Weke zanista perwerdeyê pedegojî
Ku mirov di çerçoveya têgîna zanista perwerdeyê de wê rewşa pedegojikî wê hilde li dest wê rast û di cih de bê. Ji xwe ya kuwê karibê wê bi rastî wê werênê ser ziman jî bê, wê gotina gotina pedegojiyê ku eew di rengê gotina zanistê de ew werê hildan li dest bê. Di çerçoveyeka têgîneka zanistî de mirov ku mijara hildana perwerde wê hilde li dest, wê mirov çawa karibê wê hilde li dest? Di vê çerçoveyê de mijara pedegojiyê wê, di aslê xwe de wê ji destpêka perwerdeyê û heta rewşa mazinbûna mirov wê weke rewşeka ku em dikarin wê di çerçoveya têgîneka perspektifîkî de wê hilde li dest bê.
Li vir, mirov divê ku vê yekê jî wê hilde li dest û werênê li ser ziman ku wê têgîna perwerdeyê wê weke têgîneka ku wê mirov, di nava wê de wê were bi zanebûn kirin. Li vir, ew zanebûna ku mirov wê dihilde û wê dike bi wê re xwe mazin bike, têgîna zanistî a pedegojikî wê, di destpêkê de wê ew wê, hilde li dest û wê bike ber lêkolîn û lêpirsînê de. Di çerçoveyeka pedegojikî de wê hertimî ew zanîna ku ew dihê hildan wê, ew were lêpirsîn. Ya rast jî wê ew bê. Ji sê aliyan ve wê, ev lêpirsînkirina zanîna ku mirov wê bi perwerdeyê dihilde wê giring bê. Aliyê pêşî, wê ji aliyê demê, pêşketina demê û hertimî pêşketina asta zanînê û kifşkirina zanînên nû bê. Ev jî wê, weke aliyekî ku wê, hertimî wê li gorî wê ya ku ew hatîya pêşxistin, wê zanîna mirov wê di berçav de wê bide derbaskirin bê. Aliyê din ê duyem jî wê, ew bê ku ew zanîna ku mirov wê bi perwerdekirinê re wê dihilde wê çendî weke zanîneka zanistî û ankû rast bê. Bi zanistî wê, hertimî zanîn weke dîyardeyan wê li ser wan re wê cerbn cûr bi cûr wê werina kirin. Bi felsefîkî jî wê hertimî darizandina aqilî wê hertimî wê di çerçoveyek mantiqî de wê were kirin. Li ser wê re wê êdî wê, hertimî di çerçoveyên piştrastkirinên nû ên bi demê re de wê ew zanîn wê were nûkirin.
Li vir, mijara fahmkirinê ku mirov wê, hilde li dest, wê di vê çerçoveyê de wê, ev jî wê weke mijareka sereka û bingihînî wê wê were hilde li dest bê ku mirov hertimî bi perwerdeyek rast, hertimî li ser zimanê xwe yê zikmakî re wê perwerdeyê dihilde. Dervî wê, bi zimanê ku ew perwerde dihê hildan, wê hertimî mirov bike rewşeka mirov bi zimanekî beyenî de wê perwerdeyê dihilde û wê hertimî jî wê ji aliyê derûnî û hissî ve wê temenê pêşketina mirov a perwerdeyîkî wê kêm bê. Ev jî wê, ji aliyekî ve wê weke ku temenekî giştî ê pedegojikî kêm bê, wê xwe bide dîyarkirin.
Di hildana perwerdeyê de wê sê tişt wê weke tiştên bingihînî wê giring bin. Zimanêmakî (civake ku ew bixwe jê), civakemakî(ya ku ew bixwe jê), û dîroka civakemakî( dîroka civake ku mirov bixwe ji wê ya), wê ev rewş, wê weke rewşna bingihînî bin. Dema ku mirov, di perwerdeya xwe de ji van ket û nebû xwediyê wan, wê di rastiyê de nikaribê, perwerdeyeka pedogojikî bibiînê û ku ew memoste jî bê, wê nikaribê perwerdeyek pedegojikî ew bide. Di vê çerçoveyê de mirov divê ku vê yekê jî bi wê re wê werênê li ser ziman ku wê mirov, di vê çerçoveyê de wê xwediyê rewşek teybet bê. Di vê çerçoveyê de têkiliya nava mirov û zimanê mirov ê dayik, wê têkiliya nava keseyetîya mirov û derûnîya mirov a bi perwerde dîtinê re jî bê. Di vê çerçoveyê de mirov, divku vê rewşa bingihînî wê bi teybetî wê hilde li dest. Li vir, divê ku mirov vê yekê, binxatkê û werênê ser ziman ku wê pedegojî, wê ermanca wê perwerdekirina mirov bi şêwayekî rast bê. Li vir, ya rast, di perwerdekirinê de wê, çi bê û çawa bê, wê weke mijara ku mirov divê ku serî li ser wê biwastênê bê. Mijara perwerdekirinê, li vir, mirov nikarê tenê weke fêrbûn û hildana çend zanîna li mejî bi tenê wê hilde li dest û wê werênê ser ziman. Ji wê zêdetirî, mirov, wê çawa karibê wê zanînê baş bi keseyetîya xwe re wê wergerênê rewşek afrînerî û wê li ser wê re wê bi şêwayekî afrînerî wê piştre bihizirê û hwd, wê weke aliyên ku mirov wê zanînê bi wê re hilde li dest bê. Li vir, mijar wê ji vê aliyê ve wê ne tenê mijara bi zanebûn kirinê bê. Wê miijar, pêşxistina zanebûnê jî bê. Dema ku mirov bahse ´bizanebûnkirinê´ dike, li vir, mirov bi wê re çi qast dike, di aslê xwe de wê weke aliyekî giring ê ku mirov dikarê wê bi teybet wê hilde li dest bê.
Di rewşa hildana zanînê de wê rewşa bi zanebûnkirinê wê weke ku wê were pêşxistin bi mirov re. Lê rewşa bizanebûnkirinê, wê weke aliyekî ku mirov, wê divê ku ji çend aliyan ve wê, hilde li dest bê. Her wusa bi wê re mirov ku wê, weke rastîya bi aqilbûnê re wê hilde li dest bê. Mirov, dema ku wê li hewirdora xwe binerê jî wê, bi dîtina xwe re wê hişekê ji wê bigirê. Ew hişê ku mirov wê ji wê, girt, wê pêşî, wê temenê pêşketina mirov a bi zanebûnê re wê bi afirênê. Li vir, têkiliya bi wê re bi zanebûnê re a keseyetîyê wê li vir wê, weke aliyekî giring bê ku mirov li vir bahse wê bike bê. Mirov, wê li ser temenê xwe yê ji dêûbav, wê karibê wê derûnîyê bi afirênê û wê keseyetîya xwe bike rewşeka ku ew têkiliyê bi wê pêşketina zanebûnê re wê hilde bê. Têkiliya di nava zanebûn û keseyetîyê de wê weke têkiliyeka derûnî jî bê. Lê li vir, wê di serî de wê ji aliyê wê yê ku mirov wê li ser meji re wê hilde li dest, wê aliyna w yên afrînerî ê bi fîzyolojikî û hwd jî wê hebe. Di vê çerçoveyê de mirov dikarê wê hilde li dest û wê fahm bike. Di rewşa perwerdekirinê de wê mejî, wê ji aliyê wê rewşa xwe ya mêylî ve ku ew weke ku berê xwe dide zanînê û dike ku wê fêr bibê, wê di vê çerçoveyê de wê bi wê re wê biafirê.
Li vir, zanîna ku mirov wê hilda mejî jî, mirov divê ku wê li vir, di vê çerçoveyê de wê bike berlpirsînê de. Her wusa, ev rewşa ku mirov fêr dibê, wê çendî weke zanînekê xwezayî bê. Li vir, wê temenê pêşketina mirov a civaknasîkî a li ser zanînê re wê di nava jîyanê de wê bi têkiliyên mirov ên li ser ziman re wê bibê. Li vir, mirov, ew rewşên ku weke zanînê hildan ku ew zanîn bê, wê di dewama wê de, wê bandûra wê di cih de li wê têkiliya mirov a bi hewirdorê rê jî wê heb. Li vir, her têkiliya ku mirov ew danî, di salixkirina wê de wê, ew zanîn, wê temenê wê bê. Li vir, ev jî wê, bi wê re wê di çerçoveyek perwerdeyîkî de wê, xwe bide dîyarkirin ku ew zanîna ku mirov wê dihilde ku ew hatibê dayîn xwarin li keseyetîyê, wê di çerçoveyek jîrî de wê temenê pêşketina aqilê mirov jî wê biafirênê. Wê wê tevger û kirinîya ku ew di mejiyê mirov de wê bide çêkirin re wê mirov, di her rewşê de wê wateyekê bide tevger, kirin û têkiliyên xwe û her wusa wê karibê salixkirinekê bi wan re bide çêkirin. Ev jî wê weke aliyekî giring wê yê ku wê weke encama wê, wê di cih de wê, xwe bide dîyarkirin bê. Rewşa fahmkirinê, wê ji aliyekê ve wê li ser wê rewşa biwatekirinê û ya salixkirinê a bi tevger, kirin û têkiliyan re bê. Li vir, her têkilî û rewşa wê ya ku ew pêşket, wê bi xwe re wê di aslê xwe de wê weke rewşeka zanînê jî bê. Di vê çerçoveyê de wê zarok, dema ku ew perwerde dibînê, wê hertimî wê di vê çerçoveyê de wê di destpêkê de wê xwediyê kifşkirinên di mejiyê xwe de bê. Li vir, ji aliyekî din ve wê, ew têkiliya zarokê a bi dêûbav re jî wê, temenê wê vîna zarokê a bi wê rewşa zanînê re ku wê pêşbikeve bê. Di rewş û rengê salixkirinê de wê ev rewş, bi keseyetîyê re wê xwe b mirov re wê bide dîyarkirin. Di rewşa pêşketina zanînê de wê zarok, wê pirr zêde wê mejiyê wê, bi teybet bê. Wê hilde hundûrê mejiyê xwe. Wê rewşa ku wê zarokê dît û ankû jînkir, wê li ser wê re wê rewşa darizandina xwe ya aqilî wê pêşbixe.. Her wusa, wê li ser têgînên weke yên baş û nebaşîyê û hwd re wê, temenê wê yê pêşketinê û hwd wê, bide dîyarkirin. Di rewşa fahmkirinê de wê aqilê mirov, wê di vê çerçoveyê de wê di rewşek hoyandî de jî bê.
Di rewşa perwerdekirinê de wê, aliyekî giring wê bi rewşa darizandina aqilî re wê xwe bide dîyarkirin. Li vir, wê weke çawa ku mirov di serdemên felsefeyê ên kevnera de ew dijî û bi aqil û mantiqê xwe re wê darizandina aqilî a li ser rewş, tişt, tevger, kirin û têkiliyan û hwd re wê bike, wê di vê rewşa perwerdekirinê û êdî wê piştî wê re ku wê bikarhanîna zanebûnê wê bikê û hwd, wê bi wê re wê vê rewşê wê bi xwe re wê bijî. Di vê rewşê de wê mirov, wê bi aqilê xwe re wê bidest dîtinê bike. Di vê çerçoveyê de wê, rewşeka pedegojîkî a perwerdeyî, wê di serî de wê di çerçoveya ahenge pêşketina mirov a ji destpêkê û heta dawîya jîyane mirov de bê. Ev, wê piştre di pêvajoyên jîyane mirov de wê, di her rewşê de wê xwe bide dîyarkirin. Rewşên ku piştî ku mirov mazin bû û weke ku ew perwerdeya xwe seretayî bidawî dike jî ku ew xwe têr nabînê û xwe di rewşek têrnedîtî de dibînê, wê di temenê wê de wê ew pêvajoyên qûtbûyî ên ku wê di pêvajoyên xwe yên zaroktiyê de jîyankirinê de wê, jînkirina jî wê hebe. Ev jî, wê karibê, bibê temenê pirsgirêkên cûr bi cûr ên bi keseyetîyê re.Minaq, rewşa zaroyên kurd ku ew zimanê wan yê dayikê zimanê kurdî ya û heta heft(7) saliya xwe wê bi wê re wê mazin bibê û dema ku bidest dibistanê kir û pê de ku wê, bi zimenek beyenî weke tirkî re wê hevnasînê bike, wê di temenê hemû pirsgirêkên ku wê di pêvajoyên perwerdekirinê û pêvajoyên piştî salên bidawîbûna dibistanê û perwerdekirinê ku wê bijî de jî bê.
Li vir, mijara perwerdekirinê wê her wusa, wê ji aliyekî zêhnî ve wê xwediyê temenekî bi pêşketina mirov re bê. Li vir, mirov, dema ku wê dike, wê wê bi wê re wê weke ku di pêvajoyeka perwerdeyê de jî bê. Mirov, di her rewşên ku wan di pêvajoyên jîyane xwe de wan dijî û her wusa têkiliyên ku ew di çerçoveya danûstandinê û hwd de ku mirov bihevdû re dike de wê, bi wan re wê rewşek bi perwerdeyî wê bike. Dema ku mirov axiftineka bi hesanî jî wê, bi hewirdora xwe re wê dike, bi wê axiftinê re dide û distênê têkiliyê li ser mejî û aqil re dihênê, di çerçoveya axiftinê de wê bi sedem û encamê re wê gotinan li dûv hevdû wê rêz bike û wê werênê ser ziman û hwd, wê ev hemû di çerçoveyekê de wê weke rewşna perwerdeyî ên di jîyane mirov de ku mirov wan dijî bê. Her wusa wê bi wê re wê mirov, wê têgînên ku ew bi fahmkirinê û hwd re ew bidest dixe, wê weke têgînên aqilî ên ku ew di jîyanê de bi wan têkiliyên xwe re wî bidest xistina bin.
Rewşên têkiliyên bi aqilî, wê weke rewşna ku mirov dikarê wan li ser rewşên jîyanî re wê hilde li dest bê. Her wusa, rewşên weke axiftinê û bi axiftinê re wê hanîna li ser ziman re wê, di vê çerçoveyê de wê weke rewşna perwerdeyî bin. Di serdemên berê de wê her wusa, wê di çerçovea dîtin, fahmkirin û hanîna li ser ziman de wê, pêvajoyan bi aqilî ên ku wê mirov bijî, wên bên hanîn li ser ziman. Di serdemên berê ên kevnera de ku mirov zêde kevn neçê, di serdemên hûrî û mîtannîyan de mirov wê bibînê ku wê mirov bi komî wê weke bi civatî wê li hevdû bicivin û wê bihevdû re wê biaxifin. Ev wê, weke rewşeka hevparkirina zanînê a bi hevdû re bê. Bi wê re jî wê mirov, wê dema ku tiştek weke hizir hanî li ser ziman, wê li ser rastî û ankû ne rastîtîya wê re wê hizrên xwe bi danûstandinê wê werênina li ser ziman. Ev rewş, wê di nava kurdan de wê heta roja me, wê hebûna xwe wê bide domandin. Ev wê weke şêwayekê bê. Bi wê re jî wê bi rengên li hevdû kombûnê û ku wê yek derkeve li pêş û wê li pêşîya herkesekî wê bisekinê û wê ji wan re biaxifê û wê werênê li ser ziman bê. Ev jî wê, weke şêwayekî ku wê li ser bineterên nivîskî û hwd ku wê di parastgehan de wê bibê û hwd, wê bibê. Di vê çerçoveyê de wê ev herdû rê û rêbazên danûstandinê, wê weke rêbazên danûstandinê hebûna xwe wê bidina domandin.
Li vir, mirov di dewama wê de dikarê vê yekê jî wê werênê li ser ziman ku wê pêvajoyên hizirkirinê wê di vê çerçoveyê de wê li hevdû wê werênina zêdekirin. Di nava rewşa jîyanê de wê, hertimî wê bi du şêwayan wê parvekirin wê bibê. Yek, wê ji rengên ji gûh li gûhan bihîstinê bê. Mirov, tiştekî dibîhîzê û wê ew wê tişta ku bihîstî wê werêne ser ziman. Bi vê rengê wê ew weke zanînekê wê di mejiyan de wê bê temenê hizirkirinê. Aliyê din ê duyemin jî wê bi danîşandina tevger, kirin û xûyên mirov re bê. Bi tevgeran re mirov, wê hertimî di nava jîyanê de wê bitevger bê ku wê herê deverekê û ankû tiştekî wê bike bo jîyane xwe û ankû dabare wê. Minaq, di nava kurdan de wê hertimî wê her sibeh wê mirov, wê rabê û bi kêrîyên sawalan ve wê meşkul bibê. Wê ev weke meşkeleyeka wan ya dayimî bê. Wê bi wê re wê bê çolê û wê bênê. Wê bi wê re wê deverên nû bibînê. Wê tiştên nû bike. Wê bi wê re wê di çerçoveya têgîna kirinê de jî wê, tiştên weke xwarinê wê werina çêkirin. Wê şîr ji sawalan were hildan wê mast, panîr û hwd wê ji wan were çêkirin. Wê hîrî wre hildan wê cil û berg û hwd ji wê wan ku ew di malê de bikardihênin û li xwe dikin wê çê bikin. Her wusa, li ser rewşên xûyên bi keseyetîyê re jî wê bihevdû re wê bi rengên cûr û bi armancên cûr bi cûr wê têkiliyan tênin. Her wusa, ji têkiliyên zayendî bigirê û heta ku wê bigirê hemû rengên din ên têkilî û hwd, wê têkilî wê werina hanîn li ser ziman. Di wê rewşê de wê kê çi bike û ankû wê çi ji hevdû re bike û ankû wê werênê ser ziman, wê ew jî wê were hanîn li ser ziman. Di vê çerçoveyê de wê ew werina bi gotin kirin û wê werina hanîn li ser ziman. Ev hanînên li ser ziman, wê temenê girtina aqil a ji jîyanê bê.
Her rewşên ku ew hatina bi gotin kirin, wê ew bi wan gotinan re wê werina vegotin. Wê ew gotin, wê weke navê wan rewşên ku ew bên kirin bin. Têkiliya, tevger, kirin û xûyan a bi gotinan re wê li ser rewşa bi gotinkirina wan re wê xwe bide dîyarkirin. Di vê çerçoveyê de wê rewşa ziman, wê di çerçoveyek bi watekirinê û her wusa bi gotinkirina rewşan û hwd, wê xwe bide dîyarkirin. Ev rewş hemû, wê weke rewşna teybet bin.
Mirov, li vir, dema ku tiştekî dike, mirov fêrî wê dibê. Ew bi mirov re wê, bi wê fêrê re wê weke xûyekê jî wê xwe bide dîyarkirin. Xûyên fêrbûnê û ankû perwerdekirinê wê li ser rewşên fêrbûna mejî re wê bi vê rengê wê xwe di jîyanê de wê bidina afirandin. Mirov bi mejiyê xwe re wê, hertimî di wê xwestek û mereqa fêrbûn û zanînê de bê. Ev jî wê, weke rewşeka ku mirov wê dikarê weke rewşeka teybet a ku mirov dikarê wê hilde li dest û wê fahm bike bê. Di rewşa fêrbûnê û ankû xwe gihandina zanînê de wê li ser tevgeran re bê. Mirov ku zanibê herê deverekê, zanibê tiştekî çê bike û ankû bike û hwd, wê her wusa wê rewşa têkiliya piretîk û zanînê a di çerçoveya fêrbûne me de bê.
Li vir, divê ku mirov vê yekê jî bi wê re wê werênê ser ziman ku wê mirov, wê di vê çerçoveyê de wê xwediyê rewşek têgînî a ku mirov vê bi teybetî wê hilde li dest bê. Di vê çerçoveyê de mirov divê ku wê rastîya wê hilde li dest. Di fahmkirina rastiyê de wê, her wusa, wê di vê çerçoveyê de wê têkiliya zanîna rewşê û ankû hişmendîya ku mirov bixwe re çê dike bi rewşê re wê, di vê çerçoveyê de wê xwedîyê wateyê bê. Di rewşa fahmkirinê de wê, bi çerçoveyek perwerdeyî re wê bu dû şêwayan wê bi mirov re wê çê bibê. Yek, ew ku mirov kirinek kir û bi wê re xwe gihand, hişê wê kirinê. Her wusa, ew kirin ku mirov kir û bi çi rengê ew bi encam bû û pê de wê, ew hingî wê weke aliyekî kirinî ku me fêrkirîya bê. Lê aliyê din ê duyemin jî wê, weke ku em di serdeme me de wê, bi perwerde û ankû li ser fêrbûna bi perwerdeyê re wê dike û hwd re mirov dikarê wê werênê ser ziman. Ev jî wê, di vê çerçoveyê de bê ku mirov, pêşî rewşeka ku berê gihiştî zanîna wê, li ser rewşa fahmkirina bi gotinan re wê dike ku fêr bibê. Miirov wê wan gotina fêr bibê. Li ser gotinan re wê çerçoveyek têgînî a bi aqil re wê di mejiyê xwe de wê çê bike. Her tişta ku mirov ew fêrkir, wê di piretîkê de wê pirsgirêka wê ya kirinê wê xwe bide dîyarkirin. Di vê çerçoveyê de tişta ku mirov li ser aqil û gotinê re fêrkir, wê ne şibihê ya ku mirov ew ji kirinê û piretîkê fêrkirî bê. Ya ku mirov, ew ji kirinê û piretîkê fêrkirî, wê weke ya ku wê zanîn û piretîk û ankû kirin wê bi hevdû re di çerçoveyekê de bê. Lê ya li ser li gotinê re wê pêşî wê zanîn bê û piştre wê weke ku wê kirin li piretîkê û ankû kirinê de bê. Li vir, wê ji aliyekî din ve jî wê zanîna piretîkê û ankû kirinê wê li rex ya wê zanîna bi gotinê a rewşê re wê pêwîstî bi wê re wê hebe. Ya ku wê rengê gotinê wê bi piretîkî û ankû kirinî û hwd wê bide dîyarkirin jî wê di vê çerçoveyê de wê ew rewşa piretîkî û ankû a kirinî bê. Di rewşa fêrbûna di têgîna gotinê de wê li vir, wê her wusa, wê weke rewşeka ku ew bêî piretîk û ankû kirin bê. Bo vê yekê, wê di serdemên kevnera ên civakî ên li kurdistanê de wê hertimî wê gelek nîqaş li ser rewşa fêrbûna bi xwandinê û ya bii kirinê ku ew weke ´emel´ jî dihê binavkirin, wê li ser wan re wê gotin werina bilêvkirin. Di vê çerçoveyê de mirov dikarê serî li hinek gotinên nava xalkê jî bixe. Her wusa, di nava civake kurd de wê, hertimî wê bê bawer kirin ku yê ku ew pirr dîtîya, wê weke yê pirr zane ya wê, ji jê(wê/wî) were bahs kirin. Nîqaşên ku wê di wan de wê bahse ´mirovê pirr dîtîya´ û ´mirovê ku pirr xwandîya´ wê were kirin, wê di temenê wan cûdahîyên ji hevdû hizirkirinê de jî bê. Wê di vê rewşê de wê, ji hevdû cuda hizirkirin wê derkevina li holê. Di serdemên berê de wê bi giranî wê were bawerkirin ku wê mirovê ku wê pirr dîtîya wê, wê weke yê bizane bê. Lê piştre bi pêşketina zanînê, dibistanan û hwd re wê, her wusa wê giringîya xwendin û perwerdekirinê wê derkeve li pêş. Di vê çerçoveyê de wê bahse mirovê ku wî, zêde xwandîya´ wê were kirin. Wê ew zêdetirî wê derkeve li pêş. Lê dîsa wê hertimî wê, wê rewşa zanîna bi dîtînê û kirin û piretîkê re wê weke rewşek giring ku wê hertimî wê biqadr wê li pêş bê. Bi wê re wê were ser ziman ku "her tişt, wê bi kirinîya (û ankû piretîka) xwe re wê reng û wateya xwe bistênê."
Hebûna dibistanan, wê weke rewşna ku ew wê bi aqilê felsefeyê û pêşketina wê re wê, bi zêdeyî w derkevina li holê. Lê di aslê xwe de wê, rewşa perwerdekirinê wê pirr zêde wê kevn bê. Serdemên ku mirov li hevdû dicivin û danûstandinê bi hevdû re dikin, wê ji wan re wê bi şêwayekî wê weke rengekî fêrkirinê a di derbarê rewşan û hwd de bê. Li hevdû kombûn, danûstandina bi hevdû re, her wusa şêwayên pirsîna li hevdû û dayîna bersiva wê û hwd, wê weke rengna bi şêwayî ên ku wê bi dîroka pêşketina fêrbûnê re ku wê bibê bê.
Dîroka fêrbûnê, wê her wusa bi pêşketina aqilê felsefeyê re wê bidest nivîsandina dîroka xwe ya hemdem bike. Her wusa, wê hertimî wê di çerçoveya ku wê werê hizirkirin de wê, xwediyê hanîna li ser ziman bê. Li vir, fêrbûnê li ser têgîna armancê re bi têgîna felsefîkî a pedegojiyê re mirov, dikar bi du şêwayan wê hilde li dest. Di destpêkê de armanca fêrbûnê û çêkirina pêşketina ku wê başbê bê. Ya din a duyemin jî wê piştî bidest fêrbûnê kirinê re wê li gorî bersivandina bersivên jîyanî û hwd re wê, xwediyê wateyê bê. Mirov, di rewşa jîyanê de wê çawa karibê xwe bigirê, werênê ser ziman û wê pêdivî û pêwîstînîyên xwe yên jîyanî wê bide çêkirin û hwd, wê di vê çerçoveyê de wê weke aliyekî giring ê ku mirov dikarê wê li ser wê bisekinê û wê hilde li dest bê.
Şêwaya perwerde kirinê, wê di serdema me de wê di çerçoveya bersivdayîna bersivên bi pêşketinên bi aqilî re wê, xwediyê rengekî pêşketinê a li ser aqil re bê. Di vê çerçoveyê de wê, di roja me de wê ast û pîvana aqilî a ku ew pêşketîya, wê çawa mirov karibê li wê serdest û serwer bê, wê di çerçoveyeka ku wê bersiv bê dayin ji wê re wê rewşeka pedegojîkî û bi wê re wê ya perwerdeyî wê were pêşxistin.
Di serdema me de zanistên weke tê derûnîyê, bîolojiyê, metamatîkê, geometrîyê, stêrzanîyê, û her wusa di nava wan de zanistên bingihînî ên weke genetîkê û hwd wê pêşbikevin. Ev jî wê, hemû, wê hem weke zanistna zanînî bin û hem jî wê weke zanînna ku mirov divê ku wan fêr bibê û bi wan re karibê werênê li ser ziman û ankû jîyane xwe û aqilê xwe bi serdestî li wê biadilênê. Di vê çerçoveyê de di serdema me de ku ew weke serdemek zanistî dihê hanîn li ser ziman, wê di vê çerçoveyê de wê gelek zanistên ku wê ew werina pêşxistin wê hebin. Ev pêvajoya pêşxistina zanistan û beşên wê, wê li ser aqil û pêşketinên aqil re wê, weke encamên wê, wê xwe bidina dîyarkirin. Di vê çerçoveyê de wê, bi wê re wê ev pêvajoya pêşketina zanistan û têgînên wan, wê ji leze xwe ti tiştî wê winda nekê û wê bidomênê. Di vê çerçoveyê de mirov, dema ku bahse pêvajoya pêşketina zanistan dike, mirov bahse pêvajoyeka ku ew hê didomê û ankû wê bidomê û hebûna xwe pêşveçûn û pêşketinên nû re wê bide domandin re wê, bahse wê wê were kirin. Di vê çerçoveyê de wê zanistî, wê derkeve li pêş. Ev zanist jî wê, weke ast û pîvana wan û domandin û pêşketina wan, wê dibistanên weke zanko(fekulte), zaningeh(uniwersîte), û beşên din ên dibistanî ên bingihînî û seretayî re wê, hebûna xwe wê bide domandin. Di vê çerçoveyê de wê ew zanîst, wê, di vê çerçoveyê de wê weke rewşa jîyankirna jîyanê bi wê re wê xwe bide hanîn li ser ziman. Di rewşa fêrbûnê de wê, ew zanist, wê werina fêrkirin. Her wusa, wê rastîya wan çiya, wê werina fêrkirin. Wê zimanê wan, wê were pêşxistin. Wê li ser wê re wê, ew werina têgihiştin. Têgihiştina zanînan û beşên wê bi zanyarî, wê wê di vê çerçoveyê de wê weke aliyekî bi pêşketina jîyane mirov re jî bê. Her wusa, wê dema ku wê hertişt wê li ser aqil re wê were pêşxistin û wê bi aqil ew were pêşxistin û parastin, wê di vê çerçoveyê de wê temenê jîyankirina bi wê re jî wê, bi aqil û zanînê bê. li vir, divê ku mirov vê yekê jî wê werênê ser ziman ku wê zanist, wê weke rewşa fahmkirina hewirdorê û hwd bê weke ku mirov wê bi felsefeyê re wê kifş dike. Lê bi rengê ku ew asta ku ew di roja me de ew gihiştîyê de jî wê, bi wê re wê weke aliyekî giring ê ku mirov dikarê wê di vê çerçoveyê de wê, bi fêrbûnê re wê werênê li ser ziman. Li vir, mirov dikarê rewşa dibistanan û hwd, di dewama wê de wê weke birêxistina rewşa fêrbûnê a serdemên berê a ji xwezayê jî wê werênê ser ziman. Di vê çerçoveyê de wê rewşa fêrbûna bi xwezayê re wê, di destpêkê de wê bi nasîna wê re bê. Piştre wê bi jîyankirina bi wê re ku wê mirov wê çawa ji wê sûdbigirê, wê pêşbikeve. Di roja me de jî wê di çerçoveya ku mirov çawa dikarê bi aqil wê serdestîya ku mirov bi aqilê xwe ew bidest xistîya wê li ser serê xwezayê re wê bi şêwa û rengên jîyankirinên nû re wê bide domandin jî bê.
Li vir, divê ku mirov vê yekê jî wê, werênê ser ziman ku wê aqilê mirov, wê weke rengekî aqilî ê ku mirov dikarê wê di vê çerçoveyê de wê baştirîn fahm bike, wê têgîna pedegojiyê, wê ew wê aqilê ku me ew ji xwe re kirîya armanc ku em wê fêr bibin, wê rengê wê bi me wê bide nasîn. Her wusa, wê li ser wê re wê mirov, wê bidest hizirkirinê bike. Tişta ku mirov wê fêr dibê, wê ji têgînekê zêdetirî, wê di çerçoveyekê de ku mirov karibê wê baştir xwe pêşbixe bê. Li vir, zanîna ku ew di çerçoveyekê de ku ew sînor ji mirov ew biafirênê, wê ew weke rewşeka giştî û ankû teybetî a jiberkirinî bê. Di vê çerçoveyê de jî wê, ev fahmkirin wê ji fahmkirinê zêdetirî wê, jiberkirinek bê. Li vir, wê ji rewşek pedegojikî, wê rewşeka jiberkirinê wê xwe bide dîyarkirin. Li vir, zanîna ku ew ji mirov bû, temenê dîtina zanînên din, wê ew temenê pêşketina mirov a di jîyanê de bê. Her wusa, mirov di serî de wê, di vê çerçoveyê de wê divê ku wê hilde li dest û wê werênê ser ziman.
Di rewşa lêkolîna zaninê de wê, têgîhiştina zanistî, wê li vir wê perspektifekê wê ji mirov re wê çê bike. Lê li vir, weke ku carna kurdên berê jî wan dihanî ser ziman ku ´mirov, ji wê asta ku mirov ew perwerdekir ku mirov gavekê ji wê zêdetirî, mirov bi pêşde neçû, mirov hingî, nikaribê bêjê ku mirov tiştek fêrkirîya.´ Di vê çerçoveyê de ya ku wê were fahmkirin wê, ew bê ku mirov dema ku mirov bidest fêrbûnê kir, mirov wê ji astekê wê bidest fêrbûnê bike. Lê bi pêşdebirin û ankû weke ku wê dîsa kurdên berê wê bibêjin ´li wê zêdekirin´ wê, rastîya fahmkirina me, wê bi xwe re wê werênê ser ziman. Ev jî wê, di rewşekê de wê weke asteka fahmkirina mirov jî bê.
Di rewşeka fahmkirinê û ankû perwerdekirinê de mirov, dema ku hertimî li ser wê asta ku ew heya re wê, bisekinê, wê hingî ew tenê weke ´taqnekê´ bê ji mirov re. Ev jî, mirov dikarê wê, bişibihênê tekerlekê tirektorekê ku ew dema ku ew di harîyê de taqinî, wê nikaribê ew herê, her çendî ku wê da xwe, wê tekerleke wê zêdetirî di nava harîyê de wê herê û wê bitaqinê. Ev rewş, wê weke rewşeka ku wê rastîya rengê wê perwerdeyê wê werênê li ser ziman. Li vir, mirov, divê ku vê yekê jî wê werênê li ser ziman ku wê zanîn, wê pêşî wê mirov karibê derxe dervî wan sînorên ku ew hatina danîn. Her wusa, di nava wan sînoran de hiştin, wê tenê wê bi rewşeka nefêrbûnê re wê were hanîn li ser ziman. Hertimî xwendina bineterekê û ankû li ser wê re bi zimanê wê re wê, weke ku mirov jiber bike û hwd, wê ev ne fêrbûn bê. Her wusa, di vê çerçoveyê de mirov divê ku wê hilde li dest. Perwerde, kengî mirov dikarê wê bi pêşketinê û rewşek pêşketî û têgîneka pêşketî re wê werênê ser ziman? Kengî ku mirov derxist ser wan sînorên wê yên zaninî ên ku ew di wê dema ku ew di wê de heya bê. Wê hingî, wê bahse wê mirov karibê wê bike. Di vê rewşê de wê rewşa fêrbûnê, wê êdî wê karibê li dunya dervî wê dunya ku ew di wê de hatîya perwerdekirin re wê, li wê vebê.
Di vê çerçoveyê de mirov dikarê vê yekê jî wê werênê li ser ziman ku wê têgîneka aqilî, wê li vir, wê weke têgîneka ku mirov wê her wusa wê hertimî bi wê asta demkî a ku ew heya re mirov dikarê wê werênê li ser ziman.
Zanîn, wê hertimî ku wê aqilê mirov pêşbikeve wê, bi wê re wê hertimî wê çerçoveya xwe jî wî berfirehtir bike. Di vê çerçoveyê de wê, sînorên xwe wê zêdetir û berfirehtir bike. Mirov jî wê, hertimî ew asta ku ew heya, bi aqilê xwe re wê bike ku ew derkeve ser wê re. Mirov, çendî ku ew derket li ser wê re wê, ew jî wê, karibê bi xwe re bahse pêşketinê bikê. Li vir, wê di asta pêşketina wê de wê ew rewşa wê jî wê bi aqilê mirov re wê xwediyê rengekî bi zanînê re bê. Zanîn, wê ew neb weke rewşa nerîna mirov, wê hişê wê, wê bibê rewşa weke ya nerîna mirov, di vê çerçoveyê de wê, ev jî wê mirov,di wê rewşê de wê karibê bide hiştin.Fahmkirin, wê hertimî wê xwediyê rewşeka ku wê mirov derxe dervî wan sînorên ku ew hena re bê. Lê bo wê jî wê, temenê mirov ê fahmkirinê, wê pêwîstîya wê bi pêşketina wê re wê hebe. Li vir, mirov, divê ku vê yekê, bi wê re wê di serî de wê werênê li ser ziman wê, perwerde, wê rewşa ku mirov têgihiştî ku mirov karibê derkeve ser wê re wê, hebûna xwe wê bi pêşketina mirov re wê tacîdar bike.
Di aslê xwe de wê li vir, wê rewşa fahmkirina têgîna perwerdeyê, wê bi rewşa fahmkirinê a li ser ziman re wê girêdayî bê. Li vir, di serî de mirov, divê ku wê baş fahm bike. Li vir, ji aliyekî ve wê, wê ziman, wê bi gotinên xwe re wê weke rewşek aqilî a ku mirov wê dikarê bi gotinên wê re bi hiş bibînê re wê, di mejiyê mirov de wê, pêşketinekê wê bide çêkirin.
Li vir, mijara me zanista pedegojiyê ya. Em di çerçoveya wê de wê, pirsê jî dikarin bipirsin ku wê çawa pergalek baş wê bo fêrkirinê wê karibê wê were pêşxistin. Li vir, wê di çerçoveya bersiva wê de wê aliyê herî giring wê xwe bi zanîn, ziman û têgihiştinê re wê bide dîyarkirin. Li vir, têkiliya ziman û fahmkirinê, wê çawa wê were danîn, wê di vê çerçoveyê de wê mirov karibê wê fahm bike. Ziman, wê rastîya hemû zanistên ku ew dihêna perwerdekirin wê bi xwe re wê, werênê ser ziman. Lê ziman, li vir, ew bixwe jî weke têgînekê, fahmkirina wê, wê dîsa wê ew mijara perwerdeyek pedegojikî bê.
Di destpêka zarokatîyê de wê mirov, wê li ser wê rewşa fêrkirina li ziman, wê mirov bide fêrkirin. Lê li vir, rewşa ziman û fêrbûna wê, wê dualîyî bê. Aliyê pêşî, wê bi wan rewş û darêjkên ku ew temenê wan ji dêûbav bi rakendî hatîya girtin bê. Aliyê din jî wê bi rewşên civaknasî, aqilî û hwd bê. Di vê çerçoveyê de wê rewşa fêrbûna ziman, wê giring bê. Ev weke têgînekê hatîya piştrastkirin ku wê her mirov dema ku ew hat ji dayika xwe hat dunyê, wê di mejiyê xwe de wê xwediyê herî hindîk çar û ankû pênc hezaran gotinan a di mejiyê xwe de bê. Di destpêkê de nekarîna axiftina zarokê, wê nedê nîşandin û piştrastkirin ku ew di mejiyê xwe de ne xwediyê wan gotinan a. Li vir, ew rewşa ne axiftinê, mirov dikarê wê ji gelek aliyan ve wê hilde li dest. Minaq, ji aliyê fîzyolojikî ve wê zarok, wê laşê wê pêşbikeve. Lê li vir, di destpêkê de çendî ku zarok li ser wê rewşa dayika xwe re bê bi pêşketina xwe re wê ew zûtîrin û zêdtirîn wê xwediyê rewşek pêşketinê bê.
Li vir, divê ku mirov vê yekê jî bi wê re di serî de wê werênê li ser ziman ku wê zarok, wê dema ku ew bidest axiftinê dike, wê pêşî ji ya hindik bi ber ya gelek ve wê di pêvajoyekê de wê ew pêşketina xwe wê bijî. Bi wê re jî wê zarok, wê di vê çerçoveyê de wê xwediyê wê pêşketinê bê ku ew karibê, wê bênê li ser ziman. Di rewşa axiftinê û pêşketina fizyolojikîya zarokê a weke laş, minaq weke qirikê û hwd, wê di vê çerçoveyê de wê bi hevdû re wê di ahengekê de bê.
Di rewşa fêrbûnê de wê zarok, wê li vir, ji gotinên piçûk wê destpê bike. Rewşa ziman ku ew zimanê kirdeyî bê weke zimanê kurdî wê zûtirîn wê temenê axiftin û pêşketina bi wê re wê bi zarokê re wê bi pedegojikî û ankû perwerdeyî wê bibê. Li vir, zimanê kurdî, divê ku em vê jî bi wê re werênina li ser ziman ku wê xwediyê wê derfetê bê ku ew karibê zûtirîn wê fêrkirinê bi pedegojikî bide fêrkirin bê. Ber ku zimanê kurdî wê, ne zimanekî ku ew piştî dema pêşketinên felsefeyê û hwd pêşketîya. Ev rewşên gotinî wê, bi dengên ku ew derdixin, wê tenê ew bimênê ku ew bên bihişkirin bê. Di rewşa gihiştina hiş de wê, mirov, li ser gotinê re wê zûtirîn wê bigihênê wateyê. Her wusa, di vê çerçoveyê de zimanê kurdî, wê zimanekî zêdetirî pedegojikî bê ji fêrbûn û pêşketina mejî re.
Têkiliya mejî û ziman, wê di vê çerçoveyê de wê bi hişkirina rewşan re wê, wê xwe bide dîyarkirin. Li vir, ev rewş jî wê weke rewşeka ku wê temenê aqil û pêşketina aqil bê. Mirov, çendî ku ew dikarê bi qilê xwe re wê fahm bike, wê temenê wê, bi ziman re wê çê bibê. Em li vir, vê yekê wê werênina li ser ziman ku ew jî hatîya piştrastkirin ku sînorê pêşketinê wê li ser zimanê zikmakî re wê nebê. Di vê çerçoveyê de wê her wusa wê zimanê aqilê mirov bê. Wê bi wê re wê temenê aqilê mirov, vebûna mejiyê mirov ji pêşketinên din ên nû re wê bibê.Mejî, wê di vê çerçoveyê de wê ji aliyekî ve wê, zimanê zikmakî wê weke rewşna kodkirinê jî wê bi zanîna ku ew dihilde re wê bikarbênê. Di rewşa hildanê de wê, zarok, wê bi derûnîya xwe re wê li dayika xwe wê hûnayî û hoyandî bê. Wê di wê çerçoveyê de wê li ser wê re wê ji dêûbavê xwe û ankû ji nava malbatê wê bigirê. Wê di vê çerçoveyê de wê xwediyê rewşek pêşketinê a bi aqilê xwe re bê. Aqilê mirov, wê hertimî wê weke rewşeka ku ew bi pêş de diçê bê. Ev jî wê, di vê çerçoveyê de wê biwate bê.
Pedegojî, weke zanistek civakî a ku ew pêşketina mirov ji aliyê wê ve wê dihilde li dest, wê xwediyê wateyekê bê. Li vir, em dema ku wê wateya wê, hewl bidin ku wê fahm bikin, wê bi wê re wê têgîna wateye perwerdeyê û xwe gihandina zanînê jî wê, were dîtin û fahmkirin. Li vir pedegojî, wê di serî de mirov ku wê di çerçoveya gotina perwerdeyê bi wê re hewldana rêyên perwerdekirinê û rêyên xwe gihandina zanînê ku mirov wê hilde li dest wê rast bê. Di vê çerçoveyê de wê, ji aliy metodolojîkî ve wê, şîroveyek giring a li ser aqil û gihîna aqil re wê, bi wê re wê were kirin. Li vir, em dema ku hewl bidin ku têgînên weke bi şîroveyên bi gihîna aqil re ku wê ji xwe re dikina mijar, wê bi wê re wê her wusa wê dîroka felsefeyê û ankû ya aqil wê ji destpêka wê ve wê, di berçav de wê were derbas kirin.
Mirov,di serî de w bi perwerdeyê re wê çi fahm bike?Mijarên weke civakî ên wêjeyê, dîrok, felsefe, civaknasî, dad û bi wê re hemû beşên din zanistî ên ku ew di roja me de pêşketina jî mirov dikarê di vê çerçoveyê de wan werênê li ser ziman. Li vir, civak, dema ku ew bi dîrok, felsefe û hemû aliyên wê yên bi vî rengî ên li ser aqil re ku ew wê were ser ziman, wê bi wê fahmkirina wê re wê rastîya pêşketina wê, wê di dîmenekî û wêneyekê de wê were dîtin û fahmkirin. Di vê çerçoveyê de wê rastîya wê bi hemû têrî û kêmesîyên wê re wê were dîtin. Di vê çerçoveyê de wê têgîna pedegojikî a fahmkirinê wê, mirov di derbarê têrî û kêmesîya zanistî, civakî û hwd de jî wê di jîyanê de wê bigihênê têgihiştinekê. Di vê çerçoveyê de wê, bi wê re jî wê, çawa wê êdî wê, temenê pêşketina biaqil re wê were çêkirin, wê li ser wê re wê bi perwerdekirinê wê sererastkirin û hwd, wê werina kirin. Mijarên ku wê werina hildan li dest, wê bi navaroka wan re wê weke mijarên ku wê karibin bersivê bidina jîyane mirov bin. Ji xwe, armanca sereka a perwerdeyê wê di vê çerçoveyê de wê xwe bide hanîn li ser ziman. Li vir, rastîya perwerdeyê, bihemû beşên wê yên felsefîkî, civakî û zanistî re wê, xwediyê wateyeka jîyanî w di vê çerçoveyê de a bi jîyane mirov û domandina wê re bê. Wê di vê çerçoveyê de wê xwediyê wateyê bê.
Li vir k u mirov hewl bide ku beşên pêşketina perwerdekirinê wan bike ku fahm bike, wê di şê beşan de wê were hildan li dest. Beşa olzanî ku wê her wusa mijarên weke rewîstê jî wê li rex wê, wê bên hildan li dest ên weke zanînên menewîyetê jî mirov dikarê wan werên li ser ziman. Beşa duyem wê weke beşên zanistî bê ku ew di roja me de weke ku ew bi derûnîyê, bîolojiyê, fîzîkê û hwd re pêşketina û hê jî beşên nû bi wan re ew dihên pêşxistin bin. Beşa sêyem jî wê bi felsefeyê û metafîzîkê û hwd re wê hebe ku ev jî wê weke beşna aqilî ku wê li ser mantiqê re wê bi pêşxistina derpêşan û darizandinê û hwd re wê, werênina li ser ziman bin. Di vê çerçoveyê de wê ev beş hemû jî wê di çerçoveya têgîna perwerdeyê û ankû pergale perwerdeyê de wê xwedîyê rengekî têgînî ên ku ew bi hevdû re di çerçoveya jîyane mirov de ku ew bi ahengekê ew dihên ser ziman bin. Di rewşa van zanistan hemûyan de wê, têgînên ku wê di jîyanê de wê weke rewşên pêwîst wê ji xwe re wê bikina mijar bin. Li vir, ev rengên aqil, wê di roja me de wê di çerçoveya pergale sîyesî a rêzanî de wê, xwediyê rastkirinekê bê. Di aslê xwe de rastî, di vê çerçoveyê de wê divîyabû ku vajî wê ba. Yanî, hertişt li gorî rewşa jîyanê û herîkîna wê, bûba. Lê di roja me de ev vajî wê, li gorî rewşên sîyesî û rêzanî û hwd, wê rastkirin wê werina kirin û heta ku wê civak û pêşketina wan jî wê, bên kirin weke korbanê wê. Di vê çerçoveye de mirov, bi rewşa sîyesî û sazûmana wê re rastî rewşek xamgîn tê. Di vê rewşê de wê, perwerde jî wê weke rewşeka ku wê çawa wê xwe bide domandin, wê weke rewşeka bngihînî a di vê çerçoveyê de wê were bikarhanîn. Ji rewşa civakê zêdetirî wê rewşa desthilatdarîyê, wê were esasgirtin. Ya ku wê di temenê ji dîrokê birina hebûna civakan bi ziman, çand û dîroka wan de jî bê, wê ev rastî bê. Bi wê re wê ev rewş, wê hemû, wê di vê çerçoveyê de wê weke aliyna wê xwe bidina dîyarkirin bin. Li vir, dema ku mirov bahse pergale perwerdeyê bike, li vir, di serî de mirov wê di vê çerçoveyê de wê karibê wê fahm bike. Dîroka civakî, wê, her wusa, wê bi hebûna xwe re wê xwediyê pêşketinên xwe yên aqilî bê. Wê bi wê re wê, rastîya wan di nava wan de wê were ser ziman. Perwerde, wê weke têgîneka ku ew di vê çerçoveyê de wê, di nava civakê de wê bike ku ew têgîneka hişmendî ya civakî jî ew bi wê rewşa wê hanîna li ser ziman a dîrok, felsefe û rastîyên wê yên din ên bi vî rengî re wê ike ku wê çê bike. Li ser wê re wê jî wê, hebûna xwe bide domandin bi ber pêşarojê de. Hebûna civakî a têgînî, wê di vê çerçoveyê de wê biaqil bê. Ziman, dîrok, çand, û hwd, wê rewşên wê yên bi vî rengî ên ku mirov wan dikarê di çerçoveya mejûya hebûna wê de wê hilde li dest bê.
Nişe: ev nivîs ji pirtûka nivîskarê kurd a Abdusamet Yigi a bi navê "li ser felsefeya pedegojiyê" hatîya girtin.
26.09.2016/Abdusamet Yigit