Li ser pêvajoyên jenosîda kurd
Ev ser 40 salî re ya ku rejima tirk hêrîşî civate kurd dike û komkujiyan dihêne serê civate kurd. Tenê di hundurê van 40 salên ku derbasbûna de rejma tirk ser 200 hezarî re kurd qatil kirina. Bêgûman, komkujiyên ku berê vê demê jî ku rejima tirk hanîna serê civate kurd, hena. Komkujiya koçgirîyê, komkujiya agirîyê, komkujiya zilanê, komkujiya dersimê û hwd, çend ji wan komkujiyên ku rejima tirk di wan de bi hezaran kurd qatil kirina na. Tenê ji dema şerê cîhanê ê duyemin û heta roja me, dem bi dem û ankû roj bi roj, rejima tirk komkuji hanîna serê civate kurd. Di nava herdû şerê cihanê de ji sale 1915´an û heta salên 1945´an û hwd, bi deh hezaran kurd bi komî hatina qatil kirin. Piştre jî, komkujiyên mazin ên ku rejima tirk, hanîna serê civate kurd bûna. Pêvajoya komkujiyên ku rejima tirk ji dema şerê cihanê ê duyemin û heta roja me hanîya serê civate kurd, li demê hatîya belav kirin û hatîya dayîn meşandin. Pêvajoya ji şerê cihanê ê duyemin û heta roja me, wê rejima tirk, pêvajoyek ku di wê de komkujiyên mazin dihêne serê civate kurd, wê bimeşêne.
Ji wê demê û heta roja me, pêvajoya komkujiyên ku têna serê civate kurd, wê bidomê. Piştî komujiya dersimê, li kurdistanê bêdengîyek ji ber komkujiya pêşket. Hingî mirov qatilkirin, herêmên kurdan bêmirov man. Kurdên mana li jîyanê jî, ji aliyê rayadarên tirk ve weke "bermehiyên ku ji ber komkujiyan mana" dihatina binavkirin. Pêvajoya komkujiyên kurdan, wê piştre jî bidomê. Ji salên 1970´î û pê de, wê bi bandûra tekoşînên azadiyê ên li cihanê, wê li kurdistanê, tevgera azadîya kurd, hin bi hin şîn bibe û pêşkeve. Piştre jî, wê rejima tirk giraniyê bidina komkujiyan. Ji ber ku tirkiya andamê NATO bû, wê tirkiya alikariyê di şerê xwe yê li hemberî civate kurd de ji NATO´yê bigirê. Her wusa, bi alikarîya NATO´yê, tirkiya li kurdistanê şerê yê bi kurdan re da meşandin. Di vê şerê ku rejima tirk bi kurdan re ji vê demê û pê de, da meşandin bi kurdan re, herî hindik, nêzî 200 hezar kurdî qatil kir. Lê ji ber ku tirkiya andamê NATO bû, di çapamaniya rojava û ankû ´ewropa û amerika de, ti bahse van komkujiyan newê kirin. Bi heman rengî, wê nêzîkbûn li pêvajoyên şer ên ku di dawîya sale 2015´an û destpêka sale 2016´an û pê de kiribû de jî wê bibê. Her çendî ku rewşa pênaberan weke "hêncet" ji wê bêndegîyê re dihat dayîn nîşandin jî, lê di aslê xwe de rastî ji wê cudatîrî bi vê rewşê re şîrovekirina wê, wê rasttir bibê. Dadgehên mafê mirovan û navnetewî jî, bêdeng bûn. Çend biryarên di çerçoveya tekakesî ku ´dadgeha mafê mirov a ewropa´ girtibû de jî, ti çareserî ji kurdan û komkujiyên ku rejima tirk dihanîn serê wan re ne dihanî. Wê rêxistinên kurdan û ku tekoşîna maf û azadîya civate kurd didin, wê bên xistin listeyên terorê ku hatina pêşxistin de. Êdî çend kurd dihatina qatilkirin, wê weke mirovên ku di ancama şerê û ankû tekoşîna bi terorê re wrê hanîn li ser ziman.
Bakûrê kurdistanê di nava sînorê tirkiya hatiya hiştin. Her wusa, li ser vê rewşê jî wê çend gotin werina gotin. Her şerê rejima tirk ê bi civate kurd re wê bi gotina ´mafê tirkiya heya ku xwe biparêzê´ re wê hanîn li ser ziman. Di vê çerçoveyê de wê herkesek li hemberî komkujiyên kurdan, di vê çerçoveyê de wê hêncetan ji bêdengîya xwe re bibînin û bêdeng bimênin. Heta roja me, di vê çerçoveyê de li ser mijara kurd, ti saziyên navnetewî ku neteweyên yekbûyî jî di nav de, bertek nedaya nîşandin. LI hemberî komkujiyên ku rejima tirk hanîna serê civate kurd, bêdeng maya. Bandûra, andamtîya tirkiya a di NATO de jî, di vê de heya. Her wusa di vê çerçoveyê de divê ku mirov werêne ser ziman ku li ser mijara kurd û komkujiyên kurdan bêdengî domîya ya.
Her wusa, di pêvajoya şerê ku rejima tirk ê ku di sale 2015 û heta sale 2016´an ku li hemberî kurdan da destpêkirin, wê li hemberî wê jî dunya li hemberî wê bêdeng bibê. Di kewçera 2015´an de gera serokwezirê Alman Angela Merkel li tirkiya bû. Piştî vê gerê re di dawîya hefteya pêşî a sibate 2016´an de carek din Angela merkel diçê tirkiya û bi rayadarên tirk re hevdîtinê dike. Di hundûrê vê demê de jî, rejima tirk û rayadarên wê pêvajoyek şer li hemberî civate kurd dabûbûna destpêkirin û komkuji dikirin. Lê rayadarên ewropî û welatên ewropî jî li berê wê bêdeng bûn. Di hevdîtinên ku bi vî rengî dihatina kirin de hem şer rejima tirk ê li bakûrê kurdistanê ku li hemberî civate kurd dihat rojevê û bi wê re politikayên wê ên li dijî rojava dihatina rojavê. Rayadarên tirk, di çerçoveyeka ku bi wê li dijî statûya şer dikirin de gotin digotin û politika dikirin. Heta ku di vê çerçoveyê de bahse kirina amedekarî û oparasyonên leşkerî ên li hemberî rojava jî dihat kirin. ..
Di gera Angela Merkel de weke ku li ser çapameniyê re dihê gotin ku wê "wê mijara pênaberan hildina li dest." Li vir, bi vi ve girêdayî divê ku mirov vê yekê jî werêne ser ziman ku Politikaya rejima tirk a li ser pênaberan re jî divê ku mirov di çerçoveya pirsgirêka kurd de hilde li dest. Her wusa, her roj, nûçeyên ku ji herêmê tirkiya tên û ku di wan de tê gotin ku ´kiştîya pênaberan noqî avê bûya û bi dehan jîyane xwe ji dest daya jî, vê rewşa mirina pênaberan di nava avê de jî divê ku miirov bi teybetî hilde li dest. Di serî de ev jî, tê pêşxistin. Li vir, divê ku mirov vê yekê jî werêne ser ziman ku hemû pênaberên ku di kiştîyan de jîyane xwe ji dest didin, çendî ku bê gotin ku "sûrîyayî na" û ankû "îraqî na" jî, divê ku miirov bi teybetî werêne ser ziman ku hemû sadî 95´ê wan kurdên rojavayî û ên başûrî na. Bi nêzîkatîya ku li Cizira bota, Sûrê, Nisêbîn, Gever, Hezexê û hwd, çawa hêrîşî kurdan dike û komkujiyan dihêne serê kurdan, bi heman zihniyetê nêzîkî wan pênaberên ku kurd dibin û xiniqandina wan ya di avê de jî divê ku mirov weke kuştina kurdan li van bajarên kurdan ên weke Cizîra bota, Sûr, Nisêbîn, Hezex, geverê û hwd, divê ku mirov şîrove bike.
Gotina ´ew ji Sûrî na´ û ankû ´ji îraqê na´, divê weke maskeyekê ji wan qatilkirinên kurdan ên bi kiştîyan di pavarên ´bahre sipî´ de. Her wusa, li vir, politikaya kiştîyan, divê ku miirov di vê çerçoveyê de werêne ser ziman. Ku li ser hemû mirovên ku ji destpêka şerê Sûrî û hwd ve ku di kiştîyan de hatina noqî avê kirin ku lêkolînek li ser wan were kirin, wê bi awayekî vekirî were dîtin ku ji sadî 95´ê wan kurd in. Bi teybetî, li gorî miirov ji devê hinek pênaberan dibihîzê ku di çapameniyê de hat ser ziman, bi teybetî kurdan dinaqênin û dikin ku wan bi kiştîyan bişênina mirinê. Her wusa, ew kiştî, bi awayekî bi gûman, çawa divê ku mirov werêne ser ziman ku weke ku noqî avê kirina wan jî, di çerçoveyeka planaka şerê bi civate kurd re de dihê kirin û di wan noqî avê kirinê de kurdên ku bi hênceta şandina welatên ewropî ku hatina xapandin, di wan de jîyane xwe ji dest didin.
Dema ku rewş ev bê, wê çaxê, divê ku mirov rewşa xaniqînên ku bi noqî avê bûna kiştîyan re ku dibin û di wan de bi dehan mirov jîyane xwe ji dest didin, divê ku mirov di çerçoveya politikaya şerê rejimê ê li hemberî civate kurd de ê weke li Cizîra, Sûrê û hwd de werenê ser ziman. Ew komkujiyên di wan kiştîyan de dihên kirin, ti kesek nikarê bi awayekî ji politikayên rejimê dûr werêne ser ziman.
Her wua li vir, divê ku mirov vê yekê jî werêne ser ziman ku noqî avêbûna kiştîyên pênaberan, divê ku mirov weke rengekî komkujiyên rejima tirk ên di bin trejedîya pênaberan de dihê weşartin jî werêne ser ziman. Dema ku rewşa pênaberan bi awayekî vekirî û cidî were lêkolîn kirin, wê were dîtin ku bi konseptekê ew komkujiyên di kiştîyan de dihên plankirin û kirin. Di serî de divê ku mirov vê rastiyê fahm bike û werêne ser ziman. Rastîya pênaberan, bi trejedîya wan re, divê ku mirov bi politikaya pêşxistina dîyasporaya kurd ve girêdayî mirov hilde li dest û di wê çerçoveyê de werêne ser ziman. Rewşa pênaberan, ne rewşeka ku ji berxwe pêş dikevê ya. Di destpêka şerê sûrî de bi hêrîşên çeteyên DAÎŞê û hwd, zor didana mirovan ku goç tirkiya bikin. Bi teybetî jî, ew goçberkirin û ankû politikaya bi zorê dana goçberkirinê, bi teybetî li rojavayê kurdistanê hatibû pêşxistin. Bi teybetî, kurdên ji rojava goçberkiribûn, kêm ji wan derfet dît ku vegerihina malên xwe. Wekî din jî, piraniya wan, derfet ji wan re ne hat dayîn ku vegerihina malên xwe.
Politikaya goçberkirinê, di çerçoveya zihhniyeta ku bi wê dihat xwestin ku kurdan li herêmên wan bi hijmarî kêm bikin, dihat pêşxistin. Her wusa, bi teybetî, di politikaya goçberkirinê de kirina armanc a kurdên ku goçberkirina ji herêmê xwe, vê rastîyê piştrast dike. Di salên 1990î de rejima tirk li bakûrê kurdistanê, politikaya ´bêmirov kirinê´ meşandin. Di çerçoveya vê politikayê de ser 7 milyonan re kurd ji bakûrê kurdistanê, ji cih û warên wan hatina dayîn goçberkirin li rojavayê tirkiya û welatên ewropî. Her wusa, ev politikaya dayîna goçberkirinê kurdan ji herêmên wan, divê ku mirov, bi teybetî werêne ser ziman ku weke politikayaka teybet a rejima tirk û rejimên ên ku civate kurd û kurdistan di nava wan de hatîya qatkirin a. Komkujiyên ku di kiştîyan de li paravên bahre sipî bi noqî avê kirina kiştîyan re ku dihê kirin jî, divê ku ku mirov di vê çerçoveyê de bi vê politikaya rejima tirk ve girêdayî hilde li dest û werêne ser ziman. Di nava çapameniya tirk de jî car bi car gotina ´trejedîya goçberan´ dihê hanîn li ser ziman. Li ser vê gotinê re nivîsandin û sîyesetkirin jî bûya. Lê ev nivîsandin û sîyeset kirin jî, bo ku ser wan komkujiyên ku di kiştîyan de dikin ku ser wan binûxûmênin, dihên pêşxistin. Weke Nîqaşên ser nûxûmandinê, divê ku mirov wan nîqaşan jî werêne ser ziman. Heta ku mirov pêvajoya şerê rejima tirk ê li hemberî civate kurd ku ji destpêka komarê ve ku meşandiya baş ne hilde li dest û fahm nekê, mirov wê van komkujiyên di kiştîyan de jî baş nikaribê bi zihniyeta wê re fahm bike. Di vê çerçoveyê de divê ku mirov divê ku van komkujiyên di kiştîyan de bi konsepta şer a rejima tirk li hemberî civate civate kurd ku bi wê re di dewama komkujiyan li Cizîra bota, Sûr, Hezex, Nisêbînê, gever û hwd de werêne ser ziman. Bi heman rengê vajî wê jî, wê rast bê ku miirov di dewama van komkujiyên di kiştîyan de van komkujiyên ku hêzên rejima tirk li van bajarên kurdan dikin ku werênina ser ziman.
Mijarên ku di hildina li dest, ji yên hevdîtina pêşî a berî vê ne cudatir in. Di vê gerê de pirr zêde hat ser ziman ku "bi tirkiya re peymane girtina pênaberan li tirkiyê´ hatîya mohrkirin. Ev peyman, pirr zêde di rojevê de ma. Bi wê re jî, beremberî vê girtina sînoran ku pênaber bi bûhûrina li ewropa ji tirkiya, alikarîya aborî, hat ragihandin ku wê bê dayîn li tirkiya. Lê bi wê re jî tirkiya, li pişt derîyan, di hevdîtinên xwe ên bi Angele Merkel û rayadarên din ên ewropî re ku dikir de doza alikarîyê li hemberî kurdan dikir. Bi gotinaka din, wê alikarî bidan tirkiya û tirkiya çi kiriba, wê ew ne hildaban rojeva xwe. Her wusa, piştre bi ser wê hevdîtina Angela Merkel re sê çer heyv bûhûrtin. Piştre konsepta şer a rejima tirk ku li hemberî civate kurd pêşxistî ji aliyê rejima tirk ve hat xistin meriyetê de û hêrîşên rejima tirk li dijî civate kurd dest pêkirin. Rejima tirk, weke rêbaza dorpêçkirina bajarên kurdan "qadaxayên derketina li sûkê" pêş dixist û bi wê re bajarên kurdan kavil dikir û bi deh hezaran kurd dixwest ku ji herêmên wan bide goçberkirin. Her wusa, komkujiyên mazin di vê demê de rejima tirk dihanî ser civate kurd. Lê li hemberî wê deng ji ti saziyên navnetewî û neteweyên yekbûyî derneket.
Li ber komkujiyên kurdan, bêdengîya saziyê navnetewî û neteweyên yekbûyî jî, di vê çerçoveyê de hatibû pêşxistin. Welatên ewropî, bêdeng bûn. Weke hêncet jî, ew girtina pênabaran li tirkiya didan nîşandin. Di vê çerçoveyê de di aslê xwe de ev girtina pênaberan, di vê çerçoveyê de bi awayekî pirr bi bêahlaq hatibû îstismar kirin.
Li kurdistanê, di vê dema dawîya sale 2015´an û destpêka sale 2016´an de wê rejima tirk, komkujiyna mazin li kurdistanê bike. Her wusa, wê bajaran bi tememî kavil bike. Bajarên kurdan ên weke Silopî, Cizira bota, Nisêbîn, Sûrê û hwdê, wê bike ku kavil bike. Hêrîşên kavilkirinê wê bike. Hêrîşên mazin li hemberî civate kurd dikir. Lê mixabin, deng ji saziyên navnetewî û neteweyên yekbûyî derne diket. Her wusa, sazîyên ku digotin ´mafê mirovan´ diparêzên jî, li hemberî wan komkujiyan hwd, bêdeng bûn. Heta roja me, di derbarê komkujiyên ku hatina hanîn li serê civate kurd, ne hildana rojeve xwe û li hemberî wê bêdeng mana. Di derbarê ti komkujiyên berê hatina serê civate kurd de deng dernexistina.
Di vê dema ku hêrîşên mazin bi armanca jenosîdkirina civate kurd, li kurdistanê bi zihniyeta ´zagona şerq û îslahat´ dihatkirin de, bêdeng diman. Her wusa, rejima tirk, li ser navê civate kurd, çi hebû, ji xwe re kiribû armanc û hêrîşî wê dikir. Jin, zarok, ciwan, pîr û kal, di komkujiyên rejima tirk de dihatina qatilkirin. Mijara qatilkirina jina kurd teybet înan ku piştî ku ew li silopî hat qatilkirin û cenezeyê wê hefteyekê li sûkê ma, rastîya hêrîş û zihniyeta rejima tirk, pirr baş radixe li berçav û dide ravakirin. Her wusa, zarok, hê di zikê dayîka xwe de na, bi gûleyên leşker û polîsên tirk dihatina qatilkirin.
Li berçavê hemû cihanê, rejima tirk bi artişê dikeve bajarên kurdan bombabaranê dike. Hêrîşî malên kurdan dike. Her wusa, rewşa jîyane wan ya ku heyî bi tememî ji holê ra dike. Bi awayekî vekirî, rejima tirk û rayadarên wê dixwezin ku kurdan bitafisênin û bêdeng bikin. Ji her aliyê ve temenê maf û azadîya wan ji destê wan hatîya girtin. Di hêrîşên giran de bi vî rengî kurd, sale 2015´an bidawî dikin û dikevina sale 2016´an de. Bajarên kurdan ên weke sûra amedê ku dîrokî ya bi kirmanên xwe re bi hêrîşên artişa tirk ên weke tank û topên wê, hatîya tûna kirin û kavilkirin. Bi heman rengî, li Cizîra bota, Silopî û farqînê jî hatîya kirin.
Li ber vanqas hêrîşên hovane ku rejima tirk li kurdan dike, cihane derve, saziyên navnetewî û neteweyên yekbûyî di bêdengiyekê de na. Di aslê xwe de bi wê bêdengîyê re weke ku piştgirîyê bidina komkujiyên rejima tirk ên li ser serê kurdan jî. Di awayekî fiîlî de dikevina rewşek bi vî rengî de. Weke ku heta roja me, li hemberî komkujiyên kurdan bêdeng mana, î ro jî, bêdeng dimênin.
Rejima tirk, dixwezê ku li ser navê kurditiyê û civate kurd çi li bakûrê kurdistanê heya, tûna bike û ji holê ra bike. Hêrîşên wê, bi awayekî, hebûna civate kurd dike. Hêrîşên ku li civate kurd û bajarên kurdan dike, di vê çerçoveyê de divê ku mirov şîrove bike û werêne ser ziman. Her wusa, divê ku mirov vê yekê jî, werêne ser ziman ku bi awayekî vekirî li berçavên cihanê jenosîda kurd dihê kirin û herkesek li ber wê bêdeng a.
25.04,2016/Abdusamet Yigit