, werênina li ser ziman ku rewşa kurdan wê, weke rewşeka ku wê, êdî wê ti kesek nikaribê wê bê statû bide hiştin. Hêrîşên rejima tirk ên ji xate ezaz û cerablûsê wê, di serî de wê, çawa wê pêşîya statûya civake kurd wê bigirê bê. Di vê çerçoveyê de mirov dikarê, bahse hêrîş, dagirkerî û politikayên wê binerê.
Rewşa herêmê ew hat dîtin ku ew, ji dema ku osmanîyan ve ku ew serdestbûn li herêmê, ti carî dawî li şer, pevçûn û komkujiyan li herêmê ne hatîya. Gelek xalkên herêmê ku heta vê demê bi hezaran salan hebûna xwe dana domandin wê, ji vê demê û pêde wê nikaribin hebûna xwe bidina domandin. Wê, werina ji dîrokê birin. Di vê çerçoveyê de dîroka anatolîa û mesopotamîya wê, weke dîrokeka ku wê, qirkirina xalkan jî wê, di vê çerçoveyê de wê, bi vê rengê wê werê nivîsandin. Heta roja me wê, gelek xalk wê werina ji dîrokê birin. Hemû hêrîşên ku ew di çerçoveya desthilatdarîya metingerî de ku ew hatina pêşxistin î ro em piştî şerê DAÎŞê pêvajoyeka wê ya din şahidî wê dikin. Bêgûman DAÎŞ wê, weke rêxistineka kontra ku ew di bin maskeya olê de ku ew hatî avakirin û wê bi wê çawa wê di gihiştiya rojhilat de wê derbeyê li kurdan bixê bê. Di vê çerçoveyê de wê, weke ku wê, çawa wê li Afganîstan Talîban, li Filistanê hamas, li nîjarya boko-haram, li somali el-şabab û hwd ku ew hatina avakirin wê, bi heman mantiqê wê li kurdistanê wê DAÎŞê wê avabikin. Di vê çerçoveyê de mirov dikarê li rojhilat û kurdistanê DAÎŞê weke projeya sedsalê a jenosîdkirina civakên herêmê jî wê, werênê li ser ziman.
Di vê çerçoveyê de divê ku mirov wê jî wê, werênê li ser ziman ku di vê dema ku hêzên kurd ew, li Raqqeyê bo rizgarkirina wê şer dikin hanîna rojeve û pêşxistina hêrîşên li ser Afrînê wê aliyekî wê yê bi vir ve girêdayî jî wê hebê. Wê çawa wê, oparasyona rizgarkirina Raqqeyê wê vala derxin wê, di wê çerçoveyê de bê. Di serî de mirov divê ku wê, di vê çerçoveyê de wê, werênê li ser ziman.
Ji aliyekî din ve jî hêrîşên li ser Afrînê mirov dikarê di dema pêvajoya hêrîşên rejima tirk ên li rojava ên li ezaz û cerablûsê de jî wan werênê li ser ziman. Di vê çerçoveyê de ew li gorî xwe hizir dikin ku wan, ´ezaz û cerablûs girtîya û pêşîya gihiştina li hevdû a kantona afrîn û kobanê girtina.´ Lê di aslê xwe de di rastiyê de koban jî, ezaz û cerablûs jî û afrîn jî wê, herêmna kurdistanê bin. Ev herêm wê weke herêmna rojavayê kurdistanê bin. Di serî de mirov divê ku wê yekê wê, werênê li ser ziman. Hemû hêrîş û dagirkeryîn rejima tirk wê, çawa wê pêşîya pêşketina statûya kurdan bigirê wê, di wê çerçoveyê de bê. Di dewama wê de mirov dikarê ji aliyekê pêvajoyên hêrîşên rejima tirk ên li bajarênn bakûrê kurdistanê û wê dikirin em, pêvajoya hêrîşên li ezaz, cerablûs û nûha jî li afrînê di dewama wê de wê werênina li ser ziman. Di vê çerçoveyê de mirov, heta ku mantiqê rejima tirk ê ku wê, bi wê hemû parlamamên û ankû bijartîyên kurd girtin û avêtina li zindanê û ´kayyum avêt li şaradarîyên kurd û rejima kayyumê li ser serê herêmê di awa û rengekî ´rewşa awarta´ de pêşxist ku mirov wê fahm nekê mirov wê, nikaribê pêvajoya hêrîşên wê yên li ser afrînê jî baş fahmbikê. Di serî de divê ku mirov têkiliya hêrîşên rejima tirk ên li ser Afrînê û pêşxistina rejima kayyuman li bakûrê kurdistanê bi hevdû re dênê. Ber ku wê, di çerçoveya politikayên wê di çerçoveya înkar kurd û dijminatîya wê ya li hebûna kurd de wê bi hevdû ve wê girêdayî bin.
Li vir divê ku mirov wê jî wê, werênê li ser ziman ku hêrîşên li ser Afrînê wê, di serî de wê, weke deewama hêrîşên rejima ên ên li bajarên kurdan ên weke li Cizîrabota, nisêbînê, geverê, silopîya, farqînê, Sûrê û hwd de wê bibê. Î ro hewldanên rûxandina Sûrê wê di vê çerçoveyê de bê. Wê çawa wê mejiyê civakî û hişmendîya wan ya herêmî ku ew hebûya wê bi rûxandinê û goçberkirinê wê ji holê rabiikin di wê çerçoveyê de Sûrê xira dikin, hêrîşî Afrînê dikin û her roj di çerçoveya oparasyonên qirkirina sîyesî de bi dehan kurdistanîyan digirin û diavêjina li zindanan.
Hewldana hêrîşkirina li Afrînê û bi wê re gûharandina demografîya wê, mirov dikarê di rewşa xirakirin û rûxandina sûrê de wê kifşbikê û wê werênê li ser ziman. Mantiq û zihniyet heman mantiq û zihniyet a. Wê çawa wê, mejiyê civakê ê dîrokî wê tûnabikin wê, di vê çerçoveyê de wê ew hêrîş wê werina pêşxistin. Di dewama wê de wê, ew hêrîşên ku ew î ro dihên kirin wê, çawa wê, bi wan wê hebûna civakê wê tûnabikin dii wê çerçoveyê de wan hêrîşan dikin. Hêrîşên rejima tirk ên li hebûna civake kurd, bi çêkirina bendavan, rûxandina herêmên dîrokî ên weke heskîf û Sûrê, hêrîşên weke dagirkeriyê li herêmên weke Ezaz û cerablûs û li ser afrînê û bi oparasyonên wê yên leşkerî ên li hemû deverên bakûrê kurdistanê dimeşênê re mirov, dikarê wê werênê li ser ziman. Di vê çerçoveyê de mirov, dikarê wê, rastîya wê fahmbikê. Her wusa li vir divê ku mirov wê yekê jî wê, werênê li ser ziman ku hêrîşên li ser Afrînê wê, di vê çerçoveyê de wê, weke pêvajoyeka hêrîşên rejima tirk ku mirov dikarê di dewama hêrîşên DAÎŞê ên ji Musilê û heta şengalê û kobanê ku wê kirina de jî wan, werênina li ser ziman. Î ro ji kobanê û heta raqqeyê xate berxwedana kurdistanê ku ew li herêmê hatîya pêşxstin dîrok nivîsandîya. Her wusa em, divê ku vê yekê wê, werênina li ser ziman ku hêrîşî Afrînê bikin jî wê, ti encamê wê bi dest nexin. Di devereka weke kobanê de bi hemû hêza hêrîş kirin û encam bi dest nexistin. Vêca wê li herêmeka weke Afrînê ku ew hemû dora çîyane wê encamê bigirin.
Di dewama wê de divê ku mirov wê jî wê, werênê li ser ziman ku Afrîn kurdistan a. Dil û xamla kurdistanê ya. Ji serdemên hûrî û mîtannîyan ve wê, Afrîn wê weke navendek jîyane civakî a kurdistanî bê. Dîroka Afrînê ku mirov wê lêkolîn bikê wê, di vê çerçoveyê de wê, weke dîrokeka herêmê a bi pir dîrokî bê. Î ro, ji herêmên Afrînê ên weke Marê û hwd, bineter û nivîsên bizmarî ên ku ew ji demên hûrî û mîtannîyan ku ew dihên dîtin wê, ew wê rastiyê wê zêdetirî wê piştrastbikin. Di vê çerçoveyê de wê, rastîya jîyane civakî a li herêm wê pirr zêde wê, bide dîyarkirin. Li kevîya ava-firatê wê Afrîn wê di deman de wê, weke herêmek teybet a kurdistanî bê. Minaq heta roja me jî ku kurd, bahse afrînê dikin wê, ji herêmên Nisêbînê û li ser çîyayê sîpî re wê heta Afrîn û qamişlo wê bahse wê bi hevdû re wê bikin. Ber ku ev hersê herêm wê, weke herêmna ku wê, hertimî wê, di vê çerçoveyê de wê, li wan rêwîtî wê pirr zêde wê bibin. Wê, weke çerçoveyeka welatî wê di sêkoşeya afrîn, qamişlo û nisêbînê de wê jîyanek civakî û şariştanî a pirr kevn wê hebê. Lê Afrîn weke herêmeka mazin mirov wê, dikarê wê, werênê li ser ziman. Î ro gelek herêmên Antabê ku ew di nava sînorê tirkiya de ew hatina hiştin wê, herêmên Afrîna şêrîn bin. Wê, ew wê piştî ku ew rejim hatina vakirin wê, xat di nava jîyane van bajarên kurdistanê de wê, were kişandin. Minaq wê, di nava şûka serêkahnîyê de wê, xate trenê ku ew hatîya kişandin wê weke sînor wê were danîşandin û wê ew weke sînor wê were herêkirin. Wê bi wê re wê, weke ku wê li serêkahniyê wê bibê wê çawa wê malbat wê ji hevdû wê werina qatkirin wê li afrînê û herêmên wê yên ku ew di bin navê Antebê de ku ew li vî aliyê sînor hatina hiştin jî wê wusa bê.
Afrîn wê, weke Herêma Çiyayê Kurmênc( ku weke çîyayê kurda jî dihê bi navkirin) ku ew dihê bi navkirin wê, ji aliyê Çandiniyê ve ew gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî zeytûnan wisa difiroşin. Wekî din jî wê, ji aliyê çandinîyê ve wê gelek herêmek cûr bi cûr bê. Wê gelek tişt wê li wê werina çandin. Ji her aliyê ve wê, weke herêmek dewlemend bê. Heta roja me jî herêma afrînê bi dewlemendîyên xwe têra xwe dora xwe jî kirîya. Ber wê dewlemendîya wê bûya ku wê, hertimî wê, di her dmeê de wê mirov wê goç wê bikin.
Di roja me de hêrîşên rejima tirk ên li ser afrînê wê ji aliyekî ve wê çawa wê mirovan ji herêmê bide ravandin wê, bi wê armancê jî wê werina kirin. Bo ku ew demografiya wê bidina gûharandin wan hêrîşan bi wê armancê dikin. Afrîn wê, di nava mamikên kurdan de wê hertimî wê xwediyê cihekî teybet bê. Wê, di vê herêmê de wê, li keviya firatê wê jîyane ku ew li wê heya wê, ew herêm wê, di nava wê de wê, weke navendek teybet bê. Hêrîşên ku ew î ro li herêmên Afrînê dihên kirin wê, weke hêrîşna namerdenê ên li hebûna civake kurd bin.
Li herêmê ne tenê li bakûrê kurdistanê wê li van herêman jî wê rejima tirk wê hertimî wê şerê tûnakirina kurdan wê bi wan re wê bide. Di vê çerçoveyê de wê, ev bi dehan salane ku wê şerê tûnakirina civake kurd li bakûrê kurdistanê bi civake kurd re meşandîya. Bi wê re jî wê, çawa wê pêvajoya jenosîdkirina civake kurd wê bibê sêrî wê, zimanê civake kurd wê qadaxabikê û pêvajoyên bişavtinê û ankû asîmilasyonê wê li ser çand û jîyane wan wê bide meşandin. Di vê çerçoveyê de wê, bi wê re jî wê, pêvajoyên hêrîşên leşkerî û hwd wê di nava civake kurd de wê bide pêşxistin. Heta roja me jî wê, ji destpêka komare tirk wê ew dawî li wan newê. Di vê çerçoveyê de mirov dikarê wê, werênê li ser ziman. Di demên berê de jî wê gelek kurdên ku ew ji sînor derbas dibûn û diçun ku ew malbatên xwe bibînin wê di bin navê ´qaçaxçîtiyê´ de wê werina qatilkirin. ..
Heta roja me wê, bi sadan kurd wê, bi wê rengê werina qatilkirin. Weke tê zanîn kurdistanî piştî ku sînor di nava bakûrê kurdistanê û rojavayê kurdistanê de hat kişandin wê, gotina ´´serxatê´ wê bi aliyê bakûrê kurdistanê û gotina ´binxatê´ jî wê bo aliyê rojavayê kurdistanê wê werênina li ser ziman. Gotina ´serxat´ û ´binxatê´ wê bixwe jî wê, dema ku mirov wê wateya wan ya di mejiyê kurdan de wê lêkolîn bikê wê, ew bi wê re wê, rewşa qatkirina malbatên wan û jîyane wan wê were kifşkirin. Dema ku wê mirovek wê ji bakûr wê bûhûrî rojava bûba wê bo wî bi heta gotin ku ´ew çû binxatê û xizmên xwe yên malbatê dîtin û hat.´ Di vê çerçoveyê de wê, ew wê were hanîn li ser ziman. Rejima tirk û ya baasê a sûrî, çendî ku ji herdû aliyan ve sînor bi mayîn kirin jî lê wê, ew jî wê pêşîya çûyîna kurdan wê nikaribê bigirê. Ber ku kurdên wê aliyê û aliyê din jî wê, xizmên hevdû bin. Î ro jî mirov dikarê bo ´hêtê rejima tirk´ ê ku wê di nava rojava û bakûr de kişandîya jî wê dikarê wê werênê li ser ziman. Ew hêt wê, weke hêstê namerdî û bêbaxtîyê wê bibê malê dîrokê.
Li vir divê ku mirov wê jî wê, werênê li ser ziman ku Afrîn kurdistan bixwe ya. Dil û şîrînîya kurdistanê ya. Her hêrîşa li Afrînê hemû kurd û kurdistanî wê li xwe û li rûmeta xwe dibînin. Hemû hêrîşên ku ew li Afrînê û herêmên din ên rojava dihên kirin mirov, dikarê weke hêrîşên li mirovatiyê ên bêbaxt wan werênê li ser ziman û şermazar bikê.
07.07.2017/Abdusamet Yigit