Li bakûrê kurdistanê serhildan, xweserîya demokratik û avêtina gava pêşî a xwe-rêvebirinê..
Hikimeta AKP´ê, piştî ku pêvaajoya çareserîyê destpêkir û pê de, hin plan û stretejiyên şer amede kiribûn. Ew aramî û rewşa bêşer ya ku afirîbû, xwestibû ku di temenê hin planna bi pêşxistina hêrîşên weke ên bi DAÎŞ´ê û hwd re kurdan bi şikandinê ji pêvajoyê bike ûû pêvajoyê weke ku ew dixwezê bi ancama bike. DAÎŞ´ê di ancama hêvî û planaka stretejikî a bi vî rengî de hatibû pêşxistin. Pêvajoya çareserîyê, bo rejima tirk ew bû ku weke ku li Kobanê û Şengalê hêvî dikir ku derbeyekê li civate kurd bixe bû. Lê plana ku hêvî dikirin, weke ya ku wan hizir dikir nebû. Kurd û civate kurd, tevî ku bi hêrîşên hov ên DAÎŞ´ê ku rejima tirk alikariyek mazin didiyê de ku zirerên mazin ditin jî, lê têkneçûn. Piştî wê têkneçûna kurdan, êdî hikimeta tirk, dawî li hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hanî. Ji ber ku jibilî plan û stretejiyên wê ên li ser hêrîşên weke ên bi destê DAÎŞ´ê û hwd re, ti planên wê ên din ên bo çareserîya pirsgirêka kurd tûna bûn.
Gotinên weke "wê sed hezar kurd werina kuştin" ku di demên berî ku hêrîşên DAÎŞ´ê destpê bikin ku ji leşkergeha tirk dihatin dapalandin(sizdirma) li nava çapameniyê jî, bi armanca amedekirina rayagiştî bo komkujiyên ku wê bi destê DAÎŞ´ê bikiran bûn. Lê, planên ku hatina kirin, hatin li hêtê berxwedana kurdan sekin in. Vê carê, hasabê xelat ne ji baxdadê di vegerîya, Vê carê hasabên xelat ji Kobanê û şengalê bi berxwedana kurdan divegerîyan. Berê dihat gotin ku ´hasabê xelat ji baxdadê divegerihin.´. Lê vê carê, baxdadê jî, di nava wê hasabê şikandina kurdan de cih girtibû, û hasabê baxdadê jî, bi şaşîya wê re ji Kobanê vegerîyan û ji şengalê vegerîyan. Lê ev hasabên ku hatina kirin, êdî rejimên herêmên ên weke rejima tirk û hwd ku kirina,ji wan bi şûn ve gav avêtina? Na, hê ne avêtina. Hê jî, bi wan hasaban di hêrîşên xwe de isrer dikin ku şikandinekê bi kurdan bidina jîn kirin.
Pêvajoya çareserîyê, rejima tirk di vê temenê de yanî di temenê şikandina kurdan de xwest bikarbêne. Di 3´ê kewçêrê a 2014´an de rejima tirk, ´tezkereyên şer´ ji meclisê di buhurê. Di heman rojê de, yanî di 3´ê roja 2014´an de rejima tirk ji dadgeha tirk a sêyemin a Amedê ya rêvebirinê biryara ´betalkirina hevserokatîyê´ di nava xwe de pêşxistibû derdixe. Kî, dikarê bêje ku ev rasthatin a?, Ne ti kesek. Ji ber ku ne rasthatin bû. Ev hemû, di çerçoveya planakê de dihat kirin. Her wusa, ev tezkereyên şer ên ku ji meclisê hatina buhurandin di 3´ê kewçêrê de û birîyara ´betalkirina hevserokatiyê´ j dadgeha tirk a sêyemin a amede derxistin, ev herdû rewş jî, bi plana rejimê a bi şerê DAÎŞ´ê ê bi kurdan re girêdayî bû. Ev rewş, bi serê xwe, bi mirov nêzîkatî, hêvî û planên rejima tirk ên bi gotina ´pêvajoyê´ re radixe li berçav û dihêne ser ziman.Her wusa, divê ku mirov rewşan hemûyan bi hêrîşên li ser rojavayê kurdistanê re jî fahm bikin. Ji ber ku ew hêrîşên li ser rojava jî, bi vê ve girêdayî na. Em di vê temenê de divê ku şoreşa rojava û pêveçûnên wê bi rojevê ve girêdayî werêne ser ziman.
Piştî ne serketina plana şerê bikurdan re a bi DAÎŞ´ê, êdî cardin hikimeta tirk, oparasyonên qirkirina sîyesî dane destpêkirin. Oparasyonên qirkirina sîyesî, nîşanaka plana rejima a bi armanca şikandina û nebûna ti plan û çareserîyên wê ên bo pirsgirêka kurd a. Li devera ku DAÎŞ´ê nikarî derbeyê li kurdan bixe, hikimeta tirk dixwezê ku bi hêrîşên xwe û oparasyonên qirkirina sîyasî ên li qada sîyeseta kurda, wê derbeya ku dixwezê li kurdan bixe. ´
Kurdan, di sedsale 21´ê de şoreş kir. Kurdan, gîyane xwe bi agirê şoreşê şiştin. Di nava kurdan de, gotinek berê hebû. Ew jî, ew bû ku digotin ku "biagirê newrozê xwe afirand" in. Î ro jî kurdan, xwe bi wê agirê ji nû ve afirand. Şoreş bo kurdan, newroz a. Newroz jî, navê jîyane nû ya. Ku em di vê temenê de bahse kurdan bikin, wê pirr rast bê. Dîrokê, piştî serdemên Qasîtan, gûtîyan, hûrîyan, mîtannîyan, medîya, şadadî, merwanî û Eyûbîyan re, carek din derxist dika dîrokê. Ev serdemên dîroka kurdan hemû, di temenê pêşketina şoreşa kurdan a di sedsale 21´ê de na.
Pêvajoyên şoreşa kurd a di sedsale 21´ê de, dema ku em bi salên wê ên destpêkê re dihêne ser ziman, mirov tenê bi hêrîşên ku lê bûna re dihêne ser ziman. Di vê serdema ku di wê de şoreş dihê kirim, em dijîn û şahîdîyê ji wê kêlîka dîrokî re dikin û bi wê şahîdîyê û zanîna me ya derbarê wê de dinivîsênin. Em, î ro di nav de na. Ev jî, derfetekê baştir dide me ku em wê fahm bikin.
Şoreşa rojava, di sale 2012´an de bû. Ji kobanê di 19ûûê temûza 2012´an de destpê kir. Piştre jî, gav bi gav pêşket. Hêrîşên ku li şoreşa rojava bûn, kir ku şoreşa rojava hê bêhtir maztir bibe. Dema ku pêl bi pêl hêrîşên DAÎŞ´ê û hwd, bi alikarîya Rejima tirk li kobanê destpêkirin û di 15´ê êlûna 2014´an de derketin asta herî bilind, hingî kobanê bû kurdistan giştî. Bi dirişma, «her der kobanê, her der berxwedana a», bû temenê serhildanê li kurdistanê. PIştî ku Hikimeta tirk a AKP´ê ji 15´ê êlûna 2014´an û pê de pêlên hêrîşê ên bi maskeya DAÎŞ´ê û hwd ên bişitt li kobanê û kurdistanîyan dan destpêkirin û ku hêrîşên wan bi serneketin, êdî li bakûrê kurdistanê hêrîşî kurdistanîyan kirin û bi dehan kurd qatilkirin û bi hezaran kurd birindar bûn û piştre jî «rewşa awert» denezend li kurdistanê giştî.
Di sala 2011´an de, pêvejoya pirr bişitt a hêrîşêna hikimeta AKP´ê a demê li kurdan da destpêkirin. Lê bi wê re biserneket. Piştre bi çalakiyên gelê kurd ên li her qadê, kurdan pêvajoya ´çareserîya demokratik´ dan destpêkirin. Ê ku ew pêvajo dabûbû destpêkirin birêz Ocalan bû. Lê dewletê li şûna ku di vê pêvajoyê de gava biavêje, ket nava hewldanê de ku çawa karibê vê pêvajoyê bi rengekê ku birêxistin bike û bi wê re jî derbeyan li kurdan bixe. Her wusa, ji roja ku ´pêvjoyê´ destpêkiribû ve, rayaderên tirk, bi dest çêkirina qarakol û bendavên bi armanca leşkerî kirin. Bi vî rengî jî, heta nêzî du salan li ser esasê mijulkirinê pêvajo birêve bir. Piştre jî, di temenê amedekarîyên xwe de, çeteyên DAÎŞ´ê dan derxistin li holê û şandin bi ser kurdan de ku bi wan derbeyekê li kurdan bixin. Ev, weke plana rejimên herê ên ku kurdistan di nava wan de hatî qatkirin a sedsalê bû. Lê kurdan, bi berxwedana xwe ew têkbirin. Piştî ku hat fahm kirin ku ev plan têkçû, êdî li bakûrê kurdistanê hêrîşên polîs û leşkerên tirk li kurdistanîyên bakûrê kurdistanê destpêkir. Her wusa, weke ku êdî hikimeta AKP´ê pêvejoyek nû ya bi hêrîşan a weke ya sale 2011´an li kurdan dabûbû dest pê kirin. Di vê çerçoveyê de «rewşa awerta» dihanîn li holê.
Lê kurdistanî, di vê demê de bi rêxistinkirî bûn. Rayadarên dewletê, weke ku çawa ku di salên 1990´î de çete û kujarên hizbil-kontra derxistina li holê dişandina li ser kurdan de, di vê demê de dîsa weke ku serî li rêbazekî bi vî rengî didan. Kujarên dewletê ku bi mskeya olê di bin navê «huda-par»´ê de birêxistin kirina, dîsa bidest dayîna wan ya hêrîşkirina li ser kurdan kirin. Ev asta hêrîşan, piştî ku pêla hêrîşan ji 15´ê êlûna 2014´an û pê de ku destpêkiribû û pê de, kurdan ku li ber wê li berxwe dan û ew şikandin, êdî ji 6´ û 7´ê kewçêrê a 2014´an de êdî ev asta hêrîşan li bakûrê kurdistanê jî destpêkirin.
Bi vê rengê, bo kurdan pêvejoye nû destpêkiribû. Êdî kurdan, bi vîna xwe li berxwe dida. Bi gîyane berxwedanê a kobanê û têgihiştina şoreşa rojava û her wusa bi vîna xwe li ser lingan bû. Kurdan, pêlek din ya hêrîşê a ku hatî ser wan weke ku şikandibûn. Lê hêrîş li wan ne sekinî bûn. Kurdan jî, li berxwe didan. Ev hêrîşên ku pêvajoyên destpêkê ên şoreşê de ku li kurdan û civate kurd dibûn, kurdan li gorî wan astaka berxwedanê jî bivîna xwe pêş dixistin. Ev jî, vîna gîyane şoreşê a şoreşgerî bû.
Gelê kurd, li bakûrê kurdistanê serîhilda. Li berxweda. Weke ku çawa ku li rojava, kurdan gavbi gav xwe rêxistin kir û temenê xwe yê civatî û rêveberî afirand û li ser wê şoreşek civatî kir, her wusa ji 6´ û 7´ê kewçêrê a2014´an û pê ve, li bakûrê kurdistanê jî pêvejoyek bi vî rengî destpê kir. Rayadern dewletê jî, bo ku ev fahm kirin «rewşa awerta» denezendin. Bi wê re, wê hêrîşên xwe zêdetir dikirin. Lê kurdistanîyan jî li berxwe dida bi vîna xwe, gîyane berxwedana kobanê û gîyane şoreşa rojava.
Kurdistanîyan li bakûrê kurdistanê jî, weke ku li rojavayê kurdistanê kurdan kir, li herêmên xwe weke ku dest dênina ser herêmên xwe di nava rewşekê de bûn. Herkesek rabûbû ser pîyan. Êdî ku mirov ji kîjan aliyê ve lê dinerî, mirov didît û fahm dikir, pêvejoyek weke ya rojavayê kurdistanê li bakûrê kurdistanê jî bi serhildane kurdên bakûrê kurdistanê ku bo kobanê destpêkirin re destpê dikir. Kurdan, li herêmên xwe hewl dida ku xwe bikina rêveber û desthilatdar. Bi vê yekê, dixwestin ku bi vîna xwe êdî rabina ser pîyan. Hêrîşên ku li kurdan dibn jî li vê dibûn.
Kurdên bakûrê kurdistanê, êdî hin bi hin rêveberîya xwe avakirin. Kurdan, hê di 14´ê tirmeha 2011´an e xweserîya demokratik li bakûrê kurdistanê li Amedê denezendibûn li cihanê. Ji xwe piştî wê re rayadarên dewleta tirk, biryara girtina di bin navê «dozên KCK» de dabûbûn û bi sîyesetmederên kurd hatibûbûna girtin û kiribûbûna zindanan de. Heta roja me jî, hê girtinên ku di bin navê «dozên KCK»´ê de ku hatibûbûn girtin, di zindanan de hena. Armanca bi wan girtinan a dewletê ew bû ku temenê wê «xweserîya demokratik» ku kurdan li bakûrê kurdistanê denezendibû ji holê rabikin. Bo vê yekê bû ku dixwestin ku wê ji mejiyê kurdan derxin. Bo ku ji mejiyê kurdan derxin, heta ku digotin ku «li îmraliyê jî, bahse ´xweserîyê´ nayê kirin.» Lê ev ne rast bûn. Kurdan, dixwest ku xwe bi rê ve bibin. Dixwestin ku bi vîna xwe bibina xwedî desthilatdar. Bo vê yekê jî, tekoşînê didin. Ji sale 2011´an û heta sale 2014´an, tişta ku guharî dem bû û hinekî din zêdetirî pêşketina zanebûna kurdan û pêşketina rêxistinîya wan bûû. Di aslê xwe de, di temenê mijulkirinê de dirêjkirina ´ppêvajoya ku birêz ocalan dabûbû destpêkirin jîî, ew bû ku pêşîya vê pêşketinê hin bi hin ku werê ji holê rakirin bû. Heta ku ppêvajo bo vê yekê jî, bikardihanîn. Dema ku kurdan, bi navê xwe tiştek dikir, di cih de ew kirina kurdan û xwestekên kurdan, weke «xwestekên ku zirerê didina pêvejoyê» dihanîn ser ziman.
Kurdan, î ro, weke ku ketibina nava pêvejoyek bi vî rengî de. Bi berxwedana kobanê re serhildan li bakûrê kurdistanê jî bûbû bû û bi wê re hemû kurd rabûbûn ser pîyan. Ev serhildana kurdan ku divîyabû ku biheta domandin û di dewama wê de kurdan bi vîna xwe û bi wê gîyane wê serhildanê û her wusa bi wê serhildanê ku rêveberîya xwe ya xweser a cewherî ava bikiran. Ya ku demê jî ji wan dixwest ev bû. Kurd, bi her awayê li ser lingan bûn. Dîrok, êdî bo kurdan di vê aliyê de dimeşî. Kurdan, çendî ku xwe li gorî wê birêxistin û bizanebûn bikiran wê, serkevtin bi dîrokê re bidest bixistan. Bi vê re jî dîrokê êdî ew dinivîsand in. Ev jî, gav bi gav pêşketina şoreşa kurd û kurdistanê bû. Ev şoreş, şoreşa sedsalê 21´ê bû. Di sedsale 21´ê de şoreşa kurd bû. Dîroka kurd a ku wî bidestê xwe dinvîsand bû.
21.11.2014/Abdusamet Yigit