Temen û bandûra şoreşa rojava û berxwedana Kobanê ya dîrokî
Serdemên hûrî û mîtannî, serdemna aqil ên pêşketî na. Pêşketina van serdeman, em dikarin bi serdemên aqil pêşketî werênina ser ziman. Hemdemîya van deman, wê pêşketinên demên piştre ên civatî, şariştanî û hwd jî bide kifşkirin. Di vê temenê de divê ku mirov vê yekê jî bi teybetî werêne ser ziman, ku serdemên hûrî û mîtannî wê kifşkar bin. Rojavayê kurdistanê ku em î ro bahse şoreşa ku li wê hatî kirin ji aliyê kurdan û xalkên ku li wir dijîn ve, navenda hûrî û mîtannîyan û pêşketina wan bû. Herêmên weke serêkahniyê ku di dema mîtannîyan de bi navê "weşokanî" navenda wê ya sereka bû, î ro bo şoreşa rojava bi heman rengî bi navê serêkahnîyê bûya navend. Her wusa, em bi vî rengî dikarin şoreşa rojava, weke şoreşa ji nû ve vejînbûna serdema hûrî û mîtannîyan jî şîrove bikin. Bi vê rengî şoreşa rojava, li ser axa xwe ya ku li ser bûyî û li ser temenê xwe yê civatî, têgihiştinî û hwd ku li ser bûyî, şoreşek bi vî rengî ya dîrokî a herêmê ya. Ev şoreş, temenê xwe bi xalkên herêmê ên kevn dihêne ser ziman. Her wusa şoreşa rojava, şoreşa hûrî û mîtannîyan a. Li ser vê temenê, em divê ku demên dîrokê ên piştî demên hûrî û mîtannîyan li herêmê werênina ser ziman. Dem bi dem pêşketina li herêmê, wê herêmê bibe. Piştî serdemên hûrî û mîtannîyan, li herêmê wê serdemên Medîya û piştre ên Sasanî, Şadadî, Merwanî û eyûbîyan û hwd wê pêşbikevin. Di vê navberê de, weke olek herêmî derketin û pêşketina ola îslamê jî, wê li herêmê serdemek nû bi xwe re bide destpêkirin. Kurd, weke gelekî ku berî hatin û pêşketina îslamê jî ku li herêmê xwedî hebûn û desthilatdar bûn, wê bandûra wan li pêşketina îslamê li herêmê giştî wê hebe. Heta ku wê desthilatdarîyên demê ên kurd, wê ji vê olê re di gelek waran pêşavanîyê jî bikin.
Ji serdema ´Weşokanî´ heta serdema ´serêkahnîyê´ bi felsefeya wê re şûnpêya şoreşa rojava, divê ku mirov bi vê xate pêşketinê re fahm bike. Ji serdema ´Weşokanî´ heta serdema ´Serêkahniyê´ bi felsefe û şûnpêya wê re şoreşa rojava, di temenê şoreşa kurdistanê de, bi gîyan û nirxên wê ên dîrokî û mesopotamkî re bûya û pêşketî ya. Her wusa mejûya dîrokî a şoreşa rojava, bi vê xate dîrokî a ji serdema weşokanî ku heta serdema serêkahniyê ku dihê û didomê, xwe dihêne ser ziman. Ev şoreşa dîrokî ku li ser axa kurdistanê bi destê kurdistanîyan hat kirin, wê weke ku di pêvajo serdemên wê ên piştre de jî were dîtin wê rastî gelek hêrîşên li dûv hevdû were. Ew navenda ku şoreşa rojava ji wê destpêkirî Kobanê, wê piştre bibe navenda berxwedanê. Berxwedana Kobanê, wê piştre dîrokê binivîsêne. Ev şoreş, weke ku kurd jî wê bi nav dikin ´şoreşa weşokanî´ ya. Weşokanî, navê navend û paytaxta mîtannîyan a. Weşokanî, serêkahniya roja me ya. Şerêkahniyê, weke navendeka şariştanî a herêmê ya. Ev herêm, di demên berê de, ku ji ber çîyayê kurda´ bigra û heta ku digihişt serêkahniyê û Afrînê û hwd, weke herêmeka navendî a şariştanî bû. Di sêkika çîyayê kurda, Afrîn û serêkahniyê de Hûrîyan jî û Mîtannîyan jî weke navend û paytaxt bikarhanî û kirina navendek şariştanî. Dîroka vê herêmê ya li ser ardê, ji ya kurd em î ro dizanîn pirr zêdetir dîrêj û kevntira. Hin bi hin bineterên dîrokî û erkolojikî ku li herêmê dihên dîtin û kifşkirin, hin bi hin vê rastîyê piştrast dike. Ev navendetîya herêmê, wê bike ku herêm bibe weke navendek hizrî û felsefîkî jî. Zanist û filosofên weke Mîtra û hwd, zanistên van deman in. Mîtra bixwe, weke zanistekî dema mîtannîyan, di van deman de hatîya û bi hizrên xwe yên ku formule kirina û hanîna ser ziman, temenekî mazin ên felsefekî û têgihiştinî bi zanistî diafirêne.
Bi wê re, dive ku mirov bahse wê bike dema hûrî û mîtannîyan, serdemeka ku ji aliyê têgihiştinîyê ve jî pêşketîya.Em î ro dikarin bibêjin ku bi heman rengê bibêjin bi rengê bawerîyê jî ´yek-yazdanî´tî em dibînin ku bi wan re heya û serdest a. Navê ´yazdan´ ku Zerdeşt dihêne ser ziman berî wê heya û di van deman de jî serdest a. Zerdeşt jî, weke Mîtra, bawermendê yazdan a.Ev bi heman rengî, dide nîşandin ku bi kevneşopî hûrîyî û mîtannîyî pêşketî na û xwedî têgihiştin û pergal in. Bi wê re jî, ji aliyê bawerîyê ve em dibînin ku xwedîyê pergalek pêşketî a di rengê yek-yazdanî´ de na. Ev pergal jî, li weke ku em kifş dikin, li dora gotina "yazdan´ hatîya hûnandin. Î ro, di destê me de zanyarî heya ku em dikarin bi wê bibêjin ku di dema Hûrîyan û mîtannîyan de gotina "laleşê" heya. Navê ´laleşê´, nave cihê bergê ê ola kurd û kurdistanî a êzdatîyê ya.H. Crag Melchert, di lêkolîna xwe yak u bi nave "Cunneiform Luvian Lexicon" kirî de, hewldaya ku dema hîttîtan a li Anatolia fahm bike. Lê di lêkolîna xwe de, bineter û kêvalbarên dema hûrî û mîtannîyan dahûr kirina. Ev jî, dide nîşandin ku bandura hûrî û mîtannîyan, li ser van herêman jî pirr zêde heya. Bi vê rengê, mirov dibînê ku gelek nivîsên zimanê hûrî û mîtannî, li van herêman hatîna dîtin û kifşkirin. Bi vê yekê re, bandura hûrî û mîtannîyan, pirr zêde li van herêman heya. Heta ku em dikarin bibêjin ku ji temen ve ya ku pêşketina herêmên Anatolia jî dide kifşkirin, pêşketin, pêşveçûn û têgihiştî û felsefe ya hûrî û mîtannîyan a.
Î ro, êzdayî, bi nave ´êzîdî´ jî dihên bi nav kirin. Êzdayî, bi nave ´yazdanê´ xwe re xwe bi nav dikin. Ev jî, weke kevneşopîyekê ya. Her wusa, dide nîşandin ku ola êzîdîtîyê, weke olek yek-yazdanî xwedîyê serdestî û serwerîyê ya di van demên hûrî û mîtannîyan de. Em, ji demên hûrî û mîtannîyan rastî nave ´melekê tawis´ jî tên. Gelek reng û formên ku wî tefsîr dikin, em di van de rastî wan tên. Ev jî, bi sere xwe weke rewşek teybet ya hûrîyî û mîtannîyî ya. Li herêmê, xate ezdatîyê, dive ku mirov bi teybetî hilde li dest û fahm bike. Xate êzdatîyê, girêdana pêşketinên civatî ên li kurdistanê, ji roj û serdema me ya î ro bi roj û serdemên demên hûrî û mîtannîyan ve jî dide çê kirin. Di vê temenê de ola êzdatîyê, bi sere xwe dibe weke bineterek dîrokî ya nivîskî ya dîrokî û civatî jî. Dîroka herêmê, di vê temenê de dive ku mirov di dema nivîsandina wê de, vê xatê li berçav bigrê û binivîsêne. Dem bi dem, ku di vê xatê de bûna, pêşveçûnên dîrokî ên demkî bûna. Weke ku çawa Mîtra, destpêke serdemekê di dema mîtannîyan a di vê xatê de ya, bi heman rengî Zerdeşt jî destpêka serdemekê di vê xate de ku piştre hatîya û bûya ya. Em divê ku di vê temenê de li dîrokê binerin.
Dîrok, piştî hûrî û mîtannîyan re êdî bi reng û demên xwe yên têgihiştinî pêş dikeve. Di dema mîtannîyan de, rengê aqil û zanînê ê bi felsefe pêşketîya û hin serdemên xwe yên pêşketinê bi ser xwe ve buhurandina. Ev yekê, bi mînaqên weke Mîtra û pêşketina wan re bi rehetî dibînin û kifş dikin. Her wusa, ji aliyê felsefîkî û pêşketina civatî û civaknasîya wê re jî, em rastî rewşek teybet tên. Ev pêşketin û rengên wan û hebûna wan, wê bi awayekî vekirî bi aqil û mejî êdî di demên piştre pirr bi başî werina dîtin. Wê werina xwandin. Bi xwandina wan ya bi mejî û aqil re, êdî wê şoreşên aqil û têgihiştinê li ser wê re bi wê xwandinê bibin. Ev jî, dide nîşandin ku hin destpêkên felsefîkî û têgihiştinî wê dem bi dem bi serdema mîtannîyan re bibin û demên piştî xwe re jî, bidina kifşkirin. Her wusa, ku em bahse pêşveçûnên hizrî ên felsefîkî ên li ber bahre reş û bahre sipî ku dibin û piştre weke serdemek kevnera a bi felsefe jî dihê bi nav kirin, em dibînin ku wê di temenê wan de ev pêşketinên serdema mîtanîyan wê hebe. Tefsîrên mîtolojiikî û hwd, ên di di vê demê de ku dihên kirin bi xwe jî ji mîtannîyan tên. Minaq, tefsîra bi nave "piremetus" ku di ´mîtolojiya yewnanîyan de dihê kirin, em berê vê demê dibînin ku bi Mîtra re û li ser Mîtra re hatîya kirin. Rengê aqil û zanîna ku bi Mîtra re pêş dikeve û ew bi wê rêgezên xwe civatî kifş dike, di derbarê pêşketina hizir a di dema wî de û bigiştî jî di dema mîtannîyan de têgihiştinekê dide me. Hinek ji wan rêgezên bingihînî ku Mîtra dihênê ser ziman ev in: Ya yekemin, fêrbûn û zanîna sûwarîya hasp a. Ya duyemin, fêrbûn û zanîna avêtina tîr û kavan a. Ya sêyemin jî, hertimî gotina rast ji dev gotin a. Ya çaremin jî, ku zaro bû ciwan û balix bû, êdî zewicandina wan a, ku malbate xwe ava bikin a. Ji rengê van rêgezên Mîtra, mirov fahm dike ku dema mîtannîyan, di astek têgihiştinî û felsefîkî de xwediyê pêşketinekê ya.
Em dikarin li asta Mîtra binerin û rewş, wûcan û asta mîtannîyan û deme wan fahm bikin. Her wusa, têgihiştina bawerî û olî ya ´êzdatîyê, temenê ´yek-yazdanîtîya dema mîtannîyan ku li dora wê gihiştina hevdû diafirêne. Bo vê yekê divê ku mirov dema Mîtannîyan bi teybetî hilde li dest. Dema hûrîyan û dema mîtannîyan weke demna ku hemdemîya herêmê diafirênin û temenê wê hin bi hin diafirênin in. Ev dema hûrî û mîtannîyan ku em dikarin weke serdema weşokanî jî bi nav bikin, wê bi pêşketin û pêşveçûnên ji wê re dîroka herêmê ya hizrî, bawerî û civatîtî û pêşketina wê ya civaknasî were nivîsandin. Serdema weşokanî, divê navê demên mîtannîyan û pêşketina wan ku weşokanî ji wan navend a. Ev dem, di vê temenê de dema ku mirov li dîrok, civakatî û felsefetîya wê binerê û mirov wê werêne ser ziman. Ev dem bi pêşketina wan re û dem bi dem piştî wan deman re heta ku dem dihê serdemên piştre jî, wê ev pêşketin bi awayna xwe bide domandin. Heta ku dem tê dem û serdema me, ev xate dîrokê pêş bikeve. Li ser vê xate dîrokê û civaketîya wê, pêşveçûnên civatî, felsefîkî û dîrokî diafirin. Şoreşa rojava ku divê ku weke şoreşa mîtannîyan a di sedsale 21´ê de ku bûya û ankû bi navê ´şoreşa weşokanî´ werênê ser ziman, wê weke şoreşeka têgihiştin û civakî pêş bikeve. Li vir, teybetmendiyên vê şoreşê, li ser esas û temenê xalkîtîyê û geltiyê ya. Piştî Mîtra re, Zerdeşt temenekî mazin bi "avêsta" re hanîbû ser ziman. Ew temen, wê di dema wî de, bê temenê desthilatdarîya Medîya. Lê Desthilatdarîya Medîya, di aslê xwe de, hîmê wê li ser têgihiştina Mîtra ya. Piştî van deman re, wê bi têgihiştina Zerdeşt re ev xate têgihiştin, felsefe û zaniînê xwe bide domandin. Piştî Van deman, wê di vê xatê de ku zanista aavêsta´ di temenê wê de ya, wê "civatên avesta" biafirin. Ev tiştekî dide nîşandin, Ew tişt jî, her wusa, rengê pêşketina civatî a bi rengê hizrî ê felsefîkî ya.
Di vê temenê de, wê dem bi dem li ser esasê têgihiştina avêsta, wê dem pêş bikevin. Piştî destilatdarîya Medîya, li ser vê xatê, wê serdemên axamanîşan û Sasanîyan pêş bikevin. Di van deman de, zanistên weke Manî û hwd derdikevina li holê. Ev zanist û fîlosof, wê di wê xatê de hizrên xwe bênina ser ziman. Hizrên wan, wê kûrahîya van hizrên vê xatê çêbike. Lê ev kûrahî, bi felsefîkî, wê di temenê civaketîyê de pêşketinê bi xwe re bidina çêkirin û bênin. Manî û piştî wî re weke Mezdek, hûrem, babek û hwd, di xatekê de wê têgihiştinaka civaknasî bi felsefîkî bênina ser ziman ku bi sedsalan li ser wê temenê û têgihiştina wan ya ku wan hanîya ser ziman, wê pêşveçûn bi civakî biafirê. Em dema ku li van away pêşketinan dinerin, em hinekî jî, çend ku piştî demên mîtannîyan re hatibin jî, hinek hizran didina me. Rengê pêşketina dema hûrî û mîtannîyan, hinekî jî bi me didina fahm kirin. Serdemên piştre ên ku bi bawerî jî bê bi êzdatîyê, yarsanîtîyê û hwd xwe didomênin di temenê vê xatê de, weke rengê û kevneşopîyên vê dîrokê û xatê na. Em divê ku van pêşveçûn û bawerîyan bi rêz û hûrmeta dîrokê werênina ser ziman. Ev rengê pêşketinê, em dive ku weke rengê pêşketinê ê ji dema hûrî û mîtannîya ku xwe didomênê werênina ser ziman. Bandûra wê jî, li jîyanê wê heta vê demê bênavber bidomê. Çend şariştan, hatina û çûna, wê di kifşkirina pêşketina wan de, ev rengê pêşketin û têgihiştina wê bi serdestî wê hebe. Hûrîyan û mîtannîyan, weke ku rêya têre çûnê ya bi aqil kifşkirin û piştî wan re jî, êdî di wê xatê de pêşveçûn dem bi dem xwe domand û bû. Ev, biqasî ji aliyê zanîn û bawerîyê ve wusa bû, her wusa wilqasî jî ji aliyê rengê pêşketina civatî û hwd ve jî wusa bû.
Piştî van serdemên Sasanîyan û hwd, hatina serdemên misilmanetîyê, wê bina serdemna ku li dijî wê xatê û çandê û rengê bawerîyê ku xwe diafirênê ya. Çend ku Hz. Mihemed, hizrên xwe bi temenê wan re ji van hizrên vê xate ´yazdantiyê´ diafirênê jî, wê piştre hin bi hin rengê têgihiştina desthilatdarî ê firewûntiyê li rengê wan rêveberî û desthilatdarîyên îslamê serdest bibe û piştre wê di vê temenê de ew dijberî biafirê. Ola îslamê, dikeve rengekî wusa de ku piştre Hz. Mihemed bixwe jî were wê êdî wê nasnekê. Kurdan, piştî hatina îslamê û pê de jî, di nava xwe de, bi rengekî civatî, rengekî bawerîyî ku bi kevneşopîya xwe re hûnandina wê biafirênin. Yanî, wê çawa di rex hevdû de bi bawerî û xalkîtî bijîn, wê civate kurd vê minaqê di nava xwe de pêş bixe. Ji ber ku civate kurd, di nava wê de pirr-bawerîtî heya. Her wusa, li kurdistanê, ji aliyê xalkî ve pirr xalkîtî jî heya. Bo vê yekê, ev rewşa kurdistanî, weke model tê esas girtin û pêşketin dihê çê kirin. Lê ew rengê desthilatdarî ku têgihiştina yek-parezî û ku key(´firewûn´) ku dikarê xwe bike krasê xwûde û bênina ser ziman, wê hin bi hin li îslamê jî serdest bibe. Ya ku wê hertimî, îslamê weke bike weke rengê bîrdozîyeka şer de jî wê ev bê. Ev, di aslê xwe de, mirov dikarê weke têkçûna rastîya olî a îslamê jî werêne ser ziman. Tengezerî(´krîz')yên ku wê di demên piştre de bi vê olê re li rojhilat rû bidin, wê hinekî di temenê wê de ev rewş hebin. Ji ber ku wê bi destê rêveberî û desthilatdarîyên li herêmê, perspektifa jîyanî a navaroka olê were jêbirin û tûnakirin. Li şûna wê jî, wê perspektîfên rêveberîyên herêmê wê werin bi cih kirin. Bi vê rengê, qalikê olê ê bi pergalî weke kiresekî li zihniyetên desthilatdarîyên herêmê dihê kirin û dihê jîyandin. Lê navaroka wê qalikê ê olî jî, dihê jêbirin û tûnakirin. Ev jî, temenê pêşketina ´mezhebîtîyîyan´ û her wusa pevçûnan li herêmê tê.
Di sedsalên piştre de, wê ev rewş xwe bidina domandin. Her rêveber û desthilatdarîyên ku hatin û çûn, wê li wê bihizirin ku çawa karibin li gorî xwe şîroveyek olî pêşbixin ku karibin wê bikarbênin. Bi gotinak din, her rêveberîyek wê ola û ankû ´îslame xwe´ pêş bixin. Êdî bi vî rengî, wê rêveberîyên olî ên herêmê wê ji rastîya rêveberîtîyê dûrkevin û bibina rêveberîyna ku êdî olan diafirênin. Ev rewş, hinek sedem jî di temenê wê de hena. Sedemên pêşî û sereke ew in ku rêveberî dixwezin ku xwe bikina desthilatdar û bi wê re jî ku karibin xalkên ku li herêmê hena ku bi piçûkatî û mazinatîya xwe re ku çawa bin, ku karibin wan bikina bin kontrola xwe de. Ev li ser olê re hatîya pêşxistin. Ol jî, bo vê yekê hatîya bikarhanîn. Piştî Sefewîyan, osmanîyan jî ev kir. Her wusa, piştre, hem şerê wê hem jî şer bi wê re li dijî xalkên din ên herêmê biarmanca xwe kirina desthilatdar û serdest meşandin. Di sedsalên 18´min û 19´mn û hwd de, ev rewş êdî pirr zêde derketina li pêş. Ji aliyekî ve hem hat dîtin ku ev rêbaz êdî nikarin wê zêde bikarbênin, ji ber ku êdî bikênayê. Lê ji aliyê din ve jî, wê li şûna wê çi bikin, ketina lêgerînên wê de. Di ancama wê lêgerînê de, dîsa weke bîrdozîyek şer bi rêxistin kirina olê kifşkirin. Di sedsale 20´an û 21´ê de, tekoşîna azadîyan a gelan pêşketin. Li dijî van tekoşîn azadîyê a gelan dîsa serî li olê dan. Li dijî tekoşînên gelan ên azadîyê, rêxistinên olî ên şer bi rêxistinkirin û derxistina li holê. Li Somalî, ´El-Şebeb´, li nîjarya ´boko-haram´, li Filiîstînê ´hamas´, li afganîstanê ´talîban´, li kurdistanê ku li dijî azadîya gelan û kurdistanî ´DAÎŞ´ û hwd hatina derxistin li holê. Ev rêxistin, hemû jî, teybetmendîya wan weke hevdû ya. Li ser olê re hatina bi rêxistin kirin. Bi armanca pêşîya pêşketina gelên van herêman girtin a. Her wusa, bi armanca derxistina pirsgirêkên pêşketinê di nava van xalkan de û biwê re pêşîya pêşketina wan ku bigrin û bi wê re nehêlin ku ew xalk li gorî demê û pêşketinên civatî, dîrokî û felsefîkî û hwd ku xwe bi rêxistin bikin û hwd. Ji van aliyan ve û gelek aliyên din ve, ev rêxistin, hatina bikarhanîn.
Di serî de, divê ku mirov vê yekê bibêje ku ol, li dijî şoreşên gelan, weke bîrdozîyeka dij-şoreş´î hatîya birêxistinkirin. Çend ku di cewherê olan de, cewherekê şoreşgerî hebe jî, ew cewher vajî rastîyên civatî û demî hatina şîrovekirin bo ku bikarbênin. Dema ku ne wusa bê, wê nikaribin olê bikarbênin. Wê nikaribin, li ser olê re poliitkayên xwe yên sîyesî bikina piretîkê de. Her wusa, bo ku desthilatdarîyên bi kontrolkirin û bindestkirina xalkên din re bidina domandin. Bi vê yekê re jî, ku karibin nehêlin ku ew xalk bahse maf û azadiyê bikin. Bo vê yekê, di temenê ku ol li dijî gotinên weke "maf" û "azadîyê" û hwd bikarbênin, nahêlin ku ew gotin werina bikarhanîn. Yan jî, di temenê hin rêgezna ku wan bixwe dane kifşkirin, şîroveyên olî pêş dixin û didênina pêşîya mirovan, Bo vê yekê ya ku dema ku "xutbeyek" jî di rojên înan de were xwandin, wê çê hizir û raman di wan de werina ser ziman, ji navendekê nivîsên ku bên xwandin amede dikin û dişênin ji wan mirovên bi navê "mele" re û ew jî ji mirovan wan dixwênin û piştre, ew jî dibêjin "me, xûtbeya xwe kir." Yan jî, wê hin mirovna di vê temenê de ku bi teybetî hatina perwerde kirin bişênin ku di temenê ku ew kifş dikin de gotinan bibêjin û biaxifin. Î ro, em weke ancama vê jî, dibînin ku çawa ku rêxistinên şer ên terorê û faşîşt ku hebûna gelan armanc digirin û bo ji dîrokê birina rengên din ên bawerî û xalkan şer dikin. Her wusa minaqe vê yekê, şerên ku DAÎŞ´ê bi alîkarîya tirkiya û hwd ku li rojavayê kurdistanê û başûrê kurdistanê û hwd ku li dijî kurdan meşandin in. Weke vê, gelek minaq hena ku em dikarin bidin. Di vê sedsalê de, ev minaq û rêxistinên weke DAÎŞ´ê rêxistinên ku wê mirovatî ji wan bi ´îbretê´ bahsê bikê na. Wê kirinên wan, hertimî bi îbretê bahse wan bê kirin.
Rastîya dîrokê û xate wê ya ku pêşdikeve, divê ku mirov bi awayekî rast wê kifş bike.Herwusa, di wê xatê de hebûna gelan û civatan, divê ku mirov lê binerê. Dîrok, piştî pêşketina serdemên wê yên bi şariştanî û hwd, êdî bi hebûna gelan û civatan de xwe dide domandin. Ev jî, rengekî teybet ê dîrokê ya ku mirov li ser bisekinê ya. Hemû şoreş, weke ancama fahmkirina mirov, di wê temenê de li ser esas û rastîya hebûna civatan û rengê pêşketina civatan hwd, pêş dikevin. Bi hemû kêmesîyên xwe re jî şoreş, ancama vê na. Lê her şoreş jî, gavek dîrokî ya ku mirov divê ku mirov weke pêngavek şariştanî û bi têgihiştina şariştanî şîrove bike ya. Di serdemên berî zayinê û hinekî jî piştî zayina îsa, wê ev şoreş, wan pêşketinên têgihiştinî ku dibina temenê pêşketna olan û hwd, bikina temenê xwe de û wan şoreşan bikin. Lê piştre, ku civak û civaknasî, bi gelek rengên xwe pêşket û êdî olan nekarî ku bersivê bidina van pêşketin û pêvajoyên dîrokî, êdî ji pêşxistina wan ketin. Êdî, bûna hin rengna hizrî ku dihênin zanîn û bikarhanîn. Di dawîya çeyreka pêşî a sedsale 21´ê de, pêşxstina DAÎŞ´ê li dijî şoreşa kurd a rojava, minaq nîşanak û birhana vê yekê ya. Di aslê xwe de, ev minaq, nîşanak û birhan dide nîşandin ku çawa ol dihê bikarhanîn. Ev aliyê şoreşa kurd, ku çawa li dijî wê bi rengê pêşxistina rêxistinên weke DAÎŞ´ê û hwd, li ser olê re hatina birêxistinkirin û bikarhanîn, wê bê temenê fahmkirinaka hemdem di di derbarê olê bixwe de jî. Ol, weke çekeka pirr bitelûka ku li dijî hebûna gelan êdî dihê bikarhanîn a ji aliyê rêveberî û desthilatdarîyên demkî ve. Di serî de, divê ku mirov vê yekê weke rastîyekê kifş bike.
Kurd, di sedsale 21´ê de û di dawîya çeyreka pêşî a sedsalê de li kurdistanê şoreşa rojava pêk tê. Em dikarin vê şoreşê, ku em li gorî wê vaca ku em demên mîtannîyan di vê temenê de weke serdema weşokanî bi navdikin ku bi nav bikin, em divê ku vê dema ku di wê de şoreşa rojava pêk tê jî weke serdema serêkahniyê werênina ser ziman. Şoreşa rojava, bi vê rengê, dibê şoreşa dema serêkahniyê jî. Serêkahniyê, bi navê xwe re û bi dîroka xwe re serdem û pêvajoyên di berdewama serdem û pêvajoyêên serdema weşokanî de hatîya û domîya ya. Î ro, bi şoreşa rojava re, serêkahniyê bi kobanê re dibê navendek dîrokî li herêmê. Piştî şoreşa rojava, ev pêşketin bû. Lê ev pêşketin, xwediyê dîrokeka li şûn xwe, temenekî civatî û felsefeyeka bi pergal a civakî ya. Bi vê yekê re, em çendî ku dîrokê kifş dikin û fahm dikin, emê temenê vê şoreşa ku di serdema me de serêkahniyê ji wê re navenda jî fahm bikin. Dîroka hûrî û mîtannîyan, di xate wê ya pêşketinê de heta roja me tê. Di dem û pêvajoyên vê dîrokê û xatê de, di dema mîtannîyan de navê navenda wê weşokanî bû. Î ro jî, di roja me de navê wê heman navendê dibê serêkahhniyê. Bi vê yekê û rengê, em divê ku şoreşa rojava a di sedsale 21´ê de, weke şoreşa serdem û têgihiştin û felsefeya serdema hûrî û mîtannîyan jî werênina ser ziman. Wê felsefeyê bi civakatîya xwe re ew şoreşa ku da kirin, bi wê xwe vejand û da derxistin li ser dika dîrokê di vê sedsalê de. ..
Piştî hatina îslamê li herêmê serdemek nû destpê dike. Wê kurd jî, weke hêzekê di nava wê de hebin. Heta ku hinek desthilatdarîyên rêveberî ên kurdan ku ji vê olê re pêşavanî kirina, desthilatdarîya Şadadîyan, Merwanîyan, Eyûbîyan û hwd, in. Ev desthilatdarîyên kurdan, wê li herêmê serdest bin. Wê li herêmê bi sedsalan serdest bin. Heta ku dema ku osmanî ji herêmên din ên Asya tên herêmê, wê kurd alikariyê bidina wan ku karibin xwe li herêmê bigrin. Wê osmanî bixwe jî, bi alikarî û piştgirîya kurdan li herêmê pêş bikeve û xwe bigrê. Lê piştî ku vê rêveberîyê xwe girt û rêveberîya xwe ava kir û pê de, wê hin bi hin êdî berê xwe bide kurdan û bidest şerê bi kurdan re bikin. Bo vê yekê bû ku kurdan di van deman de bo wê gotibû "baxtê rumê nîn a." Ev gotin bo osmanîyan hatibû gotin. Ji ber ku kurdan, di berdêla alikarîya xwe de hêvî dikirin ku wê bi bextewarî bi kurdan re tevbigerihin. Lê wusa nebû. Êdî kurd, piştre dibina korbanê wê alîkarî û piştgirîya ku didin. Sadsalên dawîyê ên osmanîyan ên weke sadsala 18´min, sadsale 19´min û hwd, wê bi tememî bi raparîn û serhildanên kurdan ên li ber Osmanîyan e bi buhur in. Di sadsala 20´an de jî, di dema ku li ser temenê osmanîyan ew komare tirk ku dîsa bi alîkarîya kurdan ava bû, wê piştî ku avabû û pê de, berê xwe bide kurdan û herê bi ser wan de. Wê hêrîşî kurdan bike. Wê zimanê kurdan qadaxa bike û hemû mafên wan ên civatî ên civate ku ji wan bistêne û pêvajoyên bişavtinê li ser serê wan bide meşandin. Kurdan êdî piştî wê şîyarbûna xwe re tekoşîna maf û azadîyê dan. Ev tekoşîn, êdî wê bi rengê tekoşîna bidest xistina statûya kurdan wê xwe bi kurdan re bide domandin. Di ancama wê tekoşînê de kurdan li rojavayê kurdistanê şoreşek bi navê şoreşa rojava kir ku bandûra wê li giştîya rojhilat bibe. Di dawîya çeyreka pêşî a sadsala 21´ê de kurdan ev şoreş kir. Li ser wê temenê, êdî li rojhilat kurdan xwe derxist li dika dîrokê. Piştî vê re, êdî hêrîşên li kurdan zêde bûn. Kurdistan, piştî şerê cihanê ê yekemîn û pê de, di nava tirkiya, Îran, Sûrî û îraqê de hat qatkirin. Piştre, rêxistinên tundrew ên weke DAÎŞ´ê û hwd, avakirin û dane hêrîşkirin li ser wê şoreşa kurd û civate kurd. Ev, ne tenê hêrîşên nû bûn li kurdan. Her wusa, pêvejoyek nû a dîrokî jî bû ku kurd hatina xistin bin hêrîşên nû ku hatina hanîn li ser serê wan.
- Dema ku em bahse pêvajoya destpêkê ên şoreşa rojava bikin, divê ku em di serî de bahse hêrîşên ku li wê bûna werêne ser ziman. Di serî de, divê ku mirov vê yekê bibêje ku piştî ku şoreşa rojava bû û rêveberîya wê hat avakirin û denezendin û pê de, êdî hêrîşên li rojava jî bi awayekî pirr bişitt destpê kirin. Çawa ku şoreşa rojava ji Kobanê destpêkir, hêrîşên ku li şoreşa rojava bûn, ji Kobanê li şoreşa rojava destpêkirin. Kobanê, bi hêrîşên ku li wê bûn, di bin hêrîşan de ma. Ji her çar alîyên wê ve lê hêrîş bûn. Bi vê rengê ku di bin hêrîşan de ma, bû weke Moskov´a dema şerê cihanê ê duyemin. Çawa ku dema ku artişên Nazîyan bi hêzek mazin û teknîkek pirr zêde û pêşketî Moskov dorpêç kirin, bi heman rengî Kobanê jî hatibû dorpêç kirin. Hêrîşên ku li Kobanê bûn, pirr dordor alikarîya wan ji wê re hebû. Di serî de, rejimên weke rejima tirk ku kurdistan di nava wan de hatî qatkirin, li pişt vê hêrîşê bûn. Bi van hêrîşên ku di bin navê DAÎŞ´ê de li rojava dikirin, dixwestin ku derbeyekê li rojava û şoreşa rojava bixin. Dixwestin ku şoreşa rojava têkbibin. Bo vê yekê, ji her aliyî ve bidest hêrîşê li lê kiribûn. Di ti demê de, di nava kurdan û ti bawerîyê de ti pirsgirêk derneketina li holê. Gelê kurd, hertimî weke ku di nava xwe de nêzî bawerîyên cuda bûya, hertimî rêz û hûrmetek daye bawerîyên cuda jî. Di ti demê de, di nava bawerîya îslamê û kurdan de jî bi heman rengî ti pirsgirêk nebûna. Ji xwe, pirranîya civate kurd bi bawerîya re misilman a. Ji ber ku li kurdistanê, bawerîyên cuda jî ku pêşketîna hena, êdî di temenê ku rêz û hûrmetekê bide wan û ku wê çawa di çerçoveya nirxên xwe yên civatî de wan bi hevdû re bide jîyandin, di wê temenê de nêzîk bûna. Lê rejimên herêmê ên weke tirkiya jî, hertimî, ketina nava wê hewldanê ku weke ku dijberî di nava kurdan û bawerîyan de hebe rastîya kurd bidina nîşandin. Îranê, kurd ji ber ku kurdbûna girtina û bi hêncetên li ´dijî navê xwedû rabûna´, di birina sêdarê. Tirkiya jî, bi heman zihniyetê, politika li ser olê re meşandîya û hewldaye ku xwe weke «oldar» û «misilman» bide nîşandin û kurdan jî weke «dij-ol» bide nîşandin, ketîya nava hewldanê de. Yekî ku gotîya ´ez kurd im´, bi vê rengê çûya biser de û ew bêdeng kirina û tafisandina.
Bo fahmkirina bikarhanîna rengên bawerîyan li dijî hevdû û her wusa li dijî navên komên etnîkî û ankû kêmnetewî û hwd, divê ku mirov li vir di serî de rastîya olê ku çawa dihê bikarhanîn, mirov li ser wê bisekinê. Î ro, derxistina li holê rêxistineka tundrew weke ya DAÎŞ´ bi kurdan re dayîna şerkirinê, bi me mihtecî pê dide dîtin ku mirov van aliyan pirr baş lê bikolin û hewl bidin ku fahm bikin. Li vir, di serî de divê ku mirov balê bikişêne ser vê yekê ku pêşî navê kurdan ji nava olê paqij kirin. Ev paqijkirin jî, di temenê politikayên li ser bikarhanîna mezheban de kirina temenê dijberîya li hebûna civate kurd de. Her wusa, Civateka weke civate kurd ku pirranîya wê zêdetirî ji heman olê ya û ew li dijî kurdan dihê xistin temenê şerekî de, di serî de divê ku oldarên vê olê ji xwe re weke şermekê û aybekê bibînin. Bi wê re jî, divê ku mirov bibêje ku li dijî wê îstismarkirin û bikarhanîna olê bêdengîya wan jî, bi heman rengî ji nezanîya wan tê. Olek, ti carî, li dijî gelekî û ankû civatekê şer li dijî nav û hebûna wê pêşnaxê.
Ev pêlên hêrîşê ên dawî ên di 15´ê êlûna 2014´an de ku li rojava destpêkiribûn, bi amedekarîyeka mazin hatibûn amede kirin. Di vê çerçoveyê de jî, hêzên herêmî ên ku li pişt hêrîşên vê demê û demên berê jî disekin in, heman hêz bûn. Van hêzan jî, wusa hizir dikirin ku êdî wê vêcarê li ber kurdan wê ancamê bidest bixin û wê derbeyekê li kurdan bixin. Bo vê yekê jî, alîkarîyaka mazin didan hevdû û çeteyên bi navê DAÎŞ´ê ku dibin navê wan de hêrîşî kurdan dikiirn. Berî ku ev hêrîş li rojavayê kurdistanê û bi teybetî li kobanê destpêkiribûn, di çapameniya tirk jî amedekarî di wê warê de hatibûbûna kirin. Bi awayekî ku rayagiştî ji komkujiyên mazin ên ku wê werênina serê kurdan re amede bikin, digotin ku"wê sed hezar kurd werênina kuştin." Mirovên ku ev gotin şîrove dikirin, di çerçoveya oparasyonên artişa leşkerî de dihizirin û şîrove ji van gotinan re dihanîn. Lê li bakûrê kurdistanê jî. ´pêvajoyek´ hebû. Bo vê yekê jî, êdî wusa di şîroveyan de dihanîn ser ziman ku"temenê komkujiyek bi vî rengî ku werênina serê kurdan di vê serdemê de nema ya." Piştre ku dem hinekî buhurt û êdî rengê plana şer a li dijî kurdan kifş bû, hat dîtin ku rêxistinên weke DAÎŞ´ê bi rêxistinkirina li ser olê û mezheban re û bi wan êdî bidest hêrîşa li civate kurd û hemû destkevtiyên wê dikin. BI teybetî, li başûrê kurdistanê û rojavayê kurdistanê, rêveberîyên kurdî avakirî hebûn. Ev herdû herêmên kurdistanê ku li wan rêveberîyên kurd hena û kurdan li wan temenê statûyekê bo xwe bi destê çêkirina, li wan hêrîş li kurdan destpêkirin. Ev herêmên kurdistanê, pêşxistin bin hêrîşan de
Bi wê re jî, hêzên ku ev hêrîş bi plan kiribûn, wusa hizir dikirin ku wê vê vêcarî qatî wê ancamê bidest bixin. Ji xwe, hemû amedekarîyên xwe jîdi vê çerçoveyê de kiribûn. Di vê çerçoveyê de, weke ku çawa ku artişên Nazîyan Moskov dorpêç kiribûn û hêrîş dikirin, bi heman rengî, Kobanê dorpêç kirin û bidest hêrîşê kirin. Kurdan, pergale xwe-rêvebirinê a rojava a demokratîk avakirin. Hêrîşên rejimên herêmê ên di bin"maske"´ya DAÎŞ´ê de ku li lê jî, divê ku mirov bi plana şerê bi kurdan re a ku li leşkergeha tirk hatî çêkirin û di wê de dihê ser ziman ku wê "sed hezar kurd werina kuştin" şîrove bike. Ev plana şerê bi kurdan re, demekê di çapameniyê de bi gotina"wê sed hezar kurd werina kuştin" re hat nîqaş kirin. Bi van nîqaşan, weke ku bêxwestin ku ji komkujiyên ku wê werênina serê kurdan re ku rayagiştî a herêmê bidina amede kirin. Piştre jî, ji xwe em hêrîşên li başûrê û bi teybetî li şengalê û û hêrîşên li rojava û bi teybetî ên Kobanê bi hevdû re hildina li dest, em divê ku bibêjin ji vê hijmara ku di çapameniyê de li ser dihat nîqaşkirin zêdetir kurd hatina qatil kirin. Bi hêrîşan wusa hizirkirina ku wê kurdan bişikênin. Di wê şikandinê de jî, wê komkujiyên mazin werina serê civate kurd. Li Şengalê ew komkuji hanîna serê kurdan. Piştre jî, li Kobanê jî, xwestin ku bi heman rengî pêvajoyaka komkujiyê werênina serê kurdan. Lê kurdan li ber wê ketina nava berxwedanê de. Bi berxwedanê, pêşîya komkujiyên mazin ên ku wê werênina serê kurdan hata girtin. Berxwedanê, civate kurd ji wan komkujiyên ku hatibûbûna plankirin ku wê bihanîyan serê civate kurd rizgar kir.
Bi vê rengî, divê ku mirov vê yekê bi teybetî binxat bike û bibêje ku li Kurdistanê, li hemû beşên din kurdistanî di nava tevgerê de li ser lingan bûn. Kurdên ku li welatên ewropî bi yekdengî rabûna ser lingan û ketina nava çalakiyên demokratikî ên piştgrîya bi berxwedane kobanê re. Bi gotinaka din, em dikarin vê pêla hêrîşan a li civate kurd, bi rengekî din jî şîrove bikin. Berî destpêka van hêrîşan, di demên sale 2012´an û hwd de, di temenê şerê bi kurdan re nîqaşên bi gotina "modela Srî-lanka" hatina pêşxistin di nava çapameniya tirk de. Bi wan re, digotin ku tişta ku dewleta Srî-lanka hanî serê tamilîyan ku werênina serê civate kurd. Di vê çeçroveyê de bahse çêkirina planan jî hat kirin. Rayadarên dewleta tirk bixwe jî li ser van nîqaşan hizrên xwe hanîna ser ziman û gotina ku "ew plan, ne li gorî şert û mercên herêmê ya ku werê xistin li piretikê." de. Lê piştre hin bi hin, hat dîtin ku bi pêşxistin û rêxistinkirina DAÎŞ´ê re, wê çawa planaka bi vî rengî li dijî kurdan li herêmê pêş bixin û birêxistin bikin, ketina nava hewldana wê de. Piştre, ev yek hin bi hin hat dîtin. Di vê temenê de û di çerçoveyeka bi vî rengî de DAÎŞ, hatîya pêşxistin, bi rêxistin li herêmê û her wusa dane hêrîşkirin li ser kurdistanê. Yanî, birêxistinkirina "modela Srî-lanka" li gorî şert û mercê kurdistanê, di vê temenê û çerçoveyê de hatîkirin û pêşxistin. Gotinên bi rengê "wê sed hezar kurd werina kuştin" jî, di çerçoveyê de û di çerçoveya planak bi vî rengî hatina dapalandin(sızdırmak) li nava çapameniyê. Piştî zêdebûna hêrîşên DAÎŞ´ê li beşên kurdistanê û kirina komkujiyên wê re, ev yek hat dîtin û fahm kirin. DAÎŞ´ê, li şengalê bi den hezaran kurd qatilkirin, ravandin û ji herêmên wan dane goçberkirin. Bi vê qatilkirin, ravandin û dana goçberkirinê, hatîbû armanckirin ku temenê pêşketinên civatî ên civate kurd ku kurd li ser wê re doza statûya xwe ya civatî dikin werê xûrixandin û ji holê rakirin. Di temenê van hêrîşên bi vî rengî de, plan û programaka bi vî rengî de hebû. Li Şengalê, ji ber ku hêzek xwe-parastinê ya herêmî nebû, bêî ku hêzên DAÎŞ´ê û piştgirîyên wê, rastî ti berxwedanan werin, ew komkujî li wê herêmê kirin û bi sed hezaran kurdên êzîdî ji wan herêmên wan dane goçberkirin. Bi heman rengî û plan û programnê bidest hêrîşê li herêmên rojavan û bi teybetî li Kobanê kirin.. Ji 15´ê êlûna 2014´an û pê de, pêleka hêrîşan a pirr bişitt li Kobanê hat dayîn destpêkirin. Wusa hatibû hizirkirin ku bi wan hêrîşên li Kobanê wê bi sed hezaran kurdên sîvil ên vê herêmê wê bidest goçberkirina bi ber sînorê tirkiya v bikin. Ji xwe, di nava rûpelên rojanemeyên tirk de dihat gotin ku "bi sed hezaran kurdên Sûrî hatina ber sînor." Hê ku goçberîyê destpê nekiribû jî, ev nûçe dihatina çêkirin. Yanî, ji vê rengê bi awayekî zû çêkirina nûçeyan dihat fahmkirin ku wusa bawerkirina ku wê bi heman rengî bibe û wê ancamê weke ku li Şengalê bidest xistin wê li Kobanê jî bidest xistin. Bi wê re jî, wusa hasab kiribûn ku mirovên ku li berxwedan jî, wê ji aliyên çeteyên DAÎŞ´ê ve wê werina qatil kirin.
Dema ku em bi vî rengî, li rengên pêşketinên li pêvajoyê dinerin, em dibînin ku planaka giştî weke ku di rengê "Modela Srî-lanka" de hatîya amede kirin li gorî şert û mercên herêmê û bi wê re êdî bidest hêrîşkirina li kurdan, civate kurd û destkevtiyên wan dihat kirin. Wusa dihê fahmkirin ku ji şîroveyên ku dihên kirin di nava rûpeêlên rojnemeyên tirk de ku rejima tirk û rejimên din ên herêmê, piştî serkevtina bi hêrîşên DAÎŞ´ê jî hasabkirina û li gorîî wê plan û programên xwe jî di serê xwe de û di nava xwe de çêkirina. Bi wê bawerîya ku wê serbikevin, Pêşî, temenê DAÎŞ´ê li ser olê bi teybetî mezhebê ´sûnnî´ re bi bîrdozîkî çkirin û piştre bo ku temenekî wê yê herêmî çê bikin artişa iraqê ji herêmên weke Musilê hwd vekişandin û li şûna wan DAÎŞ bicihkirin. Bi vî rengî, weke ku bi navê wê(´DAÎŞ´) re dihê ser ziman, di temenê "dewletek îslamî" de birêxistin kirin.. Êdî li ser vê birêxistinkirin û bi navkirinê re jî DAÎŞ dane hêrîşkirin li ser herêmên kurdan. Herêmên ku pêşî li wan hêrîş dane kirin jî, herêmên kurdistanê ên weke başûrê kurdistanê û rojavayê kurdistanê ku li wan rêveberîyên kurdî avakirî na. Yanî, herêmên ku li wan kurd, serdest in û di bin kontrola kurdan de na, li wan hêrîş dane destpêkirin. Hêrîşên DAÎŞ´ê, di vê temenê de bi plan û program hatina pêşxistin.
Weke ku çawa ku li Somalî "el-şebeb", li Nîjaryayê "boko-haram", li Afganîstanê ´Talîban´, li Filîstinê "hamas" hat pêşxistin û bi xalkên herêmê re dane şerkirin, xwestin ku bi heman mantiqê, zihniyetê û felsefeyê DAÎŞ´ê jî li ser axa kurdistanê pêşbixin û bi kurdan re bidina şerkirin û li ser wê re li herêmê dîzaynkirinê li gorî xwe bikin û wê bêstatûtîya ku ji şerê cihanê ê yekemin ve ku li ser serê kurdan hata roja me hanîna, ji roja me û pê de jî bidina domandin. DAÎŞ´, weke plan û rêxistin û programa rêjimên herêmê a bi vî rengî bû. Dema ku em van aliyan di serî de nebînin, emê şerê DAÎŞ´ê ê ku bi kurdan re dike û bi awayekî zû û di demek kin de li herêmê pirr zêde mazinbûn û pêşketina wê jî bi başî fahm nekin. Piştî şerê filistinê ê bi "el-fetihê" re ku bo azadîya filîstînîyan, bi ´El-fetîh´ planaka bi navê "aşîtîyê" dane herêkirin. Li gorî vê planê El-fetîh´ bêçek kirin. Piştre jî, li ser wê re êdî çûna biser filistinê de. Piştî bêçekkirina Filistinê, li gorî soza ku dabûbûn ku wê pirsgirêka filistinê çareser bikiran, pirsgirêk ne hat çareserkirin û hat domandin. Piştre jî, li ser wê bêçekkirinê re êdî bidest poliitikayên tafisandina filistinê de kirin. Bo ku doza filistinîyan a bo maf û azadîyê "krimînalîza" bikin jî, hamas" weke rêxistineka filistinê ku li olê re hatî birêxistinkirin hat pêşxistin. Bi wê r e jî, êdî bi wê têgihê û politikaya "kriminalîzekirinê" re jî, pirsgirêka filistinê ku bi navê "pêvajoya aşîtîyê a rojhilat" û hwd hat berdewamandin li demên piştre jî. Li kurdistanê jî, wusa dihê dîtin ku weke ku çawa ku "modela Srî-lanka" li gorî şert û mercên herêmê bi rengê DAÎŞ´ê û hwd hat birêxistinkirin, bi heman rengî tişta ku hanîna serê El-fetihê´ û hwd, dixwezin ku werênina serê tevgera azadîya kurd û civate kurd giştî jî. Di serî de, ev politikayên têkbirina civate kurd, politikayên şer ên bi hevdû re hevajodar(´coordination´) dihên meşandin. Di vê temenê de em divê ku DAÎŞ´ê weke rêxistineka şikandina kurdan û ji nû ve dîzaynkirina herêmê şîrove bikkin. Di vê temenê de wê didina hêrîş kirin li herêmê û li ser kurdan.
15.10.2014/Abdusamet Yigit